Pêkhateyên Hesekê li dijî polîtîkayên qirkirinê daketin qadan

Pêkhateyên bajarê Hesekê, li dijî dagirkerî û komkujiyên ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker û HTŞ’a cîhadîst ve pêk tê, daketin qadan.

Hesekê – Di 6’ê Kanûnê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker û HTŞ’a cîhadîst êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin. Piştî berxwedana deh rojan a niştecihên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, her du tax hatin dagirkirin û gelek birîndar, şehîd û winda hene.

Bi armanca şermezarkirina van êrîşan, li Hesekê meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de alên QSD, YPJ û hêzên ewlekariya Hundirîn Asayîşê û wêneyên nemirên berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin hilgirtin. Endam û rêvberên saziyên civaka sivîl, Kongra Star û partiyên siyasî beşdarî meşê bûn. Meş li çarxerêya Kevokê ya li Til Hecerê destpê kir,  li ser kolana sereke ya Miftî berdewam kir û li çarxereya Şehîd Serhed ya Miftî, veguherî mitîngek.

‘Ji ber ku taxên Kurdan bûn, hatin hedefgirtin’

Piştî deqeyek rêzgirtin, Şêwermenda Meclîsa Hesekê Kilara Reqa da zanîn ku polîtîkeyek li dijî hebûna gelê Kurd ku dixwazin wan tune bikin û koç bikin, li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dewam dike û wiha got: “Berxwedana şehîdên me û gelê me li dijî du dewletan, di dîroka gelê Kurd de bûye beşek mezin. Berxwedana me dijminê me tirsand û bêyî ku îradeya me bişkê, em li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li dijî hemû rêbazên şer ên ku li dijî me dihatin bikar anîn, rûbirû bûn. Ev şerê bêexlaq li ber çavên cîhanê hate meşandin, kesî dengê xwe nekir. Şêx Meqsûd ji ber ku taxek Kurdan e ku navê wê bûye beşek ji dîroka Kurdistanê û sembola berxwedanê ye, hate hedefgirtin.”

Jinan di serdema nûjen de li dijî rêxistina terorîst a herî xeternak şer kirin’

Kilara balkişand ser gotinên nefret yên ku li dijî gelê Kurd tên kirin û wiha got: “Em jinên Kurdistanê, yên ku di serdema nûjen de li dijî rêxistina terorîst a herî xeternak şer kirin, em ê her tim li meydanên azadiyê, di meydanên rêbertî û pêşengiyê de bimînin, di têkoşîna siyasî û civakî de amade bin. Îro, em dibînin ku li ser medyaya civakî gotinên nefretê yên li dijî gelê Kurd zêde dibin, hewldanek ji bo şikandina îradeya me û têkbirina berxwedana me heye. Lê em piştrast dikin ku şehîdên me di dil û bîranînên me de dijîn û berxwedana me dê heta ku azadî û edalet pêk were berdewam bike.

‘Gel biryara berxwedana li hember cîhadîstan da

Bi nave Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ciwan Hesekê jî tekez kir ku biryara berxweda Şêx Meqsûd biryara gelê wê ye û wiha berdewam kir: ”Êrîşa li dijî gelê me ji destpêkê ve dihat pilankirin, tevî hemû hewldanên fermandar û rêvberên me yên ji bo aramkirin û gihîştina rêkeftinek, amadebûna HTŞ’ê ji bo şer bû, ne ji bo aştiyê. Em ji destpêkê ve samîmî bûn û biryara şer qet ne ya me bû. Em hîn jî alîgirên aştiyê ne. Divê gelê me bizanibe ku biryara rûbirûbûna dijmin li Şêx Meqsûd di destê gel û qehremanên wê de bû û me qet ji fedakariyê dudilî nekiriye. Di vê qonaxa dîrokî de hişyarkirin pêwîst e.”

Meş bi dirûşmeya “Bijî Berxwedan” bi dawî bû.