Li Kirmaşanê jin neçarî tiryakê tên kirin
Li Kirmaşanê, mirov ji nan û avê hêsantir tiryak bi dest dixin. Jinên bê mal, bi komkirina çopan, persekî û bi ducaniyên ku naxwazin, dibin mexdûrên çerxa kedxwariyê. Dewlet hem çavên xwe digre hem jî di vê rewşê de xwedî rol e.

NESÎM AHMEDÎ
Kirmaşan – Mixabin li Kirmaşanê, xwegihandina tiryakê, ji xwarin, stargeh û malzemeyên hîjyenê hêsantir e. Ev yek encama herî zelal e ku mirov ji tora belavkirina tiryak ên li Kirmaşanê derxe. Çavkaniyên fermî, di salên dawî de hewl didin li Kirmaşanê hejmara kesên madeyan bikar tînin kêm nîşan bidin û vê parêzgehê bikin yek ji cihên rêjeyên herî bilind ên tiryak lê tên bikaranîn. Lê belê ji ber gelek nakokiyên di van daneyan de, pêbaweriya giliyên tên kirin di asteke bilind de kêm kir. Ev daneyên “hatine kêmkirin” jî, rêjeyên bilind ên bikaranîna tiryak ên li Kirmaşanê nîşan didin.
Daneyên bi nakok û rastiyên ku tên înkarkirin
Waliyê berê yê Kirmaşanê Mihemed Reza Amuyî, di sala 2023’an de diyar kir ku hejmara tiryakkêşên li parêzgehê tenê 7 hezar e. Lê belê çavkaniyên fermî di sala 2012’an de vê hejmarê weke 55 hezar ragihandibûn. Li Kirmaşanê hejmara navendên tedawiya tiryakê yên fermî ji 30’î kêmtir e. Ev navendên ku kapasîteya wan 20-30 kes in, bi temamî bixebitin jî dikarin tenê hejmarek pir kêm mirovan tedawî bikin. Piraniya van bikarhêneran bêmal in û piştî ji navanden derdikevin careke din dikevin nava vê tora qirêj. Lewma hejmara kesên baş dibin, ji rastiyê dûr e. Piraniya bikarhênerên tiryakê yên li Kirmaşanê, ji aliyê firoşkar û mafyaya tiryakê ve di nava çerxeke kedxwariyê ya feodal de tên girtin û yên ku herî zêde zirarê dibînin jin in.
Jin mexdûrên mafyayên tiryakê ne
Li gorî daneyên fermî yên sala 2012’an, li Kirmaşanê ji sedî 8 kesên tiryakkêşan jin in. Ev tê wateya nêzî 5 hezar tiryakkêşên jin hene. Gelek ji van jinan, mexdûrên polîtîkayên mêran ên ku jinan neçarî parsê kirine ne. Li Kirmaşanê piraniya tiryakkêşên jin, çareseriyê di parsa li kolanan an jî komkirina sergoyan de dibînin. Belavkarên tiryakê, jinan li hember tiryakê neçarî parsê dikin û zarokên wan mîna amûrên zextê bikar tînin. Jinên ku neçarî tiryakê û bêmalbûne tên kirin, gelek caran rastî destdirêjî û êrîşa zayendî tên û neçarî fihûşê dibin. Di encama vê yekê de jî dibin mexdûrên ducaniyên nayên xwestin û zarokên wan jî dibin xeleqên zincîra parsekiyê.
‘Rewş ji bo van jinan pir xirab e’
Aktîvîsta civakî Marîa diyar kir ku piraniya tiryakêşên jin û berhevkarên sergoyan, tecrubeya ducanîbûn an jî jiberçûnê jiyane û van agahiyên balkêş da: “Ji ber ku ev jin bi gelemperî di bin kontrola tiryakêşên mêr û berhevkarên sergo yên mêr de ne û rastî êrîşa zayendî ya wan tên. Rewş ji bo wan pir xirab e. Ji ber ku li gorî qanûnên welat, ger jinek ji derveyî zewacê xwedî zarok be, weke sûcek giran tê hesibandin. Lewma jin di vê rewşê de nikarin herin navendan jî. Li Kirmaşanê ji bo jinan sê navendên tedawîkirinê hene û ev navend jinên xwedî zarok tedawî nakin. Ger jin bê zarok bin, tên qebûlkirin. Ji ber qanûnên heyî, jin dibin mehkûmên şert û mercên xirabtir.”
Rola dewletê ya di vê çerxê de
Li Kirmaşanê, parastina tora tiryakkêşiyê dibe yek ji taktîkên hikûmetê yên ji bo dîlkirina mirovan a di çerxa tiryakê de. Nebûna hewldana dewletê ya ji bo jiholêrakirina navendên belavkirina tiryakê, nîşan dide ku dewlet di domandina vê çerxê de roleke çalak dilîze.
‘Jin bi riya deyndarkirinê tên dîlgirtin’
Kuroş a bazirganiya xurde dike, balkişand ser bazara qirêj a li ser xurde û tiryakê tê avakirin û wiha got: "Ez bi gelemperî xurdeyên ku kom dikim, dibim dikanên xurde yên li navçeya Cefarabad a Kirmaşanê. Li vir hejmareke zêde jin û mêr ji bo firotina xurdeyan dikevin rêzê. Bi qasî ku ez dixwazim, di şûna pere de tiryak didin. Carna jî tê gotin tiryaka ku distînin, ji xurdeyên ku didin buhatir e. Lewma berhevkarên xurdeyan, demek dirêj xurdeyên ku kom dikin, bi awayekî belaş teslîm dikin. Di rastiyê de bazirganên xurdeyan, hewl didin berhevkarên xurdeyê her dem deyndar bikin û girêdayî xwe bihêlin.”
Jinên deyndar û zarokên bêxwedî
Gelek zehmet e ku mirov bifikire berhevkariya sergo ji bo jin an jî meran cuda ye lê zayend bandorê li riya jiyanê ya van mirovan jî dike. Kuroş, destnîşan kir ku piraniya jinên sergo berhev dikin, tiryakkêş in û bi piranî zarok li gel wan in û wiha got: “Nayê zanîn ku bavê wan zarokan kî ne. Jin bi têna serê xwe zarokên xwe mezin dikin. Jinbûn û xwedîbûna zarokan, ji bo wan bûye xaleke lewaziyê. Lewma xurdeyên ku kom dikin bi buhayek herî kêm didin; carna tenê ji bo ji zarokên xwe re tiştek bikirin, dixwazin di şûna tiryakê de pere bistînin. Mînak ger bihayê xurdeya jinek 200 hezar tumen be, tenê 20 hezar tumen didin. Bêedaletiya herî mezin ji bo jinên tiryakkêş û berhevkarên sergo tê kirin; ji ber ku ew bê parastin in û gelek caran mafên wan tên binpêkirin û pereyê wan ji wan tê girtin.”
Di civakê de tevger li gorî zayendê ye
Civak, hewl dide gelek tevgeran li gorî zayendê dabeş bike. Her çiqas bikaranîna tiryakê ji bo mêran di civakê de bêtir tê qebûlkirin jî, heman tevger ji bo jinan weke tabûyek sereke tê hesibandin. Ev nêrîn, nîşaneyeke eşkere ya hişmendiya serwer a mêran a çînên herî jêr jî di nav de di hemû beşên civakê de ye. Statuya civakî ya jinan çi dibe bila bibe, nêrîna zextkar a mêran li hemberî jinan li her derê dubare dibe. Ev sedemeke bihêz e ku eşkere dike jinên sergoyê berhev dikin, rastî her cure cudakarî û êrîşên zayendî yên mêrên li dora xwe tên.
Dewlet hewl dide rastiya heyî veşêre
Li Kirmaşanê bikaranîna tiryakê û berhevkirina sergoyê ji bo jin û mêran, diyardeyeke ku roj bi roj zêde dibe û her roj zêdetir mirovan dikşîne hundirê xwe ye. Lê dewlet hewl dide vê rastiye veşêre. Ji ber aliyê bingehîn ku mîsoger dike çerxa parsekirin û bikaranîna tiryaka li Kirmaşanê bizivrîne, polîtîkayên dewletê ne; ev polîtîka di şûna ku jinan ji vê rewşê rizgar bikin, zêdetir jinan dikin mexdûrên van rewşan.