Ji Bendava Tişrînê: Kêliyek ji pêşwaziya dayikek Kurd a dayikek Ereb

Dayikeke Kurd ku bi kiras û xiftanê xwe yê Kurdewar xemilandî ye, li Bendava Tişrînê ya bi roj û şevên berxwedanê navê xwe li dîrokê dinivîsîne, bi dilekî germ û tijî hezkirin dayikeke Ereb pêşwazî dike.

SORGUL ŞÊXO

Tişrîn – Berxwedana Bendava Tişrînê di roja xwe ya 66’an de didome. Du roj berê şêniyên Kantona Cizîrê yên ji bajarên Qamişlo, Amûdê û Til Hemîsê nobet girtibûn, di saetên nîvroyê de şêniyên Kantona Reqa, Dêrazor û Tebqayê û beşek ji koçberên Efrînê yên li van herêman dijîn, pêşwazî kirin.

Kêliya ku bala min kişand ew bû ku dayikeke Kurd bi dilekî tijî hezkirin û hêvî dayikeke Ereb pêşwazî dike, ji dil hembêz dike û wê maç dike. Dibe ku ev kêliyek normal be lê belê ev nîşaneya xwişkîtî û biratiya gelan e. Tevî ku dijminên mirovahiyê her dem dixwestin wan bera hev bidin û xwîna wan bi hev bidin rijandin û şerê mezhebî derxin. Kurd û Ereb ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, têkiliya xwişkîtiya dîrokî îro diparêrin û li ser Bendava Tişrînê hemû planên dijmin vala derdixin.

Hembêzkirina hev, qebûlkirina çand, ziman û cudabûnê ye. Ne tenê hembêzkirin û maçîkirineke ji rêzê ye. Dayika Kurd dayika Ereb hembêz kir, barê wê li şûna wê rakir û wê wisa pêşwazî kir ku qet germahiyê ji bîr neke. Bi hev re jî dirûşma “Bi xwîn bi can em bi tere ne QSD” bi bilindkirina nîşaneya serkeftinê bang kirin.

Germahiya pêşwazîkirinê û hîskirina lêdana dilê hev li ser Bendava Tişrînê

Amina Esaf dayika şehîd Mizrî Ebdulla, cara yekemîn e ku ji Reqayê berê xwe dide Bendava Tişrînê, li ser hatina xwe vê yekê dibêje: “Em ê heta dawî li ber xwe bidin û nehêlin gavek jî dijmin derbasî bendava me bibe. Bi awayekî wisa dayikeke Kurd pêşwaziya min kir ku careke din dixwazim werim bendavê. Em ê rê nedin xwîna şehîdên me vala biçe. Em ê destkeftiyên wan ji dagirkeriya Tirk biparêzin û em xwediyên hev in.”

Rengînî bedewî ye

Sîham Silêman jî dibêje ku bendav pêşwaziya şêniyên Reqa Dêrazor û Tebqayê bi hemû neteweyên wê ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çerkez û Tirkmen dike û wiha kêfxweşiya xwe anî ziman: “Serkeftin nêz e êdî em gihîştine pêvajoya dawî û serekftina me nêz e. Rengînî xweş e, rengek tenê reng nade cîhanê, ji lewre rengînî pir baş e û em ji her netewê hez dikin. Ji ber ku em gelekî aştîxwaz in, em naxwazin xwîn birije. Êdî bes e ji dewleta Tirk a dagirker re. Em bi saya fikrên Rêber Apo îro hatine ba hev û bi hev re xwe, ax û welatê xwe diparêzin.”