Raquel Atain a Bahaî hat berdan

Raquel Atain a Bahaî ku li Îranê hatibû girtin, bi kefalet hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Raquel Ataian a Bahaî ku li bajarê Qemşehrê yê parêzgeha Mazenderanê ya Îranê dijî, piştî serdegirtina mala wê di 1’ê Tîrmehê de hate binçavkirin. Di vê navberê de di bin çavdêriyê de ma û di 6’ê Tebaxê de bi kefaleta 3 milyar Tûmenî hate berdan.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên ewlehiyê yên Îranê avêtine ser mala Raquel Ataian û dest danîne ser laptop, telefonên wê yên desta, pirtûk û hin tiştên malbatê. Piştî binçavkirinê, ew birine cihekî nenas, lê hîn jî derbarê tohmetên wê de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Bûyerê fikarên li ser zordariya li ser kêmneteweyên olî li welêt ji nû ve zindî kiriye.