Kombûna Jinan a Zenûbiya komkujiyên Elewiyan şermezar kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya komkujiyên li herêmên peravên Sûriyeyê şermezar kirin û ji bo hesabpirsînê jî daxwaza avakirina komîteyeke lêkolînê kir.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê bi amadebûna endamên kombûnê û rêxistinên jinan daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya çandê ya bajarê Reqayê ji aliyê rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Bitûl El Îsa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujiyên li perava Sûriyeyê ku di encamê de bi hezaran sivîl bûne qurbanî hatin şermezarkirin. Hate gotin kiryarên ku li perava Sûriyeyê têne kirin li dijî pîvan û qanûnên navneteweyî ne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sûcên li dijî elewiyan têne kirin hewldaneke ji bo derxitina tevliheviyê û an pêxistina şerekî mezhebî ye. Her wiha hate gotin, ev bûyer dikevin xizmeta dewleta Tirk û hêzên ku avakirina Sûriyeke demokratîk asteng dikin

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî komkujiyên li perava Sûriyeyê têne kirin hat şermezarkirin û bang lê hat kir ku erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li hemeberî gelê Sûriyeyê bi cih bînin.

Di dewama daxuyaniyê de ji bo hesabpirsîna ji berpirsên komkujiyan banga avakirina komîteyeke lêkolînkirina rastiyan hate kirin. Hate gotin, divê sûcdar bi tundî werin cezakirin.

Di daxuyaniyê peyama piştgiriyê bi xelkê perava Sûriyeyê re hate dayîn û hate gotin: "Em ji xwişk û birayên xwe yên li perava Sûriyeyê re piştrast diin ku em li kêleka wan e û piştgiriya wan dikin. Em ê yek dest bin û dengê heq û edaletê bimînin. Em ê ji bo parastina mafên gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û rengên wê û ji bo parastina xaka Sûriyeyê xwe ya hevbeş bidomînin."