Li Lîbyayê jin edalet û wekheviyê dixwazin
Jinên li Lîbyayê ji bo wekheviyê têdikoşin, di heman demê de li ser "edaletê" jî nîqaş dikin. Jinên ku ji bo wekheviya rastîn têdikoşin, rave dikin ku jiyaneke dadmend divê çawa be.

IBTÎSEM EXFÎR
Binxazî – Di civatekê de ku di gelek pratîkên xwe de muhafezarkar dimîne, xetên ku wekhevî û edaletê tiştê ku tên dayîn û standin, tiştên ku heq dikin û tiştên ku wek binpêkirina rolan têne hesibandin ji hev vediqetînin, nezelal in. Jinên Lîbyayî bi nakokiyên jiyana rojane re rûbirû dimînin û ev jî nîşan dide ku hê riyek dirêj li pêşiya wan heye, da ku wekheviyek watedar û hevseng pêk were.
Jin ji wekheviyê bêtir edaletê hewce dikin
Seroka Beşa Têkiliyên Giştî ya Rêxistina El-Wefaa ya Malbatên Şehîdên El-Keramiyê û aktîvîsta mafên jinan Îman Muhemed Necem diyar kir ku têgeha wekheviyê nikare tenê bi belavkirina wekhev a mafan di navbera jin û mêran de were sînordarkirin, divê ji hestek edaletê û razîbûna ji kar were. Wekheviya rastîn dema di kar de jin û mêr wekhev mûçe bigrin û cudekarî neyê meşandin.
‘Li dijî jinan zext hene’
Hiqûqnas Suad El-Abdullah da zanîn ku di gelek qadan de derfetên serkeftinên jinan ji mêran bêhtir bûne bi taybet di nava qadên giştî de. Suad El-Abdullah wiha axivî: "Tevî vê jî nayê înkarkirin ku jin hê jî di hin pîşeyan de bi zilimê re rûbirû dimînin. Hin zagonên têkildarî zewac, mîrat û nedayîna mafên jinan, pêdivî bi sererastkirina wan heye da ku li gor berjewendî û edaleta jinan bin. Tevî pêşketinên jinan di hin pîşeyan de hê jî civak sînoran datîne ser wan. Gelek mêr nikarin serdestiya jinan qebûl bikin û ev yek jinan li malê û li kar bi kêşeyan re rûbirû dihêle."
'Divê nifşên nû ser têgehên rast ên wekheviyê bên perwerdekirin'
Suad El-Abdullah tekez kir ku nifşên nû têgehên wekheviyê şaş nas dikin ji ber nebûna hişyariyê û kêmbûna saziyên şopandina malbatî û perwerdehî ve. Suad El-Abdullah wiha domand: "Ev nifş di demên pevçûnan de mezin bû, ji ber vê têra xwe hişiyar nebû. Loma li gor xwe têgeh pejirandin. Perwerde, civak û jîngeha çandî hemû faktor in ku bandorê li ser avakirina têgihîştina wekheviyê dikin. Nifşên nû azadtir e, lê hewcedarî bi çarçovekirin û rêbernameyek rast heye. Hin mêr bi tundî an bêrêzî li jinan tevdigerin û ji bo daxwazên wan, ceza didin wan."
Rê hê jî dirêj e
Suad El-Abdullah bal kişand ku rê li hember jinên Lîbyayî ji bo ku mafên xwe bi dest bixin, hê jî dirêj e û got: "Riya pêkanîna wekheviyê bi fêmkirina têgehên rast, guhertina zagonan û guhartina hişmendiya civakê li hember jinan, gengaz e. Mezintirîn zehmetî perwerdekirina nifşên nû ye ku wekheviya rast û mafên jinan ji wan re bên pênasekirin."