Amed li benda 21’ê Adarê ye: Em li dora agirê azadiyê bibin yek

Li Amedê amadekariyên Newroza 2025’an didomin. Berdevka Komîteya Amadekar a Newrozê Gulşen Ozer, hemû kesan vexwend qada Newrozê û got: “Ev Newrozeke dîrokî ye. Em ê li dora agirê azadiyê bibin yek.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Newroz, ji bo gelên li Rojhilata Navîn her çiqas wek “sala nû” , “hatina biharê” were dîtin jî, ji bo Kurdan tevî van wateyan te wateya “rizgariya ji dîlbûnê” û “azadiyê” jî.

21’ê Adarê Cejna Newrozê ya ku sembola “azadî, vejîn û ji nûve çêbûnê” ye; îsal jî dê li ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve bi gelek çalakiyan were pîrozkirin. Li Bakurê Kurdistanê gel xwe ji bo Newrozê amade dikin. Îsal dê li 89 navendan bi şîara "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" were pîrozkirin. Agirê Newrozê destpêkê di 12’ê Adarê de, li Licê hat pêxistin. Herî dawî jî di 23’yê Adarê de dê li Stenbolê bê vêxistin.

‘Newrozeke dîrokî li benda me ye’

Li Amedê Newroz, roja 21’ê Adarê li Parka Newrozê dê bê were pîrozkirin. Hevseroka DEM Partiya bajarê Amedê û Berdevka Komîteya Amadekar a Newrozê Gulşen Uzer got ku dê îsal Newrozeke dîrokî be. Gulşen Ozer diyar kir ku xebatên ji bo Newrozê dest pê kirine û da zanîn ku Amed xwe ji bo Newrozeke dîrokî amade dike.

Gulşen Ozer, got ku banga Abdullah Ocalan bi gel re heyecanê çêkiriye, vê coşê di 8’ê Adarê de xwe daye der û dê li qadên Newrozê veguhere coşeke mezin. Gulşen Ozer wiha got: “Bi gel re hêviyek çêbû. Em xwe bi vê hêviyê ji Newrozê re amade dikin. Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe Newroza aştiyê. Newroza 2025’an dê dîrokî be. Daxwaza gelan ew e ku şer û pevçûnên ku sed sal in didomin, bi dawî bibin. Em jî bi vê armancê gav bi gav ber bi aştiyê ve diçin. Em bi van hêviyan ber bi Newroza îsal ve diçin.”

‘Em ê meşaleya azadiyê hilgirin’

 Gulşen Ozer got ku weke her salê, ew bi heman coş û hêviyê gel vedixwînin qadên Newrozê û got: “Bi hêviya aştiyê em ê li qadan bin, banga ji bo aştiyê dubare bikin. Em behsa pêvajoya aştiyê ya ku birêz Ocalan di peyama xwe de behs kiriye bikin. Em ê hemû xebatên xwe li ser vê bingehê bikin. Di sala 2013’an de ji Îmraliyê name hatibû, bi milyonan kes li qadan kom bûbûn. Em li bendê ne ku beşdariya Newroza îsal zêdetir be. Gel ji bo vê meşaleya aştî û azadiyê hilgire, berê xwe bide qadên Newrozê.”

‘Ji bo ciwanan Newroza hêviyê ye’

Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Sultan Yorulmaz jî bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin qadên Newrozê. Sultan Yorulmaz diyar kir ku wan banga Abdullah Ocalan bi coş pêşwazî kirine û got: “Em vê vê coşa bi kombûna li dora agirê Newrozê, bi milyonan re bijîn. Em ê agirê têkoşîna azadiyê vêxin. Bila hemû ciwanên welatparêz berê xwe bidin qadan. Ev Newroz dê ji bo ciwan û gelan, bibe Newroza hêviyê. Em ê li her derê Newrozê pîroz bikin. Heta dawî vê meşaleyê em ê hilgirin.”