‘Li Xezayê deverên belavkirina alîkariyan qadên cînayetê ne’
Bijîşkên Sînornenas (MSF), deverên belavkirina alîkariyan ên ji aliyê Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezayê (GFH) ku Îsraîl û DYE piştgiriyê didinê, weke “qadên cînayetên organîzekirî û miameleya dermirovî” pênase kirin.

Navenda Nûçeyan – MSF’ê di rapora xwe ya nû de daxwaz kir ku ev deverên belavkirina alîkariyan ku wan weke “cihê cînayetên organîzekirî” pênase dike, werin girtin û alîkarî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve werin belavkirin.
Piştî dorpêça nêzîkî sê mehan ji dawiya meha Gulanê pê ve ji nû ve destûr hate dayîn ku heya astekê alikariyên mirovî bikevin bajarê Xezayê. Lê belê ev alîkarî bi navbeynkariya GHF’ê ve tên belavkirin ku gelek saziyên alikariya mirovî yên navneteweyî red dikin ku li gel saziya berbehs kar bikin.
Li gorî MSF’ê nabe ku ev alîkarî weke “alîkariya mirovî” werin qebûlkirin. A niha bes çar xalên wê hene û temamiya van li herêmên di bin kontrola Îsraîlê de ne û li qadên ku ji bo Filistîniyan gelekî bi talûke ne cih digirin.
Li gorî rapora MSF’ê Filsîtiniyên ku ji bo standina alikariyan diçin van xalan, ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hem bi awayekî ketober hem jî bi awayekî rasterast tên hedefgirtin û bi tundiyê re rû bi rû dîmînin.
‘Divê tavilê bidawî bibe’
Di navbera 7’ê Hezîran û 24’ê Tîrmeha 2025’an de li klînîkên MSF’ê tedawiya hezar û 380 birindaran hatiye kirin û ji van 28 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Dîrektorê Operasyonan yê MSF’ê Raquel Ayora got: “Di tevahiya 54 salên xebata me de em kêm bûne şahidê tundiya sîstematîk ya ev qasî mezin a li hemberî sivîlên bêçek.”
Raquel Ayora deverên belavkirina alikariyê yên GFH’ê weke “laboratûarên wehşetê” bi nav kirin û got: “Divê tavilê ev yek bi dawî bibe.”