Li herêma Kurdistanê jinek hate şewitandin

Li navenda parêzgeha Dihokê, mêrek piştî îşkenceyek tund xwuşka xwe şewitand, jina ku ji sedî 80’ê laşê wê şewitiye li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Navenda Nûçeyan- Li herêma Kurdistanê buyerên qetilkirin û tundiya beramberî jinan zêdebûye, ji ber polîtakayê bê cezahiştina desthilatê bûyerên qetilkirin û şewitandina jinan zêde dibe. Divê demê dawî de buyerên şewitandina jinan jî dubare dibe. Herî dawî di 6’ê Hezîranê de jinek ciwan ya bi navê Avan Ceza ji aliyê mêrê pê re zewicî ve hate şewitandin û ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da. Ji destpêka salê ve zêdeyî 27 jin li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine qetilkirin yan jî neçarî xwekuştinê hatine kirin. Şevê din heman bûyera şewitandinê dûbare bû. Rêveberiya Polîsên Dihokê ragihandin ku mêrekê îşkence li xwuşka xwe kiriye û piştre ew şewitandiye,li gor agahiyan ji sedî 80’ê laşe jinê şewitiye û li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Her wiha hate desntîşankirin ku kiryar piştî 4 saetan li navçeya Çemankê ya ser bi bajarokê Amêdiyê hatiye binçavkirin.

Li gor agahiyên polîsan ragihandî, jina hatî şewitandin, dayîka 3 zarokan e.