‘Li Suriyeyê di 10 seatan de bi kêmanî 10 kes hatin qetilkirin’
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di 10 saetên dawîn de bi kêmanî 10 kes hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – SOHR’ê ku der barê mijarê de hin hurgulî parve kirin da zanîn ku li gundewarê Laziqiyê di êrişa çekdarên nenas de zarokekî Elewî jî di nav de 4 kes htin kuştin, li Derayê jî jinek li mala xwe bi çeka kurê xwe ku pê dilîst jiyana xwe ji dest da.
Hate diyarkirin ku li gundê Eyn El Cumcuma yê gundewarê rojhilatê Helebê di êrişekê de serokê kooperatîfekê hat kuştin. Li gundewarê Şamê jî du ciwan ku çend roj berê ji aliyê çekdarên desthilata Şamê ve hatibûn binçavkirin hatin îdamkirin.
Li gundewarê rojavayê Humisê jî ciwanek ku ji aliyê çekdarên desthilata Şamê ve hatibû girtin, kuştî hat dîtin.
Li gorî SOHR, li bajarê Hemayê jî çekdarên nenas kesek bi tawana tevkariya bi rejîma Baas’ê re qetil kir.