JINNEWS: Di Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin kuştin

Li gorî bîlançoya tundiyê JINNEWS’ê di meha Mijdarê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 23 jin û 3 zarok hatin kuştin û 8 jin û 3 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên bêcezahiştinê, gotinên îktîdarê û pergala serdest a mêr her roja ku derbas dibe dibe sedema jin û zarokan. Her wiha kuştin, destdirêjî û tundî bi rêbaza darazê tên veşartin.

Li gorî bîlançoya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin kuştin. Bêtir ji hêla naskiriyên xwe ve tên qetilkirin. Her wiha 8 jin û 3 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 

Li Stenbolê 4, li Bursayê 2, li Erziromê 1, li Aksarayê 1, li Kirklareliyê 1, li Edîrne 1, Li Îzmîrê 2, li Amedê 1, li Qersê 1, li Kayseriyê 3, li Antalyayê 1, li Dîlok’ta 1, li Enqerê 1, li Bîlecikê 1, li Mêrsînê 1 û li Xarpetê ji jinek hat kuştin.