Ji ber kiryarên Talîbanê dawî li jiyana xwe anî: Divê jin tolê hilînin

Saîma Sakhi piştî ku ji aliyê Talîbanê ve hat revandin û bi kefaletê hat berdan dawî li jiyana xwe anî. Xwişka wê got ku axaftinên wê yê dawiyê “Talîban mirovên herî xirab ên cîhanê ne. Divê hemî jin tola wan hilînin” bûye.

BAHARAN LEHÎB

Kabûl – Navçeya Deşt-î Barçî li rojavayê Kabûlê ye. Di çend rojên borî de, jinên ciwan ji taxên cûda yên herêmê ji ber ku hîzar li xwe nekirine hatine girtin û wan kirine zîndanên Talîbanê. Aqûbeta çend ji wan jinan, nayê zanîn. Tenê hejmareke sînorkirî ya malbatan karîne keçên xwe ji lepên Talîbanê rizgar bikin, ew jî bi dayîna pereyên zêde. Bê guman, Talîbanê jî soz ji wan stendiye.

Li ser Deşt-î Barçî zilma Talîbanê

Van rojan, dema ku hûn dikevin Deşt-î Barçî, hûn atmosferek tirs û çavtirsandina tund a li hember jinan hîs dikin. Her kes bêdeng maye û tenê çend jinên ku hîzarên ji hêla Talîbanê ve hatine pejirandin li xwe dikin li kolanan tên dîtin. Deşt-î Barçî herêmek e ku piraniya nifûsê wê Hazara û Şîe ne. Dîktatoriya Talîbanê, bi navê Îslamê û bi armanca afirandina pevçûnên etnîkî, zilm û zordariya herî dijwar li ser gelên vê herêmê, bi taybetî li ser jinan kiriye. Di du dehsalên borî de qursên perwerdehiyê, klûbên werzîşê, otobus û otobusên dibistanê bûne hedefa êrîşên xwekuj û keç û kurên ciwan bi komî hatine kuştin. Cîhadîstên ku xwe wekî nûnerên gelê Hazara û peyrewên ola Şîa dibînin, xiyanet û sûcê herî mezin li dijî van kesan kirine.

Piraniya dibistanên hunerî li vê herêmê dixebitin

Li gel hemû vê zilmê, hem berê û hem jî niha, gelek jinên li Deşt-î Barçî xwenda ne û hîn jî bi dizî qursên perwerdehiyê û klûbên werzîşê ji bo jinan dimeşînin. Berê, dema ku hûn bikevin Deşt-î Barçî, hûn ê gelek çalakiyên hişyarkirinê di nav jinên ciwan de bibînin. Piraniya dibistanên hunerî li vê herêmê dixebitin. Lê belê, Talîbanê di vê rewşê de xetere hîs kir û keçên ciwan tepeser kirin, heta hin cenazeyên wan vegerandin malbatên wan û rê li ber her ragihandin an rexneyek medyayê girtin.

Keça xwe ya 18 salî wenda kir

Lê dîsa jî, çîrokên bi êş hatine weşandin û berdewam dikin. Me serdana du malbatên xemgîn kir ku keçên wan piştî çend rojan ji hêla Talîbanê ve hatine kuştin an jî xwe kuştine. Hêjayî gotinê ye ku navên derewîn ji bo sedemên ewlehiyê tên bikaranîn.

Li kolaneke paşîn a Deşt-î Barçî, em rastî diya Saîma Sakhi hatin. Ew jineke xemgîn bû, nikarîbû êşa windakirina keça xwe ya 18 salî aş bike. Ew di xaniyek nîv-rûxandî de dijiyan. Saîma û xwişka wê çûn bazarê da ku tiştan bikirin, ji aliyê çekdarên Talîbanê ve hatin girtin. Xwişka Saîma kêliya girtina xwe wiha vegot: "Ez bi xwişka xwe re di kolanê de dimeşiyam. Kolan pir qerebalix bû. Ji nişka ve, min dengek bihîst ku digot keç hatine girtin. Em hemû reviyan. Ez û Saîme ketin kolanek din, lê çend deqe şûnda, min fêm kir ku Saîme li wir nîne. Ji tirsan ez nekarîm paşve bizivirim. Min hêvî dikir ku ew ber bi aliyekî din ve reviyabe."

Bi pere ji destê Talîbanê rizgar kirin

Bi çavên tijî êş û nefret, wiha berdewam kir: "Ez bi heman hêviyê vegeriyam malê. Lê Sayem nehat. Ez heta êvarê li bendê mam, lê tu nûçe tunebû. Bav û birayê min bi rayedarên pêwendîdar re têkilî danîn, lê wan got ku tu agahî li cem wan tune. Roj derbas bûn heta ku du roj berê me pere da û me ew ji lepên Talîbanê rizgar kir."

Piştî çend demjimêrên bêdengiya êşdar, xwişka wê berdewam kir û got: "Ez nizanim di çend rojên dawî de çi bi xwişka min hat. Ew neaxivî. Çend roj şûnda, wê bi vexwarina jehrê jiyana xwe ji dest da. Berî ku bimre ji min re got, Talîban mirovên herî xirab ên cîhanê ne. Divê hemî jin tola wan hilînin.”

Piştî guhdarîkirina çîrokên wê yên bi êş, em ji mala Saymehê derketin û çûn mala Narges Wahab. Laşê wê yê îşkencekirî vegeriyabû malbata wê. Êşa windakirina keça wê, digel xizanî û koçberiyê, li ser rûyê dê û bavê wê diyar bû. Em bi saetan li wir rûniştin, lê wan tiştek negotin. Bavê wê, bi tevgereke kurt got, "Wan gef li min xwarin û gotin ku eger ez biaxivim, du keç û kurê min dê heman çarenûsa Narges parve bikin."

Xanî, derî, dîwar û endamên malbatê di bêdengiyeke êşdar de hatibûn pêçan. Piştî her axînek kûr, diya Nargis tenê digot, "Bila Xwedê tola keça min ji wan hilîne." Malbata Nargis ji bilî gefan, di şokeke psîkolojîk a giran de bû. Her wiha hêjayî gotinê ye ku ev çîrok tenê beşek ji êşa ku bi hezaran dayîkên li Efganistanê dijîn e ku keçên wan ên biçûk rastî îstismara cinsî, îşkence, tecawiz, kuştin û windabûnê hatine.

Şahid dibêjin ku hincet tenê "pirsgirêka hîzarê" ye. Di 10’ê Muharremê de komek keçan meşek lidar xistin. Li gel dirûşmeya "Labeik Ya Hussein" wan behsa azadî, kar û perwerdehiyê jî kirin. Fîlmek jî hat çêkirin. Talîban ku ji nefretkirina jinan haydar û di vê yekê de çalak e, ji bo çêkirina tirs û terorê serî li tepeserkirin û bêdengkirina jinan daye.