Li Îranê ji ber bêdengiya navneteweyî cezayên darvekirinê zêde dibin
Îran di demên dawî de bi girtinên keyfî, cezayên darvekirinê, şert û mercên kefaleta zêde re rû bi rû ye. Rejîma Îranê şerê heyî ji bo xwe weke firsendekê bikartîne. Bi taybetî jî êrişek hovane li ser jin, çalakvan, akademîsyen û muxalîfan pêktîne.
Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora ku di 30’ê Gulana 2026’an de hatî weşandin, di çar rojên borî de li bajarên cuda yên Îranê zexta dadwerî bi awayekî berbiçav zêde bûye, tê gotin ev bi rêya girtinên keyfî, tedbîrên ewlehiyê yên bi zorê, cezayên darvekirinê yên dijwar û kefalet di astek bilind de zêde bûye. Di raporê de hate diyarkirin ku girtinên keyfî, lêpirsînên ewlehiyê, cezayên darvekirinê yên dijwar û zexta darayî ya bi rêya şert û mercên kefaleta zêde li seranserê welêt belav dibe. Rêxistin û çalakvanên mafên mirovan îdia dikin ku saziyên ewlehî û dadweriyê bi rêya îşkenceyê, îtîrafên bi zorê û pêvajoyên darizandinê yên neşefaf dixebitin.
Zextên li ser girtiyên jin zêde dibin
Li gorî raporê, di hefteyên dawî de, çalakvanên jin û jinên ku beşdarî xwepêşandanan dibin rastî zextek dijwar hatine. Hat ragihandin ku girtiya siyasî Nesîm Gulami Simyarî ku li Girtîgeha Evînê ye, ji ber sedemên dîsîplînî ji mafên telefon û hevdîtinên bi malbatê re bêpar hatiye hiştin.
Li Tehranê, du xwişkên bi navê Kîmya Dawudî û Tara Dawudî ku di dema xwepêşandanan de hatibûn girtin, li gorî raporên Dadgeha Şoreşê bi tevahî 16 sal cezayê girtîgehê lê hatine birîn. Di heman demê de, li Şîrazê, çarenûsa endamên Baheyî Mandana Sutude û Mehsa Sutude, ku nêzîkî du mehan e girtî ne, hîn ne diyar e. Her wiha hat gotin ku Sara Sepehrî ku di heman girtîgehê de ye, tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî, dermankirina pêwîst nabîne.
Îdiayên binçavkirin û îşkenceyê li bajarên biçûk
Di raporê de hat destnîşankirin ku operasyonên li dijî jinan li herêmên cuda yên welêt belav bûne. Hat îdîakirin ku gelek jin bêyî biryara dadgehê hatine binçavkirin û li bajarê Bokanê malên wan hatine lêgerînkirin.
Hat îdîakirin ku gelek jin di xwepêşandanên li Sircanê de hatine binçavkirin û di dema binçavkirina xwe de rastî zexta fizîkî û psîkolojîk hatine.
Windakirinên bi zorê û sewqên veşartî
Li Zahidan, Belûçistanê, karkerekî ciwan ê bi nexweşiya epîlepsiyê piştî ku ji bo yekîneyeke îstîxbaratê hat bangkirin, tê îdiakirin ku winda bûye û îşkence lê hatiye kirin.
Her wiha hat ragihandin ku gelek kes li Mahabad, Bokan, Miyandoab, Çabahar û bajarên din hatine binçavkirin, malbatên wan ji bo demek dirêj agahî ji wan negirtine û hin ji wan jî ji hevtîninê parêzeran bê par hatine hiştin.
Îdiayên kefaleta giran û desteserkirina milkên wan
Li gorî raporê, ji bo berdana girtiyan li bajarên cuda bi milyaran tumen wek kefalet hatiye xwestin. Parêzvanên mafên mirovan van kiryaran wek rêbazek zext û cezakirina aborî dibînin. Her wiha hat gotin ku milkên hin welatiyan, cîhazên elektronîk û belgeyên nasnameyê hatine desteserkirin; dozên ku bi hinceta bikaranîna pergalên înternetê yên starlînk li hinek kesan hatine vekirin jî hene.
Zextên li dijî malbatan
Hat gotin ku malbatên kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane jî rastî zextê hatine. Hat îdiakirin ku hin malbat hatine lêpirsînkirin, malên wan hatine lêgerînkirin û ji wan hatiye xwestin ku daxuyaniyan nedin raya giştî.
Her wiha di encama bûyerên ku di operasyona li dijî malbata girtiyekî siyasî li Kirmanşanê qewimî de, endamekî malbatê jiyana xwe ji dest daye.
Fikarên derbarê îşkence û cezayên darvekirinê de
Di agahiyên ku ji girtîgehên Evîn, Kizilhîsar, Adilabad û yên din îdiayên muameleya xerab û îşkenceyê cih girtin. Rêxistinên mafên mirovan nîgeraniya xwe li ser bicîhanîna cezayên darvekirinê yên ku li hin girtiyên siyasî û girtiyên ciwan hatine birîn anîn ziman.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û rêxistinên din ragihandin ku di mehên dawî de gelek cezayên darvekirinê li girtiyên siyasî hatine birîn an jî hatine bicîhanîn.
Parêzer, akademîsyen û xwendekar jî di hedefê dene
Di raporê de hat destnîşankirin ku zext tenê bi xwepêşanderan ve sînordar nebûye. Hate diyarkirin ku hin parêzer ji ber parvekirinên xwe yên li ser tora dijîtal cezayê girtîgehê girtine û doz li akademîsyen û xwendekarên doktorayê hatine vekirin. Her wiha hat ragihandin ku li zanîngehan lêpirsînên dîsîplînê zêde bûne, hin xwendekar hatine derxistin an jî mafê wan ê perwerdeyê hatiye sînordarkirin.
Bêdengiya civaka navneteweyî tê rexnekirin
Di dawiya raporê de, bêdengiya civaka navneteweyî li ser binpêkirinên mafên mirovan hate rexnekirin. Parêzvanên mafên mirovan dibêjin ku mijara mafên mirovan di nîqaşên dîplomatîk de hatiye paşguhkirin, ev jî wisan kiriye ku ji rejîma Îranê re qadek berfireh a tevgerê vebe.
Gelek rêxistin, di nav de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, derbarê binçavkirin, îdiayên îşkenceyê û cezayên darvekirinê de banga hewldanên dîplomatîk ên bibandortir li ser asta navneteweyî kirin.