Deklarasyona jinên Elewî: Em amade ne ku bibin hilgirên aştiyê

Meclîsa Jinan a DAD û DAKB’ê destnîşan kirin ku destûreke nû ya ku li ser bingeha aştî, heqîqet û hemwelatîbûna wekhev esas digire êdî bûye neçariyek û gotin: “Em di pêvajoya destûra nû de amade ne ku bibin xwedî gotin û bibin hêza hilgirê aştiyê.”

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Jinan a Komaleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) û Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Elewî (DAKB), li ser xebatên destûra nû û aştiyê yên li Tirkiyeyê têne kirin, deklarasyonek weşandin û ragihandin ku ew amade ne beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Daxuyaniya ku bi sernavê “rizayetî mafê me ye: Ji bo jiyaneke wekhev, demokratîk û aştiyê, daxuyaniya jinên Elewî ya li ser destûr û aştiyê” wiha ye:

"Me got, “mirovahî neynika kâînatê ye.” Di şeran de mexdûrên herî mezin jî ew kes in ku li xisletên mirovbûnê digerin. Ev lêgerîna xisletan piranî di jin, xweza û zarokan de bedenî dibe. Birînên herî kûr jî di bîra jinan de, wekî bîreke civakî ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe.

Em jinên Elewî, li vî welatî bi sedsalan şahidên şer, qirkirin, komkujî û polîtîkayên înkarê ne. Di bîra me de bi êşên ku nayên jibîrkirin, bi taybetî li Dersim, Çorum û Sêwasê, tevî hemû qirkirinan jî, em di aştiyê de israr dikin.

Şerên îro ne tenê bi çekan, bi wêrankirina çandî, bawerî, zimanî û ekolojîk jî têne kirin. Ji ber vê yekê em dibêjin: lêgerîna heqîqeta jiyanê maf û berpirsyariyeke bingehîn a mirovahiyê ye. Ev berpirsyarî divê bi nêzîkatiyeke wekhev û azadîxwaz, bi prensîbên jiyana hevpar ên ku jiyana civakan diparêzin, bi awayekî adil, wekhev û azad bê bicihanîn. Em destnîşan dikin ku destûreke nû ya ku li ser bingeha aştiyê, heqîqetê û hemwelatîbûna wekhev e, êdî bûye neçariyek.

Aşitî, ne tenê bêdengkirina çekan e; ew bi rûbirûbûna êşên dîrokî yên civakan û bi bingeha wekheviyê ji nû ve avakirina civakê ye.

Em jinên Elewî, xebatên destûr û aştiyê yên li Tirkiyeyê têne kirin bi baldarî dişopînin. Em daxwaz dikin ku ev pêvajo li ser bingeheke civakî ya rastîn bê avakirin û bi wekheviya zayendî û azadiya baweriyê bê xurtkirin. Em dixwazin bînin bîra we ku kêmnûna jinan a di komîsyonê de jî divê bê çareserkirin. Bi vê berpirsyariyê, em îlan dikin ku em amade ne di pêvajoya destûra nû de bibin xwedî gotin û bibin hêza hilgirê aştiyê.

Em bawer dikin ku serkeftina vê pêvajoyê bi van daxwazan dikare bê misogerkirin û em van daxwazan bi raya giştî re parve dikin. Em bang li Meclîsa Mezin a Netewî ya Tirkiyeyê, aktorên siyasî, komîsyona hatî avakirin û hemû civakê dikin ku van daxwazê gelan, baweriyan û jinan li ber çavan bigirin, erkên xwe bi cîhbînin û vê berpirsyariya dîrokî bigirin ser milên xwe da ku rê li ber aştiyê û demokrasiyê vekin.

Daxwazên jinan ên destûra bingehîn

1. Wekheviya Zayendiya Civakî

   - Di destura bingehîn de ne tenê gotina “jin û mêr wekhev in”;

   - Divê bi awayekî eşkere hukmê “dewlet bi pêkanîna wekheviya zayendiya civakî erkdar e” cih bigire.

2. Di Destûra Bingehîn de Qedexekirina Tundiya li Dijî Jinan

   - Tundiya li dijî jinan, tundiya zayendî û tundiya nav malbatê divê di destûrê de bi eşkere bê qedexekirin.

   - Divê Tirkiye dîsa vegere Peymana Stenbolê.

3. Temsîla Jinan: Beşdariya Siyasî û Mekanîzmayên Biryarê

   - Temsîla jinan di siyaset û rêveberiya giştî de herî kêm divê bi %50 di destûrê de bê garantîkirin.

   - Pergala hevserokatiyê divê di destûrê de bê naskirin.

DAXWAZÊN ME YÊN BAWERÎ Û CIVAK

1. Hemwelatîbûna Azad û Wekhev

   - Elewîtî, wekî baweriyeke serbixwe û xweser, divê bi destûrê bê garantîkirin; ne tenê bi awayekî takekesî, divê wek civak jî bê naskirin.

2. Cihên Baweriyê û Bîra Civakî

   - Cihên cemê, wekî cihên îbadetê, divê statûya qanûnî werbigirin; cihên pîroz ên hatine desteserkirin divê bêne vegerandin.

   - Hukmên cihêker ên di Qanûna Teke û Zawiyan de divê bêne rakirin, navê kesan ên ku heqaretê li dîroka Elewiyan dikin divê ji cihan bêne rakirin.

3. Laîklîya Wekhev û Azad

   - Serokatiya Karûbarên Olî divê bê rakirin; divê Meclîseke Baweriyan a serbixwe ya ku hemû baweriyan temsîl dike bê avakirin.

4. Di Perwerdê de Wekhevî û Azadiya Baweriyê

   - Dersên olî yên mecbûrî divê bên rakirin; pergaleke perwerdêyê ya laîk, zanistî û bi zimanê dayikê divê bê avakirin.

   - Dibistanên cemaetan û projeyên li gundên Elewî hatine avakirin divê bên bidawîkirin.

5. Mafên Çandî yê Riyên Elewî

   - Riyên Elewî yên Kurd (Raa/Rêya Heq), bi ziman, bawerî û çanda xwe divê di destûrê de bên garantîkirin.

   - Hemû astengiyên li pêşiya cemên bi zimanê Kurdî divê bên rakirin; her rê divê bikaribe dîroka xwe binivîse.

6. Rûbirûbûna bi Rabirdûyê re û Edalet

   - Arşîvê komkujiyên wekî Dersim, Mereş, Sêwas û Çorumê divê bên vekirin, dewlet divê lêborînê bixwaze û mexdûr bên naskirin.

   - Cihê gorên kesên hatine kuştin divê bên eşkerekirin, gorên komî divê bên vekirin û ev cih divê bibin cihên bîranînê.

7. Têkiliya Xweza û Baweriyê

   - Çiya, av û cihên ziyaretê yên ji bo Elewiyên Kurd pîroz in, divê bi projeyên enerjîyê neyên wêrankirin; derdora cihên pîroz divê bên parastin.

8. Temsîla Demokratîk û Wekheviya Jinan

   - Di mekanîzmayên biryarê de beşdariya jinên Elewî divê bê garantîkirin, pergala hevserokatiyê divê bi destûrê bê parastin.

   - Divê kiryara qeyûmê were dawîkirin; şertên fikarê yê Peymana Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê divê bêne rakirin.

9. Mafên Mirovan û Reforma Hiqûqa Cezayê

   - Divê mafê girtiyên Elewî ku bi rêberên baweriya xwe re hevdîtinê bikin bê naskirin; zagonên cihêker ên wekî TMK divê bên rakirin û biryara Mafê Hêviyê ya AİHM’ê divê bê cîbicîkirin.

   - Di pergala cezakirinê de divê edalet were pêk anîn.

Encam

Em, wekî Meclîsa Jinan a Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) û Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Elewî (DAKB), jinên civakeke ku di tariya şer de heqîqetê hildigire, li dijî înkarê berxwedan dike û bîra xwe winda nake ne.

Destûra nû divê vê bîrê nas bike, bi hemwelatîbûna wekhev bê tacîdarkirin û aştiyê bi hiqûqê garantî bike.

Em şer naxwazin, jiyanê dixwazin, 

Înkarê naxwazin, naskirinê dixwazin, 

Bêdengiyê naxwazin, heqîqetê dixwazin.

Em rizayê didin aştiya civakî û pêvajoya destûra nû, em destê xwe dirêj dikin.

Em jin in, Elewî ne, ji her rengî gel in û em li vir in."