SOHR: Di 24 saetan de li beravên Sûriyeyê 158 kes hatin qetilkirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetên dawî de li 3 komkujî li Tertûs, Laziqiyê û Hemayê hatin kirin û di encamê de 158 kes hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî SOHR’ê, li gundê Xelsa yê başûrê bajarê Helebê di şerekî çekdarî ya di navbera pismaman de 2 jê zarok 7 kes hatin kuştin û Li ser rêya Tertûs-Banyasê jî ciwanek bi guleyên komeke çekdar hat qetilkirin.

SOHR’ê diyar kir ku li herêma Zerzoriyê yê gundewarê Humisê, kesek dema ji kar vedigeriya di êrişa çekdaran ve hat qetilkirin, li bajarê Hîrakê yê Derayê jî çekdaran 3 kes qetil kirin.

Li bejahiya Kebacib û Beşrî yên gundewarê Dêrazorê ji ber teqîna mayînên bermehiyên şer yek jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bajarokê Şêx Idrîs ê rojhilatê Idlibê jî kesek hat huştin.Li bajarê Eqrebiyaat ê gundewarê rojhilatê Hemayê jî kesek hat kuştin.

Hate zanîn ku li Humsê kesek ku berî du rojan winda bibûn, cenazeyê wî li gileya Nesara hat dîtin û şopên guleyan li ser hatin dîtin.

SOHR’ê bal kişand ser peravên Sûriyeyê jî û da zanîn ku di 24 saetan de li 3 komkujî li Tertûs, Laziqiyê û Hemayê hatin kirin û di encamê de 158 kes hatin qetilkirin.