15 sal di ser şoreşa Tûnisê re derbas bû lê nearamî didome

14’ê Çileyê di bîra jinên Tûnisê de xalek krîtîk a werçerxê ye. Bi deh hezaran kes bi daxwaza başkirina şertên welêt daketin qadan. Lê belê tevî 15 sal derbas bûye, hê ev rewşa ne aramiyê didome.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis- Jinên Tûnisê, wek hemû Tûnisiyan, piştî Bin Alî ji desthilatê ket, ji bo pêşerojek baştir daxwaza guherînê kirin. Xebat û rûmet derketin pêş, maf û azadiyên ku di wê demê de rastî astengiyên cidî hatin, şopandin. Di pêvajoya derbasbûna demokrasî û şoreşê de tevî rola navendî ya ku lîstiye jî, îro xala ku jin hatinê, di hinek qadan de baş bû. Lê belê bi taybetî di serî de maf û azadî di gelek qadan de di mijara paşketinek sîstematîk vegere yekbûna nêrînan heye.

Di vê çarçoveyê de, parêzvana mafên mirovan û Alîkara Seroka Lîga Parastina Mafên Mirovan a Tûnisê Nejat ez- Zemmurî wiha got: “Di ser serhildana 14’ê Çileya 2011’an re 15 sal derbas bû. Di vê şoreşa ku Tûnisî bi daxwaza azadî, rûmet û edaleta civakê daketin qadan de, jinan li kuçe, kolan, tax, gund û bi taybet li herêmên ji paytextê dûr ên wek Sidî Bouzid, Kasserîne û Talayê, di çeperên herî pêş de cih girtin. Lê belê îro, piştî ev qas sal li Tûnisê di mijara mafê jinan de seknek vekirî û rexnegir wek tabloyek neçarî derdikeve pêşiya me.”

‘Mafên mirovan bipaş ket, derdorên sivîl bi fikar in’

Nejat ez- Zemmurî diyar kir ku piştî 15 salên şoreşê, mafên jinan ku li bendê bû bi hêz bibe di asta bi fikar de bipaş ketiye û wiha got: “Bi destûra Bingehîn a 2014’an, di encama têkoşîna dirêj a heta 2017’an de zagona hejmar 58’an ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hatî sererastkirin, destkeftiyên girîng pêk anîne. Lê belê ev destkeftî baş nehatine parastin. Di sala 2014’an de bi saya rêgeza nûnertiya wekhev, rêjeya jinan a parlementeran di ser ji sedî 30’yî de bû, di zagona hilbijartinê de di encama terkdayîna partiyan ket ji sedî 16’an. Li cihê ku divê destek bidin destkeftiyên jinan, paşketin hate jiyîn. Şikestina jinan zêde bû, bi taybetî li herêmên gundewar û hundirîn ên şoreş destpê kiriye.”

Di nav jinan de rêjeya bêkariyê zêde dibe

Nejat ez- Zemmurî  da zanîn ku gelek jin ji ber dozên li ser xizaniya jinan, deyn, binpêkirinên biçûk, an jî siyasî civakî an jî di çarçoveya lêpirsînên li ser bingeha mafan de hatine girtin. Nejat got ku vê rewşê jî rêgeza rêjeyan binpê kiriye, bi standartên navnetewî re bi nokok e, rê li ber perçebûna malbatan û bêparmayîna zarokan a ji dayîkên wan vedike.

Nejat ez-Zemmurî wiha domand: “Tiştên îro li Tûnisê jinan jiyan kiriye, ne pirsgirêkek sînordar û demki ye. Ev nîşaneya krîzek kûr a siyasî ye. Bêyî wekheviya rast, ji zêdetirî nîvê civakê di aliyê mafên xwe de paşketinek jiyaye. Ji ber vê piştî 15 salên têkoşînê êdî ne ji bo parastina destkeftiyên xwe ye, ji bo parastina destkeftiyên heyî û ruhê şoreşê ya mayî ye. Mafê jinan ê bingehîn, projeya demokratîk a rast e.”

‘Jinan destkeftiyên girîng bi dest xistin’

Endama Çepera Mafên Jinan û Wekheviyê û Aktivîsta Mafê Jinan Hacer Nasir da zanîn ku piştî şoreşa 2011’an, li Tûnisê di qada mafê jinan de teqînek wek bêhempa hatiye jiyîn, jinên Tûnisê di qada civakî û tevgera civakî û siyasî de bi awayek bi hêz cih girtiye û got: “Hebûna jinan û têkoşîan wan a di qada mafê jinan de destkeftiyên girîng bi dest xistiye. Yek ji destkeftiyên herî girîng ku piştî şoreşa 2011’an hatî bidestxistin zagona ji holêrakirina tundiya li dijî jinê ya hejmar 58 a sala 2017’an e. Ev zagona yekem bû ku hewl da jinan ji her cûreyê tundiyê biparêze.”

Metnên hiqûqî hene, pêkanîn lewaz e

Hacer Nasir da zanîn ku li gorî daneyên Enstîtuya Îstatîstîkên Netewî, tevî hebûna zagona hejmar 58, piraniya bûyerên tundiyê di nava malê de tên jiyîn. Hacer got ku sedemên wê jî pêkanîna sînordar a mekanîzmayan û lewazbûna wê ye û wiha pê de çû: “Newekheviya di qada aborî û civakê de hê kûr e. Li Tûnisê jin beşek mezin a lênêrîna malê digre ser milê xwe. Ev rewş rasterast bandorê li perwerde, jiyana kar û serxwebûna aboriyê dike. Rêjaya bêkariyê di nava jinan, ciwanên zanîngeh temam kirî de li gorî ya mêran gelek zêdetir e. Di nava ên ku mezûn bûne de rêjeya jinan hê zêdetir e.”

‘Gelek jin ji aliyên mêrên nêzî xwe ve hatine kuştin’

Hacer Nasir destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê û cînayetên jinan didome û wiha got: “Ji Çileya 2025’an heta Îlona 2025’an 22 jin ji aliyê hevjîn û kes û karên xwe ve hatine kuştin. Ev jî lawaziya polîtîkayên parastin û pêşîlêgirtina cînayetan radixe ber çavan. Zext û  qedexeyên rasterast li ser mafên jinan, parastina wan û destekdayîna wan, êrîşek e.”

Hacer Nasir bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Li Tûnisê zagonên me yên girîng ku divê werin parastin hene. Lê belê divê rastiya siyasî û civakî were dîtin. Em di civakeke ku tundiya li dijî jinê normal dike de dijîn. Divê em bizanin paşketina di mafên jinan de, di heman demê de tê wateya gav paşdeavêtina hiqûqa dewletê ye. Parastina mafên jinan û demokrasiyê, di heman demê de parastina dewleta hiqûqê û edaleta siyasî ye.”