Pêşerojekî çawa li benda Sûriyeyan e? – GOTAR

Feraseta ku çend meh berê Elewî kuştin, îro gelê Durzî dikuje û plan dike ku sibê jî Kurdan bikuje. Bikaranîna têgeha "Eşîrên Bedewî" ji bo şerekî mezhebî yê li dijî Durziyan, balê dikşîne.

SENAA EL-ELÎ

Şam – Demê piştrast kiriye ku hemû xewnên geş ên ji bo Sûriyeyek demokratîk û pirreng, ji sloganan wêdetir neçûne. Tarîtiya wan, di mehên pêşîn ên desteserkirina cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ên bi serokatiya El-Colanî dest pê kir. Ji ber vê yekê Sûrî dikarin ji komek terorîstên ku ji çend welatan tên da ku di sedsala 21'an de xelîfetiyek ava bikin, çi hêvî bikin?

Sûriye ji hêla komên kirêt tê birêvebirin

Şam, şaristaniya herî kevin a dîrokê ye û Sûriye welatê herî pêşketî yê şaristaniyê ye ku ji aliyê komekê ve tê birêvebirin. Ev kom ji bilî karê kirêt tiştekî ji siyasetê, ji bilî kuştinê tiştekî ji olê û ji bilî "fethên" tiştekî ji dîrokê nizanin. Herkesê ku gotiye şerê Sûriyeyê bidawî bûye, bê guman şaşiyeke mezin kiriye, an jî bûyeran analîz nekiriye. Ji sala 2011'an vir ve, Sûriye di navbera ronahî û agir de ye. Her gava ku gelê wê di hilbijartina rêya ronî de têk diçe, dibe ku neçar bimîne ku riya tarîtî û kuştinê hilbijêre. Mixabin, ew zû dibin amûr.

8'ê Kanûna 2024'an dîroka Sûriyeyê guherand

An riya herî tarî ya ku kesên herî pesîmîst jî qet xeyal nedikirin, di 8'ê Kanûna Pêşîn a 2024'an de vebû. Dema ku cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam a şaxa El-Qaîdeyê ya Sûriyeyê ye desthilatiya Sûriyeyê bidest xistin, tarîtî destpê kir. Berjiwendiyên navneteweyî û herêmî her tim li berjewendiyên xwe digerin. Ji El-Colanî re dibêjin bi Îsraîlê re aştiyê bike, ew jî erê dike. Ji ber ku van hêzan ew anîne ser desthilatê, El-Colanî ji bo welatê xwe tu hesûdiyê nake. Ew xem nake ku Lîwa Iskenderûn ji hêla Tirkiyeyê ve dagirkirî bimîne, an jî Sûriye axa Colan winda bike. Lê pirsa ku bi tundî derdikeve holê ev e; Gelên Sûriyeyê di vê komployê de li ku ne? Ew ji berpirsiyara xwe ya ku dîrokê daye ber wan, ji bo parastina welatê xwe li ku ne? Ne gengaz e ku çalakvanên ronakbîrî û jin bibin kêmneteweyên welêt ku hewl didin dengê xwe bilind bikin da ku hişyariyê bidin kareseta ku bi serê Sûriyeyê vetê, lê dengê wan ji hêla tundrew û mirovên nezan ve tên bêdengkirin.

Gelê Sûriyeyê serokê xwe nas nakin!

Lîstina bi bîra Sûriyeyê xeternak e. Çawa gelê Sûriyeyê dikarin ji bîr bikin ku Heyet Tehrîr El-Şam û El-Colanî kî ne? Çawa dikarin jibîr bikin ê ku li dijî gelê Iraqê sûcên şer kirin kî ne? Di şevekê de bibin alîgirên normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re dema ku perçeyek ji axa xwe berdan, dema ku rexne li Esed dikirin ku axa Colan firotiye Îsraîlê. Çawa dikarin nexşeya welêt bi bê wijdanî biguherînin? Piştî ku wan başûrê Sûriyeyê firot Îsraîl û bakur firot Tirkiyeyê û xwîna xelkê peravê û Durziyan rijandin, jinên wan kirin kole û gef li Kurdên rojhilatê wê xwarin ku bi tunekirinê re rûbirû bimînin, çi hiştin?

Îro welatiyê Sûriyeyê xwedî wijdanek çawa ye ku van hemû pevçûnan qebûl bike? Ew çawa dikare bi gelê xwe pesnê xwe bide, bi xwîna wan pesnê xwe bide û wan şermezar bike? Di medyaya civakî de vîdeoyên komek bi hovan re hat belavkirin. Di vîdeoyê de Durziyên başûrê Sûriyeyê bi birîna simbilên wan bi awayek hovane şermezar dikin. Şîrove û bersîvên li ser van binpêkirinan, destek bûn. Min meraq kir ku çi wijdanê Sûriyeyê heye. Ma wijdan û mirovahiya wî miriye ku tiştê di bin dirûşmeya yek welat, yek ol û yek al de diqewime ku ji cihêrengbûnê qedexe ye, qebûl bike?

Analîzên Rêber Ocalan ên li ser dewlet netewê’

Tiştê ku li vir tê bîra min ew e ku Rêber Abdullah Ocalan li ser dewleta neteweyî gotiye ku sînorên dewletê bi xwezaya erdnîgarî, cihêrengî û tevgera civaka mirovan re nakok in. ev sînorên siyasî di navnîşana dahênanên civakî yên bi lez diguherin de ne. Pîrozkirina cîhên ku bi vî rengî hatine xêzkirin û di hişê welatiyan de wekî ku ew hebûnên pîroz, herheyî û bêdawî bin, bi vî rengî nivîsandin û spartina wan ji wan re tê wateya afirandina pirsgirêkên herî mezin û tevlihev. Eleqeya mezin bi sînorên dewletê re dibe sedema desteserkirin, îstismarkirin û bazirganîkirina mirovan. Her wiha wan seferber bikin da ku di navbera welat û zîndanê de ti ferq nemîne.

Rakirina sînoran divê li gor Netewa Demokratîk be

Li Sûriyeyê Kurd, Durzî, Şiî, Elewî û eşîrên Ereb hene. Divê pergal li gor modela Netewa Demokratîk be, ne bi dagirkirina erdên dewletekê ji hêla welatên cîran, êrîşkirina wê, sûdwergirtin ji rewşa wê û qelsiya wê be.

Bi peyva "eşîrên Ereb" şerên mezhebî pêk tînin

Tiştê ku rewşê xirabtir kir ew bû ku cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam peyva "eşîrên Ereb" bikar anî da ku li dijî pêkhateya Durzî şerekî mezhebî bike. Bi vê yekê, ew têla şer dikşînin ku dê di pêşeroja nêzîk de wê bişewitîne. Dibe ku eşîr jî qurbanê nezaniyê be, lê ew ji ber vê rola neyînî ya ku di dîroka Sûriyeyê de dilîze sûcdar e. Li vir em dikarin bipirsin: Şêxê eşîrê kî ye û kê wekî ku tê gotin ev desthilatdarî daye wî? Bersiv bi tenê ev e ku şêxê eşîrê ne li ser bingeha çand, hişmendî û şehrezayiya wî, wek ku di demên berê de bû, an jî bi dengên endamên eşîrê bo nimûne, lê li ser bingeha pereyê ku wî mîras girtiye, tê hilbijartin.

Şêx û eşîr li gor berjewendiyan tên bikaranîn

Di serdema me de, şêxên eşîran di şerê Sûriyeyê de tenê bi firotina dilsoziya xwe ji her kesê ku erdê kontrol dike re biser ketine. Ev komên tundrew tenê hewl didin ku eşîrê ji xwezaya wê ya rastîn ve mijûl bikin. Eşîr berê civaka komunal temsîl dikir, dema ku şêxên eşîran li ser pirsgirêkên eşîra xwe şêwir dikirin û bi hev re biryarên herî guncaw didan, demokrasiyê temsîl dikir. Şêx bi tena serê xwe biryaran nedida. Îro, hin ji wan bûne sermayedarên ku serê xwe pêçandin û cil li xwe dikin, di her fersendê de bê ku rolek rastîn di aştiyê de hebe, lez dikin ku bi dehan miyan serjê bikin. Mixabin, ew dilsoziya xwe didin desthilatdariya herî bihêz, ne yê ku maf heye. Bi rastî, nayê gotin ku ew kesên ku çûne kuştina Durziyan li Suwêdayê temsîl dikin, ew terorîstên kirêkirî ne ku yên din red dikin.

Ev eşîr jî qurbanê polîtîkayên hegemonyayê yên dewleta neteweyî ye. Van polîtîkayan, ji bilî valakirina naveroka wê û dûrxistina wê ji rastiya wê, ew li derveyî dîrokê jî kiriye û îro ew amûrek ji bo pêkanîna berjewendiyan e.

Ji rewşa ku tê re derbas dibin haydar bin

Divê gelê Sûriyeyê bizanibe ku sempatiya cîhanî ya ku wan di 14 salên borî de çêkiriye, di demek nêz de veguhere nefret û dûrxistinê. Sûrîyeyî dê di salên bêhejmar de wek terorîst werin binavkirin. Ji ber vê yekê divê ew rola xwe ya wek qurbaniyên ku beşdarî rijandina xwîna xwe bûne bi dawî bînin û ji bo parastina Sûriyeyê ji şerekî navxweyî yê wêranker û parastina nasnameya wê ya cihêreng bixebitin.