60 parêzeran ji bo mudaxeleya lezgîn bang li NY’ê kirin
60 parêzerên ji Îran û çar aliyên cîhanê, nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şandin û daxwaz kirin ku bi awayekî lezgîn mudaxeleya Îranê bike û hişyarî dan ku êrîşên hêzên rejîmê gihîştin "sînorê sûcên li dijî mirovahiyê".
Navenda Nûçeyan - 60 parêzerên ji baroyên Îran, DYE, Elmanya, Fransa, Tirkiye û Ukraynayê, di 14’ê Çileya 2026’an de nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şandin û daxwaz kirin ku bi awayekî lezgîn mudaxeleya Îranê bike.
Îmzekarên ku ji parêzer, dadwer û lêkolînerên hiqûqî pêk tên, hişyarî dan ku rewşa li Îranê gihîştiye "sînorê sûcên li dijî mirovahiyê" û bal kişandin li ser êrîşên berfireh û pergalî yên hêzên rejîmê ya li dijî sivîlan.
Di nameyê de gelek binpêkirinên mîna qutkirina torên înternet û ragihandinê ji bo pêşîgirtina li çavdêrî û belgekirina serbixwe ya sûcan, bikaranîna guleyên zindî û nîşangiran a li dijî xwepêşandanên aştiyane, windakirinên bi darê zorê, veşartina nefermî ya kesên jiyana xwe ji dest dane, zexta li ser malbatan, êrîşên li ser nexweşxaneyan, girtina birîndaran, bûyerên berfireh ên korbûna mayînde ya ji ber birînên giran, bi berfirehî hatin destnîşankirin.
Di nameyê de hate destnîşankirin ku zarok jî di nav de bi hezaran kes bêyî darizandinê hatine girtin, rastî hucreyên yekkesî û îşkenceyê hatine û zêdebûna karanîna hêzên ne herêmî ya di tepeserkirina xwepêşandanan de mîna nîşaneya tundiya navendî hate hesibandin. Îmzekaran, bang li NY’Ê kirin ku van binpêkirinan mîna sûcên li dijî mirovahiyê nas bike, mijarê bişîne Konseya Ewlekariyê û lêpirsînên serbixwe xurt bike.
Di dawiya nameyê de hate diyar kirin ku bêdengiya civaka navneteweyî binpêkirina erkên wê yên parastina sivîlan e û hate gotin ku îmzekar amade ne ku her agahdarî û belgeyan bidin mîsyona pêşîlêgirtinê ya NY’ê.