Di xwepêşandanan de jin û xwendekar tên binçavkirin
Hêzên ewlehiyê ketin wargeha zanîngeha Birjad û du xwendekarên jin ên bi navê Şeyda Namcû û Zeyneb Îvanî binçav kirin. Li bajarokê Songur ê girêdayî Kirmaşanê Bahar Refîî, Asel Begvend û Yasîn Hametiyan hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Tevî tepisandina xwepêşandanên gel ên li seranserê Îranê, her dem di xwepêşandanan de jin û xwendekar di çeperên herî pêş de cih digrin û herî zêde ew tên binçavkirin.
Bi domandina pêla zextn re, çavkaniyên mafên mirovan diyar kirin ku heta niha li gelemperî Îranê di xwepêşandanan de herî kêm 1200 kes hatine binçavkirin. Rapor nîşan didin ku herî zêde jin û xwendekarên di refên herî pêş ên xwepêşandanan de cih digrin tên binçavkirin.
Li gorî raporên qadê, şeva Duşemê 5’ê Çileyê, hêzên ewlehiyê ketine wargeha zanîngeha Birjand û du xwendekarên jin ên bi navê Şeyda Namcu û Zeyneb Îvanî binçav kirin. Têkildarî Saziya ku ev du xwendekar binçav kirine, cihê lê tên girtin û rewşa wan a tenduristiyê heta niha tu agahî nehatiye girtin.
Her diçe pêla binçêvkirina berfireh dibe
Her wiha li bajarê Songur ê girêdayî Kirmaşanê, bi dehan kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de Bahar Refîî, Asel Begvend û Yasîn Haşmetiyan cih digrin. Li gorî çavkaniyên xwecihî, Asel Begvan di dema binçavkirinê de birîndar bûye û têkildarî aqubeta wê tu agahî nehat girtin.
Rêxistinên mafên mirovan, diyar kirin ku ji ber pêla binçavkirinê gelek bi fikar in, destnîşan kirin ku ji ber parvenekirina agahiyan, der barê rewşên wan de agahî nedane malbatan û dan zanîn ku ev yek binpêkirina mafên bingehîn ên welatiyan e.