Li Mexmûrê pêşbirkek zanistî hat lidarxistin

Li wargeha penaberan a Mexmûrê pêşbirkên 17’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê yên 4’ê Nîsanê didomin. Di çarçoveya pêşbirkan de dinavbera xwendekarên dibistana amedeyî de pêşbirkek ya zanistî hat lîstin.

Mexmûr – Her sal bi boneya pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di meha Sibatê de Mîhrîcanek ji aliyê Qada Perwerdeyê ya wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ve tê organîzekirin. Di vê mîhrîcanê de bi qasî du mehan pêşbirkên di aliyê çand û werzîşê de tên lîstin. Îsal jî di 18’ê meha Sibatê de 17’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê bi turnuvaya futbolê destpê kir.

Îro jî dinavbera xwendekarên refên 4 ên wêjeyî û jimarî yên dibistana amedeyî ya Şehîd Koçerîn de pêşbirkek zanistî hat lîstin. Beriya pêşbirkê ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê têkildarî armanca pêşbirkê mamoste Hewar Gungen axivî.

Hewar Gungen diyar kir ku bi boneya pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal pêşbirkên cuda cuda lidardixin û wiha got: “Armanca me avakirina rojevekê ye û bûyîna layiqê wateya rojê ye. Di pêvajoya penabertiyê de pêşbirkên cuda cuda hatine lidarxistin, lê bi vî şêweyî cara yekem e. Hem mamosteyan hem jî xwendekaran gelek hewldan kirin. Em ji hemu xwendekaran re serkeftinê dixwazin.”

Piştî axaftinê pêşbirk destpêkir û di pêşbirkê de girêdayî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dema penaberiyê ya wargehê, her wiha ji cîhanê jî pirs hatin pirsîn. Di encama pêşbirkê de refa 4/C ya jimarî bû yekemîn û pêşbirk bi dawî bû.