Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser rewşa Îranê dicive
Civîna Konseya Ewlekariyê ya NY’ê ku bi daxwaza DYE’yê were lidarxistin dê li ser serhildana gel a li Îranê û zextên hêzên ewlekariyê were be. Rêxistinên mafên mirovan, diyar dikin ku ji 3 hezarî zêdetir kes hatine kuştin û 10 hezar kes jî hatine girtin.
Navenda Nûçeyan-Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, ji bo mijara serhildana li Îranê dê civîneke taybet li dar bixe. Li gorî berdevkê demê yê konseya ewlekariyê, rojeva esasî ya civînê dê pêşketinên dawî yên li Îranê û mercên siyasî û ewlehî yên heyî bin.
Hat diyarkirin ku civîn li ser daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê tê lidarxistin. Li bendê ye ku konseya ewlekariyê, li ser aliyên siyasî, ewlekarî û mirovî yên pêşketinên dawî yên li Îranê raweste.
IHR’ê têkildarî binpêkirina raporek weşand
Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Norveçê ye 14’ê Çileyê raporek weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve herî kêm 3 hezar û 428 çalakger hatine kuştin û ji 10 hezarî zêdetri kes hatine girtin.
Rapora IHR’ê, piştrast dike ku di navbera 8–12’ê Çileyê de ku çalakiyên protestoyî gihîştibûn asta herî bilind, herî kêm 3.379 kes hatine kuştin. Ji ber birandina înternetê li Îranê saziyên mafên mirovan nikarin hejmara rast a miriyan tesbît bikin.
Di vê dema ku li Îranê zext didomin de, dîrektorê giştî yê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Philîp Bolopion, bang kir ku ji bo li ser kuştina çalakgeran û zexta zêde ya li welat were axaftin Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi lezgînî bicive.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî ve bi gotinên; “Ji bo li Îranê pêşî li komkujiyan were girtin” hat dayîn de bal hat kişandin ku divê konseya ewlekariyê bi lezgînî bicive. Rêxistinê diyar kir ku ji bo çalakiyên aştiyane ku ji 28’ê Kanûnê ve didomin werin çewisandin her diçe asta zextan zêdetir dibe û vê yekê jî bûye sedema kuştina bi hezaran çalakgeran ku heta niha mînakên vê tune ne. Li gorî rêxistinê, hejmarên fermî jî mirina herî kêm 2000 kesan qebûl dikin.
Pevçûnên leşkerî yên li herêmê û bandora wan a li ser protestoyan
Li aliyê din, duh FlightRadar24, ragihand ku Îranê hişyarî daye qada hewayî ya welat ji bo rabûna balafiran a tîcarî hatiye girtin. Li gorî daxuyaniyê, tenê tenê ji Rêxistina Hewayê ya Sivîl a Îranê divê pêşî destûra firîna ji bo cihên navneteweyî destûra derbasbûn an jî danînê dikare were dayîn.
Katar û gelek welatên herêmê firînên ji bo Îranê betal kirin, hat diyarkirin ku di serî de herêma Kurdistanê, li qada hewayî ya Iraqê balafirên şer difirin. Tê diyarkirin ku baregehên DYE’yê yên li Iraq û Katarê ketine alarmê, hinek hêz jî hatine tehliyekirin.
Vê tabloya ku bi daxuyaniyên rejîma Komara Îslamê ya Îranê û serokê DYE’yê Donald Trump, teşe digrin, ne şerekî vekirî ne jî agirbestê çêdike û herêm ketiye pêvajoyeke pir xirab. Parêzvanên Mafên Mirovan, diyar dikin ku vê aloziya leşkerî û dîplomatîk dibe sedem ku binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê di bin siyê de bimînin.
Li gorî gelek aktivîstan, van hişyarî û gefên ku di qada navneteweyî de tên kirin, tenê nayên weteya desteka ji bo çalakgeran; di heman demê de ji bo zext û komkujiyên ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên kirin, weke hincet tên bikaranîn.