SZK Medya nasnameya çandî di nava nifşê ciwan de bi pêş dixe
Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Delal El Haşimî diyar kir ku girîngiya bernameya SZK Medya ji bo pêşxistin û hînkirina zimanê Kurdî ya nifşên nû ye.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bernameyek bi navê SZK Medya ku bi armanca pêşvebirina bikaranîna zimanê Kurdî û parastina nirxên civakî di nava zarok û mezinan de ye, rêze bernameyên perwerdeyê li seranserê platformên medyaya dîjîtal, ji sala 2021’ê ve daye destpêkirin diweşîne. Armanc ew e ku zimanê Kurdî bi awayekî hêsankirî û aktîf, bi nifşê nu bide fêrkirin. Ev însiyatîf di demeke ku fikarên li ser zarokên bi naverokên bi zirar ên medyaya dîjîtal re rû bi rû dimînin zêde dibin dest bi weşanê kiriye. SZK Medya ji bo ku alternatîfeke watedar û bi ewle peyda bike dixebite.
Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Delal El Haşimî li ser li darxistina girîngiya SZK Medya û encam û bandora wê ya li ser nifşê pêşerojê û civakê ji ajansa me re axivî.
‘SZK Medya tiştên herî baş û balkêş diweşîne’
Delal El Haşimî diyar kir ku weke Saziya Zimanê Kurdî girîngiyê didin SZK Medya ji ber ku tişta bandorê zêdetir li civakê dike di vê demê de medyaya dîjîtal e û got: “Em weke Saziya Zimanê Kurdî dixwazin girîngiyê bidin SZK Medya. Ji ber ku tişta herî civak lê guhdar û temaşe dike û pê bi bandor dibe medyaya dîjîtal e. Ji ber vê yekê jî me xwest ku em bernameyeke weke SZK Medya ku tiştên herî baş û palkêş tê de hene li ser medyaya dîjîtal biweşînin. SZK Medya gelek xelekan di nava xwe de dihewîne yek jê xelekên Hêlîna Zarokan e. Bernameya hêlîna zarokan behsa gelek tiştên bi sûd ji zarokan re dike, weke fêrkirina tîpan, hejmar û rengan û pêşbirkên curbecur ji wan re lidar dixin. Bi giştî bernameya Hêlîna zarokan 12 xelek in, 5 hatine amadekirin 2 hatine weşandin û yên din jî amadekarî ji wan re tê kirin.”
‘Erk û berpirsyariya me ew e ku em zimanê dayikê biparêzin’
Delal El Haşimê bal kişand ser bernameyên ku di SZK Medya de tên weşandin û girîngiya wan di civakê de çi ye û wiha berdewam kir: “Ji bilî hêlîna zarokan gelek kelekên din hene û her xelekek tiştekî armanc dike. Xeleka bi navê her car peyvek heye, armanca me ji vê xelekê peyva ku ber bi tunebûnê ve diçe ji nû ve bê bikaranîn û em hewl didin bê belavkirin. Ji ber ku erk û berpirsyariya me ew e ku em zimanê dayikê biparêzin û nehêlin tu carî peyvên me winda bibin. Xelekeke din heye navê wê pirseka Kurdî ye ew li gund û kolanan tê kişandin li gorî wê pirs tên kirin ji bo pêşxistin û belavkirina zimanê Kurdî. Em dixwazin hemû Kurd ku xwedî li zimanê xwe derkevin û zimanê dayikê ji bîr nekin.”
‘Gelek perwerde ji zarokan re hatin dayîn’
Delal Elhaşimî zehmetiyên ku kişandin û hejmara xelekên bernameyê diyar kir wiha pê de çû: “Di destpêkê de ji bo xeleka hêlîna zarokan gelek zehmetî hatin kişandin, zarok peyda nedibûn. Heta ku em çûn pexçeyên xwendinê yên zarokan li wir me zarok peyda kirin. Hinek zarokan li pêşiya kamerayê şerm dikirin. Xeleka her car peyvek 60 xelek in, 50 xelek hatine weşandin û ya pirseke Kurdî jî 30 xelek in heta astek hatiye amadekirin.”
‘Li SZK Medya temaşe bikin’
Delal El Haşim diyar kir ku gelek projeyan wê bidin avakirin ji bo bernameya SZK Medya û wiha bi dawî kir: “Çi proje hebin ji bo li pêşxistina zimanê Kurdî em amade ne gelek projeyan bidin avakirin ji bo bernameya SZK Medya ji bo li pêşxistina civaka xwe û fêrkirina nifşên nû. Em di demek wisa de ne ku ker kes biçûk û mezin, telefon di destên wan de ne û medyaya dîjîtal dişopînin ji bo wê dawaza min ji her kesê, ji dê û bavên zarokan ew e bi taybetî bernameya SZK Medya pişopînin. Ji bo ku zarokên wan tiştên bi sûd bigrin û fêrî zimanê xwe bibin. Bi taybet li xeleka Hêlîna zarokan temaşe bikin.”