Li Şamê jinek û du zarokên xwe bi teqîna mayînê mirin
SOHR da zanîn ku li gundewarên Şamê mayineka bermahiyên şer teqiya. Di encamê de jinek û 2 zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan, bav û zarokeke din jî bi giranî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) têkildarî teqînên bermahiyên şer ragihand ku malbata ji Idlibê dema bi erebeya xwe li nêzî bajaroka Sikîk ê Xan El Şêx a li rojavayê Şamê re derbas dibûn, mayinek ji bermahiyên şer li nêzî wan teqiya.
Di encamê de dayik û 2 zarokên xwe yekser jiyana xwe ji dest dan. Bav û zaroka din bi giranî birîndar bûn.
Li gorî SOHR’ê ji destpêka sala 2025’an heta niha hejmara kesên ji ber teqînên bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane giha 495’an.