Di bombebarana Sûdanê de 7 jê zarok 10 kes mirin
Li gorî çavkaniyek tendirustiyê, li bajarê El-Obeyd ê paytexta eyaleta Kordofana Bakur a Sûdana Başûr, di bombebaranê de 7 jê zarok 10 kes mirin.
Navenda Nûçeyan – Di êrîşa Hêzên Piştgiriya Lezgîn a li ser bajarê El-Obeydê ya 5’ê Çileyê li ser malek de 7 jê zarok 10 kes mirin.
Şahidek got ku li ser El-Obeydê k udi bin kontrola artêşa Sûdanê de ye pêk hatiye û hat diyarkirin ku bi mehan e Hêzên Piştgiriya Lezgîn hewl didin bajar dorpêç bikin.
3 sal in pevçûn didomin
Artêşa Sûdanê sala par piştî dorpêça Hêzên Piştgiriya Lezgîn, bajarê El-Ubeyd ê ku 400 km. dikeve başûrê Xartûmê kontrola bajar ji nû ve girtibû dest.
Ji sala 2023’yan ve heta niha di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de pevçûn didomin û ev yek bû sedema koçberiya bi dehhezaran mirovan û mirina bi hezaran kesan. Ji ber pevçûnan xela û nexweşiyên şewbê belav bûn. Neteweyên Yekbûyî rewşa li Sûdanê weke “yek ji krîzên herî mezin ê cîhanê” pênas dike.