Li Silêmaniyê panela ‘Têkoşîn û xweparastina jinan li dijî jenosîdê’
Li Silêmaniyê bi pêşengtiya Nûneratiya Kongreya Star û bi hevkariya Rêxistina Têkiliyên Jinên Kurd panelek bi sernavê ‘Têkoşîn û Xweparastina Jinan li Dijî Jenosîdê’ hate lidarxistin.

Silêmanî – Îro li Restoranta Caesar ya Silêmaniyê, bi pêşengtiya Nûneratiya Kongreya Star û bi hevkariya Rêxistina Têkiliyên Jinên Kurd panelek di bin navê ‘Têkoşîn û Xweparastina Jinan li Dijî Jenosîdê’ hate lidarxistin.
Panel bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre, belgefîlmek li ser jenosîda 3’ê Tebaxê ya li dijî Şengalê hate nîşandan. Girîngiya rizgarkirina civaka Êzidî ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve û rola jinan di rizgarkirina Şengalê ji destên çeteyan ve jî hate nîşandan. Ev hewldana YPG û gerîlayan ji bo jinûve avakirina Şengalê û destpêka avakirina yekîneyên parastina Şengalê ye.
‘Civaka Êzidî di nav gelê Kurd de xwedî rehên kûr in’
Di destpêka panelê de, Çalakvana Jin Geşe Dara Hefîd li ser jenosîda li dijî jinan û têkoşîna qanûnî ya li dijî jenosîdê axivî û got: “Divê em li kêleka gelê Şengalê bin û bi rêya qanûnê çareser bikin. Divê hemû sûc û sûcdariyên li dijî Êzidiyan, bi taybetî jinan, werin darizandin. Civaka Êzidî di nav gelê Kurd de xwedî rehên kûrin. Tawanên ku li dijî wan hatine kirin, di dîrokê de ji aliyê rejîma Baasê ve jî li dijî wan hatine kirin. Ew rastî bi dehan tawanên jenosîdê hatine. Di van dozan de yek jî çeteyên DAIŞ’ê nehatine darizandin ku ev yek şermeke ji bo Iraqê û tevahiya cîhanê.”
Endama Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê Sara Botan jî di panele de axivî û got; “Êşa ku me di vê mehê de, ku salvegera 11’mîn ya Komkujiya Şengalê ye, sûcê qirkirinê bû ku DAIŞ’ê dixwest me ji axa me bê sedem û tenê ji ber ku em Êzidî bûn, ji holê rakin. Bi taybetî jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastî binpêkirinên herî mezin hatin ku di dîroka mirovahiyê de yên weke me tune ne.
Binpêkirinên li dijî Êzidiyan bi piranî li dijî jinan bûn. Lê belê, vî sûcê mirovahiyê civaka Êzidî tune nekir. Vî sûcî hêz da jinên Êzidî. Çarenûsa bi hezaran kesan li Şengalê, bi taybetî ya jinan, hîn jî nayê zanîn.”
‘Li Rojava jinên Kurd xwe li ser bingeha raman û felsefeya Rêber Apo birêxistin kirin’
Her wisa yek ji panelîstan Berdevka Têkiliyên Derve ya Kongra Star Emîne Osê axivî û wiha got; “Di salvegera Komkujiya Şengalê de, gelek şehîd û qurbanî hatin dayîn ku ev bûye bingeha têkoşîna civaka Êzidî ya Şengalê. Di bin navên cûda de, çi olî bin çi etnîkî bin, dewletên serdest ji êrişa li ser jinên Kurd dûr neketin. Ev hemû encama pergala desthilatdariya reş bû. Jinên Kurd zû ev xeterî hîs kirin. Li Rojava jinên Kurd xwe li ser bingeha raman û felsefeya Rêber Apo birêxistin kirin da ku gelê Kurd, bi taybetî jinan biparêze.”
‘Jinên Kurd roleke pêşeng leyîstin’
Di dewamê de Emîne Osê wiha got; “Li Rojavayê Kurdistanê, hemû êrişên li ser gel bê encam man. Ji ber ku rêxistin hebû. Jinên Kurd di vê hewldanê de roleke pêşeng leyîstin. YPG û YPJ’ê encama vê hewldanê bûn û paşê gihiştin jinên Ereb û olên cûda. Heta niha jî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erk û mafên jinan diparêze. Bi taybetî jî wekheviya di navbera mêr û jinan, gelek bendên din, ku hemû di berjewendiya jinan de ne. pergala hevserokatiyê jî sabite û jin biryarên li ser xwe, bixwe didin. Ev di kesayetiya jinên Kurd de ji bo hemû deverên rizgarkirî derbazdare. Mijara mezinkirina zarokan bi perwerdeyê ketiye ser milê jinan, bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê.”
‘Divê hewldanên me yên ji bo parastina destkeftiyên me û ji bo yekîtîya me bidome’
Di dawiyê de Berdevka Têkiliyên Derve ya Kongra Star Emîne Osê ev tişt got; “Ji aliyê siyasî ve, qonaxa guhertin û nûjenkirinê yekîtîya jinên Kurd ji bo parastina destkeftiyên şehîdan pêwîst dike. Ji ber ku hêzên ku jinan komkujî kirin, niha li herêmê desthilatdarin, gefa heyî hîn berdewam dike. Em dibînîn ka gelê Durzî ji rejîma nû ya Sûriyeyê li rastî êriş û zilmeke çawa hat. Ji ber vê yekê, divê hewldanên me wekî jinan ji bo parastina destkeftiyên me û ji bo yekîtîya me bênavber bidomin.”