Newroz Uysal: Heya ku were înkarkirin dê tecrîd li her derê xwe nîşan bide

Hûrguliyên hevdîtina xizmên girtiyan bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî girtîgehê nîşan dan. Parlamentera Partiya DEM’ê Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku hişmendiya 100 salî di înkarê de îsrar dike.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan - Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê her dem weke cihên ku îşkence, muameleya xerab û binpêkirina mafan lê zêde dibin, tên binavkirin. Di van demên dawî de bûyerên li girtîgehên nû yên Tîpa S û Y û Ewlekariya Bilind ku avahiya wan a mîmarî û şert û mercên îzolasyonê girantir bûne, di raporan de zêdetir xwe didin der. Lê belê tecrîda li ser Girtîgeha Îmraliyê ya ku di cîhanê de nimûneya wê tune ye, bûye navenda polîtîkaya hikûmetê ku ji giravê li hemû girtîgehan û hema bibêje li her qada jiyanê belav bûye.

Girtiyên nexweş li benda mirinê ne

Hikûmeta ku guh nade mekanîzmayên navneteweyî û rexne û hişyariyên wan, li şûna ku çêkirina pêşketinan ji bo pêşîgirtina li îşkenceyê, helwestek ku şert û mercên heyî girantir dike digre. Bi polîtîkayên hikûmetê yên ku tecrîd û îşkenceyê bi taybetî ji bo girtiyên siyasî weke navgîna tepisandinê bi kar anî, girtîgehan ji bo girtiyên nexweş veguherandiye cihên mirinê. Li gorî daneyên ku di raporan de cih digrin, di sala 2023’an de 42 kesan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kesên di 6 mehên sala 2024’an de li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane bû 23. Yildirim Han ê ku herî dawî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê dihat girtin û di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih girt, piştî ku rewşa wî giran bû sewqî Enqereyê hat kirin. Yildirim Han ê ku tedawiya wî li Enqereyê berdewam dikir jiyana xwe ji dest da. Bi sedan girtiyên nexweş ên ku bi raporên Saziya Tiba Edlî ya ku dibêje ‘dikarin di girtîgehê de bimînin’ ji mafê tenduristiyê bêpar mane, li girtîgehan di tecrîdê de li benda mirinê ne.

40 meh in ji Abdullah Ocalan agahî tune ye

Tecrîda ku bi taybetî li ser Îmraliyê tê meşandin û li hemû girtîgehan xuya dike, bi salan e li Tirkiyeyê hema bibêje li her qadê bandora xwe didomîne. Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di bin şert û mercên tecrîdê de li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, 40 meh in tu agahî nayê girtin. Her wiha bersiv ji serlêdanên parêzer, malbat û parlamenteran re nayê dayîn. Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên bi wî re di heman girtîgehê de tên girtin, ji ber hinceta “cezayên dîsîplînê” jî bi biryarên “qedexeya hevdîtina parêzeran” ji bo 6 mehan tên astengkirin. Di 3’ê Gulana 2024’an de biryara qedexekirina hevdîtina parêzeran a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve hat dayîn.

Bi biryara qedexeya dawî ya ji bo Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8 salên dawî de herî kêm 13 caran biryara qedexeya hevdîtina parêzeran a 6 mehan hat dayîn.

Girtî çalakiyên xwe didomînin

Çalakiyên girtiyên di girtîgehan de ku di 27’ê Mijdara 2023’an de bi armanca bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, didomin. Girtiyên ku ji 4’ê Nîsanê û vir ve çalakiya xwe ya greva birçîbûnê derbasî qonaxeke nû kirin, dadgehan boykot dikin û bi telefonê naxavini bi malbatên xwe re hevdîtinê nakin. Li derve jî çalakiyên “Dengê xwe bide azadiyê” ku ji aliyê xizmên girtiyan ve ji bo dengê xwe bilind bikin dest pê kirine berdewam dikin.

Bi wezîr re hevdîtin hat kirin

Xizmên girtiyan di 25’ê Hezîranê de bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinek pêk anîn. Hûrgiliyên vê hevdîtinê nêzîkatiya hikûmetê ya li ser mijara girtîgehê jî nîşan da. Di hevdîtinê de xizmên girtiyan û parlamenterên DEM’ê yên li gel wan, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Hat hînbûn ku wezîr ji axaftina “Birêz Abdullah Ocalan” bêzar bûye, xizmên girtiyan diyar kirin ku şert û mercên zarokên wan ji tecrîda Îmraliyê ne serbixwe ye. Civîna ku ji 21 deqeyan pêk hat ji aliyê wezîr ve bi lez û bez bi dawî bû.

Parlamentera DEM’ê û endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê parêzer Newroz Uysal Aslan ku beşdarî hevdîtina xizmên girtiyan a bi wezîrê dadê Yilmaz Tunç re bû ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Niha aqilê ku dev ji vê polîtîkayê berde tune ye’

Newroz Uysal Aslan diyar kir ku pirsgirêkên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ne nû ne û tiştên diqewimin rasterast li gorî hewaya siyasî ne û destnîşan kir ku çavkaniya vê tecrîdê Îmraliyê ye. Newroz Uysal Aslan dema behsa rewşa girtîgehan dikir, pêşbîniyên xwe yên der barê encamên hevdîtina bi wezaretê re jî anî ziman. Newroz Uysal Aslan got: “Mixabin li girtîgehên Tirkiyeyê bi dehan girtî jiyana xwe ji dest didin an jî mirinên bi guman diqewimin. Niha li dijî polîtîkaya ku girtigêh nebin malên mirinê, tu aqlekî başkirin an jî dev ji vê polîtikayê berde nîn e. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hejmara girtiyan pir zêde ye, li girtîgehên qelebalix, binpêkirinên mafên mirovan gelek in, ji gihandina tenduristiya bingehîn heta şert û mercên fizîkî, ji şert û mercên tecrîdê heta têkiliya bi derve re, ji sûdgirtina ji bûyerên civakî bigre heta azadiya ramanê gelek binpêkirinên mafên mirovan hene. Rewşa girtîgehan bi taybetî ji bo girtiyên siyasî girantir e.”

‘Tecrîd ji Îmraliyê belav dibe’

Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku di esasê xwe de li hemû girtîgehan binpêkirin hene lê li hemberî girtiyên siyasî rêbaza duyemîn tê bikaranîn û wiha got: “Ji ber ku gelek pêkanînên kêfî yên li hemberî girtiyên siyasî, rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehan gelekî girantir e, ji ber ku gelek pêkanînên ku vîna kesan dike hedef an jî ‘teslîmgirtinê’ esas digre ku cara duyemîn ceza dide girtiyan, hene. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di bin navê nûjenkirinê de derbasî pergala yekreng, hucreya yek odeyî, tîpên S û Y yên ku her ku diçe zêde dibin, di gihandina dermankirina girtiyên nexweş de astengî hene û helbet tecrîda li Îmraliyê jî weke çavkanî û teyisandina van hemûyan e.” Parlamentera Partiya DEM’ê diyar kir ku hinel caran li girtîgehan rûmeta mirovan tê binpêkirin û got ku ev rewş ji ber gelek reng û bandorên piralî yên sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Newroz Uysal Aslan axaftina xwe wiha domand:

“Tecrîdeke li Îmraliyê heye bandorê li gelek aliyan dike, di serî de bikaranîna berfireh a tecrîdê ya li girtîgehan ne qanûnî ye û ne li gor rûmeta mirovahiyê ye. Aliyek din ê tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê, weke teyisandina girtîgehên din nîşan dide.”

‘Bandora tecrîdê di gelek aliyan de xwe dide der’

Newroz Uysal Aslan tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê weke qada ku li Tirkiyeyê her cure bêhiqûqî lê derdikeve pênase kir û got: “Tecrîd di gelek aliyan de xwe dide der. Qadên ku di asta yekem de bandorê li wan dike girtîgeh in lê ji ber ku di eslê xwe de polîtîkayeke li dijî çareseriyê û qada bêhiqûqiyê ye, li her cihê ku pirsgirêk û bêhiqûqî xwe nîşan bide dibe ku parçeyek ji polîtîkaya tecrîda Îmraliyê were dîtin.” Newroz Uysal Aslan diyar kir ku partiyên wan û gelek saziyan ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirine û serlêdanên wan jî bê bersiv mane. Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku pergala tecrîdê ji polîtîkayên şer û înkara li ser gelê Kurd cuda nayê nirxandin û wiha got:

“Hebûna tecrîda li Îmraliyê di heman demê de çavkaniya polîtîkayên weke cezayên siyasî, muameleya kêfî û teslîmgirtina li girtîgehan e. Ji ber vê yekê girtiyên li girtîgehan li ser vê rastiyê gelek caran ketine grevên birçîbûnê û gelek bang li dewletê kirin ku li gorî qanûnê tevbigere û tecrîdê rake. Van bangan di dema borî de jî roleke siyasî lîstin û bandorê li pêvajoya çareseriyê kirin. Bu wesîle ku di sala 2019’an de piştî 8 salan bi parêzeran re hevdîtin pêk were. Par jî grevên birçîbûnê yên dorveger hebûn. Van grevên birçîbûnê ji 27’ê Mijdarê heta 4’ê Nîsanê berdewam kirin, piştî 4’ê Nîsanê jî bi heman daxwazan boykot berdewam dike. Ev çalakiya girtiyan li derve jî pêk hat, bi taybetî dayikên xizmên girtiyan her wiha çalakî û çalakiyên Dayikên Aştiyê yan jî dayikên me yên ji beşên cuda yên civakê ku piştgirî dan vê daxwazê, veguherî nobetên edaletê, daxuyaniyên li ber girtîgehê û li ber wezaretê. Li derve jî çalakiyên xizmên girtiyan hene.

‘Wezîr me di pozîsyona parastinê ya ku rastiyê berovajî dike de pêşwazî kir’

Newroz Uysal Aslan diyar kir ku hevdîtina herî dawî di navbera Wezareta Dadê û xizmên girtiyan de pêk hatiye û ev hevdîtin beşek jî li ser çalakî û rewşa xizmên girtiyan hatiye kirin. Hevdîtina dawî jî wiha nirxand: “Di hevdîtinê de çawa ku zîhniyeteke ku gelê Kurd ji nedîtî ve tê, pirsgirêka Kurd ji nedîtî ve tê, rastiya şer ji nedîtî ve tê, aqilê ku dibêje tecrîda Îmraliyê nîn e jî li wir xwe nîşan da. Wezîr em bi bêtehemuliya li hemberî dayikan û pozîsyona parastinê ya ku rastiyê berovajî dike pêşwazî kir.” Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku li gel hemû înkar û îfadeyên wezîr xizmên girtiyan rastiyan gotine.

‘Tecrîd û bêhiqûqî wê li her derê xwe nîşan bide’

Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku axaftin û helwesta wezaretê hişmendiya înkarê ye û 100 sal in berdewam dike û herî dawî got: “Li ser vê yekê jî bi gotinên dayikan derketiye holê ku ev têkoşîna dayikan a li dijî vî aqilî wê berdewam bike. Ev hevdîtin nîşaneya îsrara di înkar, bêhiqûqî, binpêkirina mafên mirovan û muameleya xerab de ye. Nîşaneya wê yekê ye ku ne tenê li Îmraliyê, li her qada Tirkiyeyê wê bêhiqûqî bidome. Aqilê ku dibêje li her qada weke bêhiqûqî tê binavkirin, li Îmraliyê tecrîd tune ye, wê bibêje bêhiqûqî nîn e û wê xwe li her derê nîşan bide.”