Li Tûnisê lêpirsînên piştî 4 salan
Doza xwepêşandanên li dijî referandûma destûrî ya Serok Kais Saîd a li Tunisê ya di sala 2022’an de pêk hatibû, ji nû ve hate vekirin. Gazîkirina gelek çalakvanan ji bo lêpirsînê ya ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, rastî rexneyên rêxistinên mafên mirovan hat.
Navenda Nûçeyan – Her çend derdorên mafên mirovan rexneyên xwe yên li ser ‘sînordarkirina azadiyan’ didomînin jî, doza xwepêşandanên ku di 22’yê Tîrmeha 2022’ayn de li Tûnisê hatin lidarxistin, ji nû ve derket holê. Biryara rayedaran a gazîkirina hin çalakvanan ji bo lêpirsînê, nîqaşê ji nû ve geş kir.
Ev xwepêşandan li dijî referandûma Serok Kais Saîd li ser pêşnûmeya destûra nû hatin organîzekirin û gelek nûnerên civaka sivîl tê de beşdar bûn. Xwepêşandan wekî beşek ji pêvajoya siyasî ya piştî 25’ê Tîrmeha 2021’an hatin dîtin.
Komên opozîsyonê vê pêvajoyê wekî ‘derbeyek destûrî’ bi nav dikin, lê alîgirên hikûmetê wekî ‘sererastkirina pergala siyasî’ bi nav dikin.
Lêpirsînên piştî 4 salan
Çar sal piştî bûyeran, tê ragihandin ku doz ji nû ve hatiye vekirin û yekîneya sûc, li Ben Arous ji bo lêpirsînê gazî hin beşdaran kiriye. Tê payîn ku ev kes di rojên pêş de îfadeyên xwe bidin. Di nav kesên ku hatine gazîkirin de Fatma El-Mutamri, Îman Ben Jouira, û Rehma El-Xachanawi hene. Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, hin kes di dawiya sala 2024’an de ji bo lêpirsînê hatine gazîkirin û tê payîn ku komeke nû paşê di lêpirsînê de cih bigre.
Dozên li dijî çalakvanên siyasî
Ev lêpirsîn piştî zêdebûna dozên li dijî çalakvanên siyasî û sivîl ji sala 2021an vir ve bûne mijara nîqaşek ji nû ve. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku rayedar qanûnên cezayî û rêziknameyên nakok bikar tînin da ku dengên nerazî biçewsînin.
Rêxistinên wekî Lîga Tûnisê ya Parastina Mafên Mirovan û Parêzerên Bêsînor diyar dikin ku di azadiya derbirînê û beşdariya siyasî de li welêt kêmbûnek çêbûye.
Di vê navberê de, çalakvan vê pêvajoyê wekî "sînordarkirina azadiyan" bi nav dikin û diyar dikin ku beşdarên xwepêşandanan, dibin hedef û ev bandorek astengker diafirîne.
Di medyaya dîjîtal de, gelek bikarhêner bang dikin ku "dozên azadiya derbirînê bi dawî bibin" û balê dikişînin ser atmosfera siyasî ya ku her ku diçe li welêt sînordar dibe.