Salekî Sûriyeyê: Komkujî, revandin û berxwedana jinan a mezin dibe

Li Sûriyeyê, di nava salekê de bi hezaran sivîl hatin qetilkirin, bi sedan jin hatin revandin, jin tevî zext û tarîtiyê li kolan, mala xwe û qadên jiyanê têkoşîna xwe domandin.

SENA EL-ALÎ

Navenda Nûçeyan – 8’ê Kanûna 2024’an, di dîroka Sûriyeyê de bû xalek werçerxê. Hem muxalîf û hem jî alîgirên desthilatê, hêviyên xwe yên hilweşandina rejîma malata Esad ya 53 salî winda kiribûn, hêzên herêmî û navnetewî biryar dan ku vê çîrokê biguherîn û Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) wek aktorê sereke yê lîstikê anî ser dikê.

Li ser hilweşîna rejîma Baas a Sûriyeyê salek derbas bû û di nava salekê de welat ji komkujiyên ku di dîrokê de nehatî dîtin re bû dik. Li gel hilweşîna rejîmê, gelê Sûriyeyê di destpêkê de bi hêvî bûn, difikirîn ku çareseriyên siyasî ku bi salan kilît mayî, piştî hilweşîna ewlehî û aboriyê qonaxek pêwîst bû. Lê belê îro li herêmên ku HTŞ kontrol dike, zorî li Sûriyeyiyan tê kirin ku pîroz bikin, lê belê di rastiyê de wê çi pîroz bikin?

Hemû kesê ku îro sûcên endamên cîhadîst ên HTŞ derdixin holê, bi ‘alîgirên rejîmê’ tên sûcdarkirin. Ji bo wan tişta hevpar ev e; ‘An tu ji meyî, an jî li dijî me.’ Bivê nêzîkatiyê gelê Kurd ‘parçeker’, Dûrzî ‘sîxor’, Elewî ‘bermahiyên berê yê rejîmê’ û femînîst jî wek ‘Kafir’ û ‘Komploger’ îlan kirine. Gelek kesên ku dîtine li welatên wan îxanet hatiye kirin, ne rejîm ne jî qaşo muxalîf qebul kirine, rêya sêyem hilbijartin. 

Pakkirina cîhadîstên HTŞ

Dîroka avabûna Heyet Tahrir el-Şam û îdeolojiya wê hem li Sûriyeyê hem jî li dinyayê tê zanîn. Lê belê ji nûve zextê Emerîka-Îsraîl, bi erêkirina Tirk, Qeter û Sûdî re weke hêza rizgariya welat anîn ser dikê. Bi kampanyayê di medyaya Ereb de tê meşandin, nasnameya Ebu Muhammed el-Colani (Ehmed Şera), weke qehremanê dema nû anîn ser hikum. 

Hêzên navnetewî û herêmî, li gel medyayê, tevî rastiyê dizanin, bi awayê li gorî berjewendiyê demê bi zanabûn dîrok guhertin. Yek ji faktorê ku ev rewş asankiriye fikrê psîkolojiya ‘keriyê pez’ e.

Ne modelek ku bibe mînak e

HTŞ li Îdliba ku di 2017’an de kontrol kirî, gelê Sûriyeyê ti deman, wek ronahiya rizgariyê mêyze nekir. Ji ber ev îdeolojî ne li gorî pergala Sûriyeyê bû.

Di lîdertiya Colanî de, HTŞ di dema 2017-2024’a de li Îdlibê zext li azadiya îfadeyê kir, mafê jinan hate tepesandin, gendeliyên reveberî û malî destpê kir. Li gel krîza aborî û bê kariyê re ev pêkanîn, dem dem bû sedema protestoyên gel. Gelê Îdlibê û koçberên li bajar bi taybet ji gendelî û binpêkirinan gilî dikin. Yek jî mînaka herî diyar ew bû ku Şadî el-Weyssî di sala 2015’an de li navçeya Maarrat Misrîn ya Îdlibê du jin li qadê darve kiribû, li cihê ku wî ceza bikin, di rêveberiya nû de ew kirin wezîrê edaletê.

Înfazê xwe dispêrin nasnameyan

Rastiya li qadê, nîşan dide ku binpêkirinên li dijî sivîlan didome, tolhildan û tundiya herêmî û mezhebî car din vegeriyaye.

Li gorî rapora 8’ê Kanûna 2024- 5 kanûna 2025’an a Navenda Şopandina Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), herî kêm 8835 sivîl hatine qetilkirin. Ji vana 512 zarok, 676 jî jin in. Hema bêje hesabdayîn nîne ewqas kêm e, mekanîzmayên edaletê bi temamî tine bûye.

Di nava binpêkirinan de înfazên bê daraz, darvekirinên qadê, bi taybet bûyerên revandina jinên Dûrzî û Elewî, Îşkence, hedefgirtina raste rast a sivîlan, êrîşên ku li herêmên cûda dûbare dike cih digre. Di heman demê de welat ji êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên Îsraîl ku başûr û Şamê kirî hedef nehate parastin.

HTŞ di nava salekê de bû koma ku herî zêde sivîl kuştî. Sedemên mirinan dihat guhertin.

Li gorî mehan mirinên jin û zarokan wiha ye:

Meha destpêkê, 21 jin, 34 zarok hatin qetilkirin. Di  Çileya 2025’an de 146, 53 zarok, di meha Sibatê de 46 jin, 42 zarok, di  Adarê de 144 jin, 97 zarok (Destpêka qirkirina Elewiyan), di Nîsanê de 40 jin, 25 zarok, di Gulanê de 19 jin, 49 zarok, di Hezîranê de 31 jin, 25 zarok,  di Tîrmehê de 89 jin 60 zarok (destpêka êrîşên li dijî Suweyda), di Tebaxê de 80 jin, 44 zarok, di Îlonê de 20 jin, 32 zarok, di Cotmehê de 18 jin, 18 zarok, di Mijdarê de 20 jin, 31 zarok, heta 5’ê Kanûnê 2 jin, 2 zarok.

Înfazên xwe dispêrên nasnameyan wek 3071 hate qeydkirin. Ji vana 296 jê jin, 48 jê zarok in, piranî di bûyerên li herêmên peravê de hatin qetilkirin.  

Li gorî rapora Reuters a Hezîrana 2025’an:

Herî kêm 33 jinên Elewî di navbera temenê 16-39 salî de li Hama, Humus, Lazqiye û Tartus hatin revandin. Hinek jê birin Îdlib û hinek jî birin derveyî Sûriyeyê.

Bûyerên tecawizê yê li dijî jin û zarokên keç ji aliyê HTŞ’ê ve hate belgekirin.

Herî kêm 105 jinên Dûrzî hatin revandin, 80 jê hê winda ne.

Beşek jê yên hatine berdan ji ber fikar û tirsan nikarin vegerin malê xwe.

Herî kêm sê jinên Dûrzî, piştî rastî tecawîzê tên tên darvekirin.

Bi giştî hê 763 kes windane.

Hedefgirtina pirrengiyan

Di nava salekê de HTŞ, cihên pîroz ên îbaetê yên ol û meshebên cûda kir hedef, dêr, mizgeft û cihên din ên pîroz. Di nava van de êrîşa terorî ya li dijî Dêra Mar Îlyaz a li Şamê jî heye. Di êrîşê de 25 sivîl di navde zarok mirin, 63 kes jî birîndar bûn.

Gelek cihên pîroz ên civaka Dûrzî û Elewî rastî êrîşan hatin, hatin talankirin û texrîbkirin.

Nebûna edaletê

Komîsyona ku erkdarê lêkolînkirina rastiya, ji ber têkiliyên bi desthilatê re derbarê mexduran de ti pêşketin nehate qeydkirin. Komkujî hemû kesên ku li dijî desthilatê derketine wek sîxor û parçekirina hemwext bi kampanyayên medyayê hate meşandin. Wek di komkujiyên Sûweyda de, sûcên ku hatin kirin, eşîretên Ereb xistin navde û piştre sûc xistin ser wan û HTŞ ji berpirsyartiyê reviya.

Medyaya aligîrê desthilatê, tabloyek manîpule ku li gorî berjewendiyên hêzên herêmê pêşkêş kir. Elewî wek ‘bermahiyên rejîma berê’, Dûrzî wek ‘ajanên Îsraîlê’ û Kurd jî wek ‘parçeker’ bi navkirin û qelişîna civakê kûr kir û zemînê şerê navxweyî amade dike. 

Şanoya derbarê girtîgeha Sednaya de, tevî daxuyaniyan, hê girtîgehên Îdlibê tije mirovên bê gunehin. Binpêkirinên giran ên mafê mirovan û yên ku sûcê şer kirina hê nehatine darizandin.

Berxwedana jina duh têkoşîn bû dê sibe bibe hêvî

Jinên Sûriyeyê li dijî qedexeya perwerdê ya HTŞ’ê, sînordarkirinên tevger û xebatê, komkujî û hemû binpêkirina têdikoşin.

Jinan, xeteriya ku komek di lîsteya terorê ya nevnetewî de cih digre û dijminê jinan hatine ser desthilatê wê gavê hîs kirin. Di xwepaşandana di 19’ê Kanûna 2024’an de li Qada Umeyye ya li Şamê hatî li darxistin de pankarata ku ‘Heta jin azad nebe, welat azad nabe’ hemû pêkhateyan daxwaz kirin ku pergalek ku jin beşdarî rêveberiyê bibin dixwazin.

Lê belê hemû xwepêşandan ne heman bûn. Di protestoyên cûda ku li Şamê hat li darxistin de yek ji beşdarvanan, bi dirûşmeyên olî, da berê qêrîn û got divê jin ji mêran cûda be. Daxuyaniyê hinek kesên nêzî rêveberiya nû jî, hêrsa gel zêde kir. Berdevkê rêveberê siyasî ya muxalefeta Sûriyeyê  Ubeyde Ernaut, got: “Xwezaya jinê, destûr nade ku ew hinek erkan bike, mînak nîkare bibe wezîra parastinê.” Serokê ofîsa karê jinan Aîşe Dibis jî jinan re wiha got: “Ya li gorî fitrata wan li malê bin.”

Redkirina Colanî ya destê Wezîra Karê derve ya Elman Annalena Baerbock bigre, bûyerên ku ji jinek ciwan beriya wêne bikşîne jê bi xwaze serê xwe bi nuxîmîne, nîşan dide ku ew ne Sûriyeyê, koma xwe ya radîkal temsîl dike.

Li Heleb û Şamê di aliyê ku jin serpoş li xwe bikin bang hate kirin. Jinên Dûrzî û Elewî ji bo xwe bi parêzin neçar man serê xwe binixumînin.

Jinan tenê wek mexdur dîtin jî ne raste. Hinek nêzîkatî herçend biçûk werin dîtin jî îfadeyek şênber a berxwedanê ne. Mînak Zerka Sibahiya, roja ku HTŞ’ê li gundê Kabul Avamiye ya li gundewarê Lazqiye komkujî kirî, li ser zarokên wê yên hatin kuştin û neviyên xwe nobet girt, bê tirs li dijî cîhadîstan sekînî.

Fawziyye el Şaaranî, di êrîşa HTŞ ya li Suweyda de dema parastina mala xwe dikir, bi çeka xwe li berxwe da û di şer de jiyana xwe ji dest da.

Îro Sûriye di tunelek tarî de derbas dibe. Lê belê ronahiya heqîqetê heta dawiyê nayê veşartin. Esman çiqas ewr bigre, wê rojekê baran bi bare, roja heqîqetê wê disa derbikeve û wê êşa windahiyên şer kêm bibe. Her çend dîrok were berûvajîkirin, hewl bidin rola jinên tine bikin jî, Suriya wek  gel û jin heq dikin, wê dîsa rabe ser lingan.