Li Sûdanê mamosteyên jin li dijî zextan jî perwerdê didomînin
Di demekê de ku şer û pevçûnên berdewam li Sûdanê perwerdehiyê gihandine ber hilweşînê û 14 milyon zarok ji dibistanê bêpar mane de, mamosteyên jin tevî hemû zehmetiyan jî ji bo domandina perwerdehiyê têdikoşin.
MEYSA EL-QADÎ
Sûdan – Mamosteyên jin ên li Sûdanê, di du salên dawî de serdema herî dijwar a dîroka perwerdeyê ya welat jiyan kirin. Li paytextê û hinek bajarên din şer rû da û ev yek welat kir nav qeyranek bêhempa. Îro Sûdan, bi yek ji mercên perwerdehiyê yên herî zehmet yên cîhanê re rû bi rû ye û bi qasî 14 milyon zarok ji dibistanê dûr ketin. Ev yek qeyrana perwerdehiyê ya herî mezin a li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ye.
‘Jin di perwerdeya zarokan de rolek bingehîn dilîzin’
Mamosteya dibistana seretayî Daliya Mihemed, balkişand ser girîngiya rola jinan a di pergala perwerdehiyê de û destnîşan kir ku jin stûna perwerdehiyê ne. Daliya ragihand ku jin beşdarî avakirina nifşên nû dibin, di perwerdeya zarokan de rolek bingehîn dilîzin û wiha domand: “Beşdariyên jinan di vî warî de, stûna bingehîn a avakirina pêşeroja welat e û pêdivî bi dabînkirina piştgirî û baldariya pêwîst a ji bo wan heye ku bikaribin mîsyona xwe ya perwerdehiyê bi tevahî bicîh bînin.”
Daliya Mihemed, derbarê piştgiriya ku ji bo mamosteyên jin hewce ye de wiha got: “Him piştgiriya madî û him jî ya manewî hewce ye û divê jin ji bo vê karê bên teşwîqkirin. Dabînkirina çavkaniyên perwerdehiyê yên pêwîst û naskirina statuya mamoste, di civakê de pir girîng e. Bi saya vê piştgiriyê, mamosteyên jin dê bikaribin her tiştê bi sûd bidin nifşên nû û beşdarî avakirina pêşerojek geştir a ji bo welat bibin.
‘Gelek mamoste neçar man dev ji karên xwe berdin’
Daliya Mihemed, behsa bandora şer ya li ser perwerdehiyê kir. Daliya da zanîn ku gelek mamoste neçar mane dev ji karên xwe berdin û koç bikin û wiha domand: “Şert û mercên zehmet, fêrbûna zarokan dijwar kir û bandor li tenduristiya wan a derûnî kir. Lê em mîna mamoste, hewl didin ku çi ji destê me bê em bikin, piştgiriyê bidin zarokan û digel hemû zehmetiyan jîngehek fêrbûnê ya bi ewle û aram a ji bo zarokan, mîsoger bikin. Li herêmên pevçûnê perwerde hatiye astengkirin û hejmara xwendekaran kêm e. Gelek hevalên min ên mamoste xwendekaran li malan kom dikin û ji sifirê dest bi fêrkirina wan dikin. Her wiha gelek mamoste di vê pêvajoyê de jiyana xwe feda kirin. Êş û azar tenê bi mamosteyên koçber re sînordar nebû.”
Daliya Mihemed, destnîşan kir mamosteyên ku li deverên ewletir dixebitin jî rastî zextek mezin tên û wiha axivî: “Em piştgiriyê diein dibistanên heyî û bi zehmetiyan re mijûl dibin, lê em jî hewceyê piştgiriyê ne. Herikîna hejmareke mezin ji xwendekarên koçber,e barê me zêde kir û em neçar kirin ku em demjimêrên dirêj bixebitin. Wekî mamosteyên koçber me di dîtina derfetên kar de zehmetî kişand, ji ber ku dibistan pir caran tijî bûn û ne hewceyî karmendên zêde bûn. Lê belê me bi xebata ji malê, jêhatîbûna xwe îspat kir.”
‘Şer bandorek kûr li ser pêvajoya perwerdeyê kir’
Daliya Mihemed, diyar kir ku mamosteyên nû li herêmên ku lê koçber dibin pirî caran nayên naskirin û şansên wan yên karkirinê pir kêm e. Daliya wiha got: “Her wiha mûçe ne rêkûpêk bûn û di bin kêmkirinan de bûn ev jî rewşa mamosteyên koçber hîn xirabtir kir. Bê guman, şer bandorek kûr li ser pêvajoya perwerdeyê kir, lê bi saya hewldanên berdewam, rewş aram bibe. Gelek dibistan ji nû ve hatine vekirin û mamoste bi baldarî dixebitin ku bernameya xwendinê bicîh bînin. Em hewl didin tiştên hatibûn hilweşandin ji nû ve ava bikin û gav bi gav bi hêvî ber bi pêş ve biçin.”
‘Zehmetiyên hêyî bandorê li pêşketina civakê dikin’
Mamoste û pispora perwerdeyê Sûriya Elî El Hesen jî, diyar kir zehmetiya herî berbiçav a ku jin pê re rû bi rû dimînin gihîştina perwerdehiyê ye û got: “Xizanî gelek jinên ciwan neçar dike ku dev ji dibistanê berdin û ji bo xwedîderketina li malbatên xwe bixebitin. Di heman demê de zewaca zû wan ji derfeta perwerdehiyê bêpar dike. Ev zehmetî bandorê li pêşeroja wan dikin, derfetên wan ên di jiyanê de sînordar dikin û bi gelemperî bandorê li pêşketina civakê dikin. Divê malbat piştgiriyê bidin zarokên xwe yên keç û wan teşwîqî perwerdehiyê bikin. Rola civakê ew e ku hawîrdorek fêrbûnê ya bi ewle peyda bike û piştgiriyê bidin mamosteyan. Civaka herêmî jî bi dabînkirina hawîrdorek bi ewle beşdar dibe.”
‘Jin bingeha civakê ne’
Sûriya Elî El Hesen, girîngiya piştgiriya jinan a di perwerdehiyê de bi bîr xist û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bi zêdekirina hejmara dibistanan, pêkanîna bernameyên fêrbûna ji dûr ve, baştirkirina hawîrdora perwerdehiyê û zêdekirina hişmendiyê li ser girîngiya rola jinan a di perwerde û pêşketinê de girîng e. Hevkarî bi rêxistinan re jî mimkun e. Ji ber ku jin bingeha civakê ne, dayîk dibistanek mezin e û bi riya wê zanebûn û ehlaq tê avakirin.”