Silava Ehmed: Zîlan li hemberî komployan tolhildaneke dîrokî ye

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Silava Ehmed teqez kir ku çalakiya fedayî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) tolhildaneke dîrokî ye li hemberî planên qirkirin û perçekirinê û got: “Dijmin ji hêza jinên pêşeng ditirse.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan, di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê  di merasîmek artêşa Tirk de li dijî hewildana suîkasta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Şamê di 6'ê Gulana 1996'an de pêk hatibû çalakiya fedaî pêk anî. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Silava Ehmed têkildarî çalakiya fedayî ya şoreşger Zîlan ku li dijî dewleta Tirk pêk anîbû, axivî.

‘Di çalakiya şehîd Zîlan de hêza jinên Kurd derdikev holê’

Silava Ehmed di 28’emîn salvegera şehadeta Zîlan de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Di dîrokê de jinên weke Zîlan derneketibûna wê tu car hêza me ya têkoşîna azadiyê derneketa holê. Divê were zanîn ku şoreşa jinan yek ji mîrasên herî girîng ê şehîd Zîlan û rêhevalên wê ye. Jinên ku mohra xwe li dîrokê didin di demên zehmet de derdikevin. Kesayetên mîna şehîd Zîlan di pêvajoya ku tevahiya cîhan li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bûn yek û biryara planên qirêj amade kirin de derketin holê. Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe vê komployê vala derxist. Li vê derê hêza jinên Kurd derdikeve holê û nîşan dide ku her dem dikarin rol û mîsyona xwe ya dîrokî bilîzin.”

‘Şehîd Zîlan lêvegera naskirina rastiya jinên azad e’

Silava Ehmed destnîşan kir ku nasîna şehîd Zîlan ji bo her jinê bi wate ye û wiha axaftina xwe domand: “Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî, rê li ber berxwedan, têkoşîn û azadiya jinan vekir. Di şexsê wê de bi hezaran jinan xwe nas kirin, bi hêz kirin û ji bo azadiya xwe û civaka xwe tevli tevgera azadiyê bûn. Şehîd Zîlan ji bo me pêşenga azadiyê û parêzvana xeta azadiyê ye. Wê di fikrên Rêber Apo de xwe kûr kir û xwest her jin vî fikrî bizanibe. Ji ber ku nasîna felsefeya Ocalan; zayîneke nû bi mirovan re dide çêkirin. Şehîd Zîlan lêvegerek e bi riya wê rastiya jinên azad hat naskirin û bi pêş ket.”

‘Çanda têkoşîn û fedayîtiyê ji Zîlanê dest pê kir’

Silava Ehmed teqez kir ku li dijî hêza jinên azad êrîş û planên dijmin berdewam dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevgera azadiyê bi fedakariya jinên pêşeng bi pêş ket. Zîlan, Şîlan, Sakîne, Sema û bi hezaran jinên têkoşer bûn pêşeng û heya vê rojê jî ji bo xeta azadiyê berdewam bike û bi ser bikeve, di nava berxwedanî û fedakariyê de ne. Êrîş û hedefgirtina jinên pêşeng ên di şoreşa jinan de cihê xwe girtin; berdewama komplo û planên qirkirinê ye. Hê jî helwestên dijminane berdewam dikin, jin li ku derê bi hêz bin li wê derê bi hemû hewldanên xwe dixwazin wan tune bikin. Çanda têkoşîn û fedayîtiyê çanda zindîkirina heqîqetê, rastî û zanebûnê ye. Ev çand jî bi têkoşîna Zîlanan hat afirandin û heya roja îro ji aliyê bi hezaran jinên pêşeng ve tê parastin. Weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erka me ya sereke ew e ku em felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan belav bikin û bigihîjînin her jinê da ku em bikaribin bi hev re jiyana azad û demokratîk ava bikin.”