Li Kenyayê di protestoyên li dijî bihaya bacê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di encama êrişa bi guleya polîsan li dijî xwepêşanderên li Kenyayê ku li dijî pêşnûmeya Fînansê ya 2024’an de ku bihaya bacê cih digre û ciwan pêşengtiya wê dike de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo tepisandina protesteyan artêş xistin dewrê.

Navenda Nûçeyan- Li Kenyaya ku welatek yê Rojavayê Efrîqa ye pêşnûmeya Fînansê ya 2024’an ku bihaya bacê cih digre, hefteya borî li peytext Nairobî û giştî welat hate protestokirin. Bi hezaran kes beşdarî çalakiyên ku ciwan pêşengtiya wê dikin bûn. Duh jî li paytext Nairobî de xwepêşandan hatin li darxistin. Ciwanan hinek beşên parlementoyê ku pêşnûme erê kirin dan ber guleyan.

Artêş xistin dewrê

Di xwepêşandanên ku polîsan gule li çalakvanan barand 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. Yekitiya Bijîjkan ya Kenyayê ragihand ku 30 kesên birîndar bûne tên tedawîkirin. Serokê Dewletê Willian Ruta ji bo tepisandina xwepêşandanan hikumet xistiye dewrê. Wezîrê Parastinê Aden Bare Duale ragihand ku hikumeta li welat di têkoşîna ‘rewşa awarte ya ewlehiyê’ ji bo piştgiriya polîsan bike artêş erkdar kiriye.

Hinek xwepêşander weke hedef hatin nişandan

Serokê Dewletê Willian Ruto di daxuyaniya çapemeniyê ya derengê şevê hatî li darxistin de axivî û hişyariya ku li dijî tundî û anarşiyê wê tedbîrên tund, bên girtin da û hinek xwepêşandar  hedef nîşan da û da zanîn ku sûcdarên ku xwe weke xwepêşanderên aştîxwaz nîşan didin, wê berdêlê kiryarên xwe bidin.

Diyarkir ku di saetên siharê de li derdora parlementoyê tedbîrên ewlehiyê giritine. Di nav de Kanada, Almanya û Îngîltere jî heye zêdeyî 10 welatan li beramberî tiştên ku bi taybet li ber Parlementoya Kenyayê hatî jiyîn eşkere kirin matmayî mane. 

‘Hikumetê li beramberî zarokên welat hêza tund bikarani’

Serokê Komisyona Yekitiya Efrîqa Moussa Fakî Mahamat fikarbûna xwe ya li beramberî windahiyên canî anî ziman û banga bi dawîkirina tundiyê kir. Ji Koalîsyona muxalefeta bingehîn lîderê Azîmîo, Raîla Odînga diyarkir ku li dijî zarokên welat hêza tund bi kar anî û got: “Kenya ji ber zarok xwarin, kar û cihê bêhnvedanê dixwazin kuştina zarokan nagrin ber çavan.”