Dayîkên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdan bikin

Dayîka Aştiyê Havva Kiran diyarkir ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, ji bo pêkanîna vê bang kir.

Amed – Meclîsa Dayîkên Aştiyê, têkildarî ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hejmarek zêde ya Dayîkên Aştiyê beşdar bûn. Dayîka Aştiyê Havva Kiran, di daxuyaniyê de axivî.

‘Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin’

Havva Kiran diyar kir ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û li gel biaxivin. Havva Kiran destnîşan kir ku ew ji bo Rojhilata Navîn û hemû dinyayê aştiyek mayînde dixwazin û wiha got: “Pêvajoyeke aştiyê ya ku 6 meh in hatiye destpêkirin heye. Weke Dayîkên Aştiyê em jî dixwazin bi birêz Ocaaln re hevdîtinê bikin. Di nava 25 salan de ji bo hevdîtin û aştiyê tu cihek nema ku me serî lê nedayî. Em spasiya her kesên ji bo vê pêvajoyê ketine nava hewldanê dikin. Weke Dayîkên Aştiyê em dixwazin rê bê dayin ku em bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ev herî zêde jî mafê dayîkan e, zarokên me di vê rêyê de li ber xwe dan. Em bangî dewletê dikin, heke pêvajoyek hatibe destpêkirin, bila dengê van balafiran qut bikin. Em dixwazin aştî bê Rojhilata Navîn û hemû dinyayê. Ev daxwaz ne tenê ji bo meye, ji bo gelê Filistîn jî derbasdar e. Ew ji di şertên gelek zor de têkoşîna jiyanê didin. Em jî dilopek be, dixwazin divê pêvajoyê de cih bigrin. Em daxwaz ji civaka navnetewî û dewleta Tirk dikin ku aştiyê bînin. Li Tirkiye, li ser xaka me, ava me û xwezaya me ya zêrîn jiyanek gengaz bibe. Em dinava aramiyê de bijîn. Bila gelê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bihevre bijîn. Em daxwaza xwe ya havdîtina bi birêz Ocalan re carek din dûbare dikin: Serkeftin, serkeftin, serkeftin. Aştî, aştî, aşti!”  

Di daxuyaniyê de li ser pirsa rojnamevanan ya ku ‘Hûnê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê bidin?” dayîkan berîsa ‘Em ê serlêdan bikin’ dan.