Du dayîk û çîroka bi hezaran...

Du jinên Êzidî, lê belê çîroka bi hezaran kesan… Dayik çîrokên xwe dibêjin em di axaftina wan de asê dimînin, mîna ku mirov bixwaze tola 74’an ne tenê ji DAIŞ’ê ji dîrokekî hilgire: “Êdî bes e, em betilîn. Em ditirsin bêyî dîtina zarokên xwe bimirin.”

CÎLAN ROJ

Şengal – Îsal bîranîna fermana 3’yê Tebaxê li gor salên berê cudatir bû. Îsal li gel êşên giran ku her sal di fermanê de xwe nû dikir, hêvî jî hebû. Hêviya dîtin û bihîstina hawara civakek, hêviya dîtin û naskirina hebûn û îradeya civakek.

Îsal bîranînên fermanê 10 roj beriya 3’yê Tebaxê destpê kir. 10 roj beriya bîranîna 3’yê Tebaxê li Sûka Kevn ku şahidî ji ferman û berxwedaniya bêhempa re kiribû, konê bîranîna şehîdan hat vedan û derdorê konê bi wêneyên şehîdên fermanê hat xemilandin. Her kes bi wêneyên şehîdên xwe û wendayên xwe konê bîranîna şehîdan ziyaret dikirin û li vir hawara xwe dikirin yek wek êşên xwe.

Qada hevpar a êşa civakê: ‘Ez’ dibû ‘Em’

Her kes bi çîrokên xwe yên balkêş û ewqas jî biêş tev li bîranînê dibû. Her yek ji wan bi êşên xwe dihatin lê êşên herkesî li qadê dibû êşa hevpar. Her yek ji wan derveyî qurbaniyên xwe ji bo qurbaniyên din jî hêsir dibarandin. Her yek ji wan derveyî xwe ji bo yê din jî dua dikirin û her yek ji wan derveyî xwe ji bo yê din jî hêvî dikirin. Li qadê her yek ji wan dibû hemû wek êşên û trajediyên xwe. Ew qada bîranîna şehîdan dibû qada hevpar a êşa civakê. Ji ber wê, gava ku gavên xwe bavêtina qada bîranîna şehîdan êdî ji yek kesî derdiketin dibûn civak. Li qada bîranîna şehîdan ‘Ez’ dibû ‘Em’, hemû der dibûn Şengal û ferman.

Tu baran nikare hênik bike dilên bi hawaran hatibû dorpêçkirin

Li qada bîranîna şehîdan hawar bilind dibûn û ji hawaran perdeya ezman diqelişiya. Ezman ji xwe fedî dikir ji rengê xwe yê şîn. Dixwest bi ewrên xwe sih bibe ji hawaran re, hênik bike dilên bi hawaran dihatin şewitandin. Lê ezman jî dizanî tu ewr, tu baran nikare hênik bike dilên bi hawaran hatibû dorpêçkirin. Ancax yek tişk dikarê agirê dilên bi hawar bitefîne û hênik bike, ew jî bicihanîna edaletê û dîtina windahiyan. Ancax ev tişt dikarin agirê dilê bi hawar hênik û aram bike.

Dayîka Şengal û dayîka Ferman

Wekî me got herkes bi çîrok û êşên xwe tevlî qada bîranîna şehîdan dibû. Du dayîk, yek ji wan bi hezaran kesan bûn ku çîroka her yek ji wan temamkera çîroka hevdû bûn. Lê wekî me got qada bîranîna şehîdan nedişibiyan tu qadeke din, di nav vê eş û hawarê de, di guhdarkirina çîrokên dayîkan de, me her tiştî ji bîr kir wek pirsîna navê wan. Ji ber vê em ê bi xwe navek bidin her du dayîkan ku bila bibe temsîliyet û sembola êş û hawarên wan. Yek ji wan bibe dayîka Şengal ya din jî bila bibe dayîka Ferman. 

Li çiyayan li zarokên xwe digere

Dayê Şengal ji gundê Dohleyê ye. Dema reva ji fermanê, ji hêla erebên nêzî gundê wan ve rêya wan tê birîn û tên girtin. Dayê Şengal wan rojan, girtina malbata xwe ya ji hêla gundiyên Ereb, xilasbûna xwe wiha tîne ziman: “Em ji tînan mirin, ji birçîna mirin, em ji rezîlî mirin, em ji germa mirin, em ji zinaran wer bûn. Û roja fermanê em çûn, bi malbata xwe re çûn gundekî ereban ku ne dûrî gundê me bû. Lê pêşiya me birîn û em girtin. Em girtin û heta êvarê me li odeyekî kifil kirin. Lê ber bi êvarê komeke gerîla hatin nizanim ji ku hatin dibe ji rêya Duhokê ve hatin û gundiyên ereban ku em lê bûn gule li komê gerîla reşandin. Û sîlehê wan li odeya ku em tê de bûn, hatin sîlehên xwe birin. Piştî derî vekirin em bazdan û me got aha em xilas bûn. Piştî em xelas bûn me berê xwe da Zaxoyê û ev 5 sal in ez vegeriyame Şengalê. 4 zarokên min hene û piştî fermanê her çar zarokên min jî berê xwe dan Ewropayê, niha ez bi tena serê xwe di bin xanî de me, xaniyê min a ax û li ber ketinê ye. Û hingî ez giriyame çavên min baş nabînin. Bi xwedê tu kes ji bo me tiştek nake, ez bawer nakim. Hêvî û daxwaza me dayîna hestiyên windahiyên me ne.”

Ji parastina cewherî bêpar mane

Lê dema dayîk çîroka xwe ya roja fermanê û odeya ku lê hatibûn kifilkirin dike, tiştek bala me kişand, çekên Ereban di odeya ku hatibûn kifilkirinê de bûne. Lê tevî vê jî yek ji wan nefikiriye û negotiye ka ‘em van çekan bikar bînin û xwe rizgar bikin.’ Lê em hemû baş dizanin sedema vî tiştî çi ye, ji ber heta roja fermanê civak bê îrade hatiye hiştin, her tim ji hêla hêzeke din ve hatiye rêvebirin û di bin navê ‘em ê we biparêzin’ de bê parastin mane, ji parastina cewherî bêpar mane. Ev rewş hiştiye ku nikaribin xwe biparêzin, ji xweparastinê bitirsin. 

Kaosa hesteke tevlihev

Dema mirov çîroka dayê Ferman guhdar dikir, mirov nedizanî çi bêje, ji bo ji fermanê rizgar bûye kêfxweş bibe yan derveyî wê tu kes ji fermanê rizgar nebûye xemgîn bibe. Mirov diket nav kaosa hesteke tevlihev. Rojek beriya êrîşa DAIŞ’ê dayê Ferman ji bo biçe şîna zavayê xwe ji mal û gundê xwe dertê lê dema fermanê dibhîze bêyî ku haya wê ji girtina zar û hevjînê xwe hebe, berê xwe dide çiya û li çiyê zarokên xwe digere.

Ji tîna mirin, ji birçîna mirin...

Pêvajoya fermanê û tiştên ku dîtin û jiyan dayê Ferman bi van hevokan tîne ziman: “Her tim li ser Êzidiyan ferman e. Nabe du meh ferman tê, nabe salek fermanek din tê. Her ferman e. Bixwedê zarên me ziravqetî bûn, hemû zarên me ji me girtin. Rojek beriya fermanê ez çûbûm şîna zavê me, haya min ji fermanê nebû. Hemû zarokên min bi bavê wan re birine. Du birayên min li Koço hatin girtin, zarokên tiyên min hatin girtin. Ji nav hemûyan ez tenê filitîm, 9 rojan li çiyê mam û li çiyê zarokên xwe digeriyam. Min nedizanî zarokên min ketine dest û min li çiyê zarokên xwe digeriyam. Gelek kes ji wan çiyayan wer bûn, ketin û mirin. Ji tîna mirin, ji birçîna mirin...

Em ditirsin bêyî dîtina zarokên xwe bimirin

Piştî fermanê du zarên min keçek û kurek min ji destê DAIŞ’ê hatin, ji destê nebixêran hatin. Lê DAIŞ’ê hingî tade li wan kiribûn, hingî li wan dabûn, mirin. Keça min tenê şevek gel min ma û li nexweşxaneyê mir. Kurê min jî piştî du salan mir. Kurê min dema polîsek didît ji tirsan dihat xwe dikir malê, xwe vedişart. Her du zarên min jî ji ber dîtina tade û zilma giran mirin. Her roj li me ferman e. Em tenê hestiyên xwe dixwazin, bila hestiyên me bidin me. Hinek ji malbatan hene zarên xwe nedîtine. Dema keçeka min a biçûk ku ket destê DAIŞ’ê li ber şîr bû, hîn şîr dimijiyan û heke niha bê jî ez wê nas nakim. Hestiyên me yên li çola nadin, bi zanebûn li wan deran dihêlin an jî dibin dakû di pêşerojê de bêjin ka hestî û windahiyên we. Tiştek nema bi serê me êzidiyan nehat. Di ser de jî di vê roja reş de çeteyên li kampa Sûriyeyê tînin û li kampên Musilê bi cih dikin. Ma ev edalet e. Ev 11 sal in ez li ber taq û dîwaran li benda hatina zarokên xwe me. Êşa me hemûyan yek e. Em ji bo dîtina hestiyên xwe hatine vê derê. Êdî bes e, em betilîn, em ditirsin bêyî dîtina zarokên xwe bimirin.”

Di şexsê du dayîkan de bersivdayîna dijmin

Di şexsê van herdu dayîk û çîroka wan de, me êş û trajediya civakekî dît ka çawa hatine qetilkirin û bê îradekirin. Lê di heman demê de di şexsê van her du dayîk û çîroka wan de me hêvî dît, me dîroka ku tevî her tiştî çawa çand û baweriya xwe parastiye, dît. Di şexsê van herdu dayîk û çîroka wan de me îradebûna civakek, ji nû ve avabûna civakek dît û çawa bi hebûna xwe bersiv didin dijminan dît...