Li Amedê ji bo jinan amadekariyên JINKART hat destpêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo beşdariya jinan ya jiyana civakê ku tu dahatê wan nîne hêsan bike di otobusên şaredariyan de dema JINKART dide destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Daîreya Polîtakayên Jinan ya Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo jinên ku ewlehiya wan ya civakî nine dest bi xebatan kir.

Bi armanca ji bo pêkanîna beşdariya jinan ya jiyana civakê, hêsankirina karê rojane û hêsankirina xwegihandina aktîvîteyên çand û hunerê şaredarî derbasî pêkanîna JINKAR’ê bûye.

Xebat destpêkir

Pêkanîn ku wê di hefteya duyem ya meha Tîrmehê di civîna meclîsê de were rojevê, lê belê xebat ji niha de destpê kir. Şert û mercên serlêdanê wê piştî biryara Meclîsê were eşkere kirin. Di dema ku şertên têrker yê jinan pêkhat, wê jin bikarin serlêdana navendên  ji aliyê Şaredariya Mezin ya Amedê  hatine diyarkirin bikin. Ji bo jinên ku dahatek wan nîne ji bo otobusên girêdayî şaredariyê bikarbînin wê bibin xwedî mafê ku mehane 90 caran bê bac lê siwar bibin. 

Seroka Daîreya Polîtakayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer diyarkir ku xizanî û bêkarî pirsgirêka bajar ya herî giring e, beşek giring ya jinên li bajar jiyan dikin ji ber kêmaniya aboriyê, ji tendirûstî heta beşdariya jiyana civakî bigre di mijara xwegihandina pêwîstiyên bingehîn de pirsgirêkên mezin jiyan dikin.