Jinên li dijî Talîbanê têdikoşin: Em ê fikrên olperest ji holê rakin

Zextên Talîbanê li dijî jinan, her diçe zêde dibin bi serdegirtina malan re êdî dest bi danîna ser cilên bi reng û malzemeyên kozmetîk ên jinan kirin. Jin li dijî van pêkanînan peyama ‘Em ê fikrê mêrsalar û olperestiyê ji holê rakin” dan.

BAHARÎN LEHÎB

Sarî Pul – Li Efganistanê piştî ku Talîbanê di sala 2021’ê de dest danî ser rêveberiyê karê destpêkê, li cihê wezareta jinan, avakirina wezareta fermankirina başiyê û ji xirabiyê dûr bû. Bi riya vê wezaretê li dijî jinan her çû qedexe zêde bûn. Wezaretê tepisandina jinan ji bo xwe kiriye erk.

Bi hezaran bûyerên binpêkirina mafan hatin qeydkirin

Li welat berê neçariya hîcaba bi zorê ji bo jinan anî, di salên borî de jî li dijî jinan tacîz, tecawiz û kuştin jî di nav de bi hazaran binpêkirinên mafan hatin qeydkirin. Talîban di navbera salên 1996-2021’ê de du caran rêveberî xist destên xwe. Wê demê her endamê Talîbanê ku çek digirtin, ji cil û berg, heta perwerdeyê, ji karkirina jinan ji derveyî malê, heta cilên wan ferman û qedexe datanîn. Her çendî gel bertek nîşanî vê rewşê bide jî li dijî qedexeyan piranî neçar man bêdeng bibin. Ji ber gelê Efganistanê ji demên destpêkê yên Talîbanê ve heta niha rastî hemû cureyên zilmê hat.

Dewriye tundiyê li jinan dikin

Di dema duyem a Talîbanê de, di serî de jinan xwepêşandanên berfireh li dar xistin. Ji ber vê yekê di destpêkê de bi pîvan nêz bû, ji ber ji derveyî xizanî, bêkarî û buhayên zêde yên xwarinan, dizanibûn ger zêdetir zextan bikin wê desthilatdariya wan hilweşe. Ji ber vê, niha îmtiyaza ku daye her endamek xwe, yanî erka ku zextê li jinan bike li cihê wezareta jinan, wezareta fermankirina başiyê û dûrketina ji xirabiyê ava kir. Mudaxeleya endamên din ên Talîbanê di vê mijarê de çênebû.

Endamên vê wezaretê cilên kevneşop ên weke ‘Cubeyên spî û dirêj û şelwar) li xwe dikin û her sibeh di navbera saet 08:00-16:00’an de bi komên 4 û 5 di riyan de dewriye gerandin. Ev kes ji derveyî biçûkxistin û heqaretê tundiyê li jinan dikin, heqaretê li wan dikin û dema ku cilên wan ne guncaw didîtin ji bo cilên xwe biguherînin zorê li wan dikirin ji bo wan bişînin malê. Heta hinek ji wan heta malên wan jinan dişopandin. Li welat bûyerên girtina jinan, îşkence û windabûn li pey hev ji saziyên mafên mirovan re dihatin ragihandin.

Di serdegirtina malan de tiştên jinan lêgerîn dikirin

Di nîvê sala 2024’an de, ji aliyê serokê Talîban Molla Heybetullah ve ji bo vê wezaretê zagonek nû derxist. Di dîtinê de her çendî ji bo jinan hinek sînordarkirin anîbe, di rastiyê de ev zagon pêkanînên zext û zilmê zagonî kir. Ji bo komkirina berhemên kozmetîk ên ku jin bi kar tînin bi ser malan de girtin, di bin navê zagonê de dest danîn ser tiştên şexsî yên jinan. Mînakeke vê rewşê li Sarî Pul hat jiyîn. Shahgol Wasil a ku li Sarî Pul dijî diyar kir ku di serê sibehê de ji nişka ve bi ser mala wê de girtine û got: “Destpêkê fikirîm ku bi armanca girtinê hatine lê belê dema hatin malê dest bi lêgerîna tiştên jinan kirin. Çi dîtin hinek ji wan bi xwe re birin.”

‘Cilên rengîn sembola berxwedanê ne’

Shahgol Wasil da zanîn ku Talîban ji jinan ditirse û got: “Talîbana ku hemû kontrolê xistiye destê xwe, çima ewqas ji jinan ditirse nizanim. Lê belê ez gelek kêfxweş im ku berxwedana me jinan ew tirsandine. Piştî ku Talîban hat desthilatdariyê cil û bergên rengîn lixwekirin û makyajkirin bûne sembola berxwedanê. Ji ber vê yekê ji me ditirsin û ji ber ku naxwazin zextên wan eşkere bibin, li bajarên ku xwegihandina medyayê sînordar e êrîşên bi vî rengî dikin. Lê belê ji bîr kirine ku êdî her kes rojnamevan e û sûcên Talîban derdixin holê.”

Shahgol Wasil di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser îradeya bi hêz a jinan û ev peyam da: “Wê rojek were em ê jin hêzê bigrin destên xwe û di her kom û aliyan de fikrên mêrsalar û olperestiyê ji holê rakin.”