Komeleya Jinan a Rosa kongreya xwe diyariyî Denîz Çiya kir

Komeleya Jinan a Rosa, kongreya xwe ya 4'emîn a asayî ji bo Denîz Çiya ku li Şêx Meqsûdê li dijî çeteyên HTŞ'ê çalakiyeke fedaî kir û îşkence cenazeyê wê hat kirin, diyarî kir.

Amed – Komeleya Jinan a Rosa 4'emîn kongreya xwe ya asayî li Hola Konferansê ya Elî Emîrî bi dirûşmeya ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi avakirina aştiyeke bi rûmet ve’ li dar xist.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên navçeyan, rêxistinên parêzgeh û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM), Dayîkên Aştiyê, KASED, Komeleya Piştgiriya Jinan (DAKAH-DER), Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Meclîsa Jinan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û gelek rêxistinên din ên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûn.

Kongre bi hilbijartina dîwanê dest pê kir, dû re pêşkêşiyek li ser çalakiyên komeleyê hat kirin. Di dawiya pêşkêşkirinê de, jinan dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kirin û çend deqeyan çepik lêxistin.

Li ser navê meclîsê, aktîvîsta TJA'yê Hulya Alokmen Uyanik axivî û got: “Em bi dengekî bilind li dijî îşkenceya ku di demên dawî de li Helebê li Şehîd Amara hatiye kirin, nerazîbûnê nîşan didin. Em kongreya îro ji bo Şehîd Amara diyarî dikin.” 

‘Em tu caran bêdeng nabin’

Piştre, Seroka Komeleya Jinan a Rosa  Suzan Îşbîlen, axivî û got: “Ez bi rêzdarî li ber gelên ku di bin pêşengiya têkoşîna jinên Kurd de li her çar beşên Kurdistanê dîrok nivîsandine, bejna xwe ditewînim. Ez komkujî û îşkenceya li ser bedenê jinan a li Rojava, şermezar dikim. Em ê tu carî li hember vî sûcî bêdeng nemînin.”

‘Dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadi' li deverên cûda yên cîhanê deng vedide 

Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku Komeleya Jinan a Rosa qadeke rêxistinî bû ku wekî ronahiyek di nav tariyê de xizmet dikir û got: “Ez dixwazim bêjim ku hin hevalên me yên ku em di wê demê de bi wan re di vê rê meşiyan, niha li sirgûnê ne û em li benda wê rojê ne ku ew ê li vir bi me re bin. Li Tirkiyeyê, şevekê hewldanek darbeyê bû sedema girtina hemû rêxistinên me yên jinan. Komeleya Jinan a Rosa, rêxistina me ya yekem piştî wê tarîtiyê, sîwana çavê me ye. Tiştê ku vê rêyê watedar dike, rastiya tevgera jinên Kurd e ku amade ye bedelên hîn mezintir bide. Îro, bi hev re bi hemû jinan re, me got, 'Em bêdeng nînin, em natirsin û em îtaet nakin.' Îro, dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadi' li deverên cûda yên cîhanê kolan bi kolan deng vedide. Em bi evîn û rêzgirtinê hemû jinên ku wate dane vê dirûşmeyê û yên ku mîmarên wê bûn, bi bîr tînin.”

Piştî axaftinan, jinan bi çepikan dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadi" û "Şehîd namirin" berz kirin. 

Piştî axaftinan, rêveberiya nû hate diyarkirin. Zeynep Sipçik bû Seroka Komeleya Jinan a Rosayê.

Temamiya navên rêveberiyê wiha ye: "Zeynep Sipçik, Esra Çîçek Mercan, Buşra Yenturk, Rozan Kahraman, Yasemîn Kaya, Hatîce Yakişir, Ayşegul Sayyigit, Ezgi Çîmen, Fatma Çelîk, Sîdar Duman Oner. Lîsteya Sereke ya Lijneya Kontrolê, Suzan Îşbilen, Seçîl Bozkuş, Rûşen Yakut, Rozerîn Tosun û Şîrîn Bayik."