Li Xezayê di 24 saetan de 138 kesan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku li Zîvala Xezayê ya di bin dorpêçê de di nava 24 saetên dawîn de 138 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan – Li gorî bîlançoya rojane ya Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê, di nava 24 saetên dawîn de herî kêm 138 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hate eşkerekirin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 87 kes di encama êrîşa Îsraîê ya dema standina alikariya mirovî de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî heman çavkaniyê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve ye ku dîroka destpêkirina şerî ye, herî kêm 61 hezar û 158 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Zêdetirî 9 hezar zarok bi kêmxwariniyê re rû bi rû ne

Her wiha Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) di meha Tîrmehê de li Zîvala Xezayê li gel 9 hezar 205 zarokan nexweşiya ji ber kêmaniya xwarin û vexwarinê hatiye tespîtkirin û hate ragihandin ku ev hejmara herî zêde ye ku heya niha hatiye tomarkirin. Ji van zarokan zêdetirî 1.700 kes di asteke gelekî bilind de bi vê pirsgirêkê re rû bi rû ne û 40 ji wan jî rakirine nexweşxaneyê.

Di 24 seatan de ji ber birçîbûnê 5 zarok jiyana xwe ji dest dan 

Di gel ku bûyerên bi vî rengî herî zêde li bajarê Xezayê tên dîtin jî li bajarên weke Deyr El- Belah, Han Yunus, Refah û bakurê Xezayê jî bi hezaran bûyerên bi vî rengî hatine tespîtkirin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê di nava 24 saetên dawîn de 5 zarokan ji ber birçîbûn û kêmasiya xwarin û vexwarinê jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha UNICEF jî talûkeya mirina zarokan ya ji ber kêmasiya xwarin û vexwarinê ya giran 10 qatî zêde bûye û gelek ji wan dibe ku ji ber nexweşiyên zatûre û sorikê jiyana xwe ji dest bidin, wê piraniya van neyên tomarkirin.