SOHR: Li herêmên cuda yên Sûriyê 14 jê jin bi dehan kes hatin qetilkirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka meha Çileya 2026’an vir ve li bajarên cuda yên Sûriyê 14 jê jin û 13 jê zarok 93 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku mirin ji ber kaosa çekan û têkçûna ewlehiyê çêbûne.

Navenda Nûçeyan – Li deverên ku di bin kontrola cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam de, di mehên dawî de cînayetên li dijî sivîlan û qelsbûna ewlehiyê bi awayekî cidî zêde bûn. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), destnîşan kir ku ji destpêka meha Çileyê ve jin û zarok jî di nav de 93 sivîl hatine qetilkirin.

Di raporê de hate destnîşan kirin ku mirinan bi awayên cûrbecûr ên mîna gulebaranên bêserûber, bombebaranên hevbeş, darvekirinên rasterast û cînayetên mezheb çêbûne. Her wiha sivîl ji ber teqîna bermahiyên şer jî jiyana xwe ji dest dan.

SOHR’ê diyar kir ku bûyer bi awayên cûrbecûr çêbûne û got: “Teqîn, bombebaranên hevbeş, cînayetên li ser bingeha mezhebî û sûcan, nakokiyên navmalî, darvekirinên keyfî, îşkence û mirina zarokan a ji ber gaza rondikrêj pêkhatiye û di êrîşên li dijî Helebê de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan.”

SOHR’ê, bang li hêzên kontrolê di bin destê xwe de digrin kir r ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî ya li hember qadên sivîl bicîh bînin û pêşî li karanîna bêkontrol a çekan bigirin.