Jinên Suweydayê: Em ji xwînrijan ne bawer in
Jinên bajarê Suweyda ya Sûriyeyê xwestin ku komîteyek navnetewî ya bêalî bê avakirin ku ne di bin desthilatiya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de be. Jinan gotin ku ji kesên xwîna wan rijandine bawer nakin.

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Piştî pevçûnên xwînî yên di navbera çeteyên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) û fraksiyonên Durzî yên herêmî de, di 19'ê Tîrmehê de agirbestek hat îlankirin. Ji bo lêkolînkirina komkujiyên li bajarê Suweydayê, çend roj beriya niha hat ragihandin ku ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve komîteya lêkolînê hatiye avakirin. Jinên Suweydayê li hember vê yekê nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin ku ewê tu car qebûl nekin ku xwînxwar van komkujiyan lêkolîn bikin.
Ev berteka redkirinê ku ji aliyê jinên Suwêdayê ve hat nîşandan, ne tenê helwesteke siyasî ye. Ev qêrîneke jinan e ji dilê komkujiyên ku li ber çavên wan diqewimin. Her wiha windakirina baweriya bi saziyên ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve têne birêvebirin e. Berteka li hember HTŞ’a ku komkujiyên herî hovane li dijî sivîlan bi taybetî jin û zarokan pêk anîne.
‘Celad çawa dikare bibe dadwer?’
Afaf El-Arîdî yek ji van jinan e. Afaf da zanîn ku ew li ser navê her dayîkek û jinek li Suweydayê ku bi komkujî û binpêkirinan re rûbirû mane, vê komîteyê red dike û wiha got: “Rayedaran avakirina komîteyek lêpirsînê ragihandin. Lê çawa? Celad çawa dikare bibe dadwer? Em çawa dikarin baweriya xwe bi kesekî/ê ku kuştin, qirkirin, şewitandin û tecewiz pêk aniye, bînin? Di sazûmanek wisa de edalet tuneye. Dibe ku kesê komkujiyan kiriye heman kesê ku lêpirsînê dike be? Dîmen, belge û şahidiyên zindî hene ku hemû destwerdana dezgehên ewlehiyê, saziyên fermî û kesayetên navdar nîşan didin.”
‘Divê komîteyek navneteweyî bê avakirin’
Afaf ragihand ku ew dixwazin komîteyek navneteweyî ya bê alî derkeve meydanê û bi çavên xwe bibîne ka çi qewimî. Afaf anî ziman ku Suweyda qet êrîşkar nebûye, gef li kesî nexwariye, lê yên ku êrîşî wan kirine ewlehî neanîne û wiha pê de çû: “Wan 500 kesên di nav de jin jî hebûn revandin û 35 gund şewitandin. Ma ji me tê xwestin ku em bawer bikin ev artêşek e ku ji bo sepandina ewlehiyê hatiye? Ewlehî bi vî rengî nayê sepandin. Em ê qebûl nekin, bêdeng nemînin û em ê bi komîteyek ji heman aliyê ku jiyana me wêran kir, razî nebin.”
'Em êdî xwe bi ewle hîs nakin'
Lîna El-Şaaranî ji gundê El-Dûr e, ragihand ku gundê wan gundekî berê zindî bû niha bîranînek bi êş e û bi xemgînî wiha got: “Me malên xwe di şert û mercên dijwar de terikandin. Me fêm nekir çi qewimî; her tişt ji nişka ve guherî. Me aramî xwest, me şansek da wan, me bawer kir ku hêvî heye, ku tiştek dikare biguhere. Lê piştî tiştê ku qewimî û piştî hilweşîna Beşar Esed, me hêviya çêtirîn kir. Me hêvî dikir ku serokê demkî çêtir be, lê me berî wê gelek tişt winda kiribûn û niha me hîn bêtir winda kiriye.”
‘Em komîteya ku ew dişînin red dikin’
Lîna da zanîn ku tenê hêviya ku ji wan re maye, aştî bûye û şikestina xeyalên wan bi van gotinan anî ziman: “Me digot ku em ê di aştiyê de bijîn û em ê careke din wateya malê û wateya xewa bê tirs bizanin. Em lihevhatin, komîte, an sozên vala ji rêveberiya nû ya demkî naxwazin. Ji dema ku wan welat dagir kir, me xwe ewle hîs nekiriye. Em komîteya ku ew dixwazin bişînin red dikin. Tevahiya cîhanê dît ka çi qewimî û tu kes ji wan nikare tiştan sererast bike.”
‘Tiştê ku me jiya nayê pênasekirin’
Rîm El-Şûfî ya ji gundê El-Tha'la ye jî diyar kir ku nikarin tiştên ku me jiyane vebêjin û wiha berdewam kir: “Malên sivîlan hatin şewitandin, talankirin û ew ji cih û warên xwe hatin derxistin. Êdî baweriya me bi ewlehiya giştî, artêşê û dewletê nayê. Her aliyek ku beşdarî rijandina xwînê bûye, nikare bibe dezgehek lêpirsînê.”
‘Em ê vegerin ser cih û warê xwe’
Rîm El-Şûfî got ku ew bi tevahî komîteya ku ew tê de hatine erkdarkirin red dikin û wiha axivî: “Ji bilî lêpirsînek navneteweyî ya bêalî ya ku rastiyê dibîne û wek xwe radigihîne, ti pêbawerî tune. Em çarenûsa malên xwe nizanin. Gelo ew hatin wêrankirin an hê jî hene? Heta dar jî ji kokê ve hatin rakirin. Erd ya me ye, rûmeta me ya me ye û em ê vegerin ser cih û warê xwe.”