Alîkariyên diçin Suweydayê hat astengkirin
Komeleya Mezopotamyayê ragihand ku Heyva Sor a Sûriyeyê nehişt alîkariyê bigihînin mexdûrên li başûrê Sûriyeyê û Suweydayê.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Alîkarî û Geşepêdanê ya Mezopotamyayê der barê rewșa dawîn a Kampanya "Piştgiriya gelên me yên mexdûr li başûrê Sûriyeyê û Suweydayê" de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
"Ji ber ku em xwe dispêrin rastî û zelaliyê li gel bexşvan, aliyên alîkariyê û dezgehên hikumetê yên pêwendîdar, em dibînin ku ji erka me ye em geşedanên dawiyê der heqê “Kampanya Piştgiriya Gelên Me yên Mexdûr li Başûrê Sûriyeyê û Suweydayê" ji we û raya giştî re zelal bikin.
‘Komeleyê, 55 ton pêdiviyên xwarinê yên sereke bi xwe re hilgirtibû’
Wekî karwanê yekem, piştî komkirina qaseyeke guncaw ji pêdiviyên xwarinê, Komeleya Mezopotamyayê roja 1’ê Tebaxa 2025’an, berê xwe da Şamê. Komeleyê, 55 ton pêdiviyên xwarinê yên sereke bi xwe re hilgirtibû. Ev gav jî bi koordîneya tam û bi daxwazeke fermî ya Wezareta Kar û Barên Civakî û Kar a li Şamê ku xebateke mezin ji bo gihandina alîkariyê kir, hat avêtin. Nexasim ku ji ber kêmbûna pêdiviyên xwarin û tenduristiyê, Suweyda û Başûrê Sûriyeyê di rewşeke mirovî ya zehmet re derbas dibin.
Li gor biryar û erêkirinên fermî, biryar bû ku koordîne di navbera komeleya me û Heyva Sor a Erebî Sûrî de çêbe da ku karwan derbasî herêmên ziyandîtî bibe û piştî bidesxistina erêkirinên ewlekariyê û koordîneya li gel aliyên xwecihî, bi rengekî koordînekirî li kêleka alî û rêxistinên çalak alîkarî were belavkirin.
Lê belê em ji daxwaza Heyva Sor a Erebî Sûriyeyê mat man. Wê xwest ku tevahiya alîkariyê werbigire û bi serê xwe belav bike. Bêyî destûrê bide karmend an xwebeşxekî komeleya me ku beşdarî belavkirinê bibe yan jî bişopîne. Ev jî li dijî baweriya di navbera me, alî û kesên alîkarî dane de ye.
‘Rolek bi bandor a saziyên NY’yê ji bo derbaskirina alîkariyê, tune ye’
Li ser bingeha pabendbûna me ya bi zelalî û pêbaweriyê bi bexşvan û aliyên alîkariyê re, piştî hewldanên domdar û mixabin bê encam, me biryar da ku heta destûr bo endamên me neyên dayîn ku beşdarî belavkirinê bibin, em barê alîkariyê nedin ti aliyekî din. Ev jî di wextekê de ye ku rolek bi bandor û rast a saziyên NY’yê di warê zext û navbeynkariyê ji bo derbaskirina alîkariyê, tune ye.
Li gorî vê yekê, heta formulek ji bo beşdariya me ya rasterast di mekînzmeya belakirinê de were misogerkirin, me biryar da ku ev kerwanê alîkariyê vegerînin Hesekê.
Em piştrast dikin ku sûdmendên vê kampanyayê xelkê me yê mexdûr yên li başûrê Sûriyeyê, gundewarên Deraa, Suweyda û gundewarên Şamê ne. Em vê dibêjin bêyî ku cudahiyê têxin navbera etnîk, mezheb an jî olan. Ji bo pêkanîna prensîba bêalîbûnê, em herdem biryardar in ku her alîkariyek an bexşek dighêje me, pê re bin û bişopînin.
Em ê bi rêya kanalên fermî û zelal û bi hevkariya her aliyekî ku li gor prensîbên me yên mirovî tev digere, hewlên xwe ji bo piştgiriya gelê xwe li her parêzgeheke Sûriyeyê, bidomînin."