Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê pêvajo şefaf bê meşandin
Serokwekîla Koma DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît, der barê komîsyona ku wê sibê li Meclîsê bê avakirin de agahiyan da û got: “Divê mirov qebûl bike ku formulasyona ji sedî sed dê ji çapemeniyê re vekirî be an jî ji sedî sed girtî be pêkan xuya nake.”

Enqere – Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da.
Gulistan Kiliç Koçyîgît, ewile bal kişand ser krîza aborî û got ku divê deynên cotkaran bêyî faîzê bên taloqkirin û divê zirarên wan bên tanzîmkirin. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku hewceye îktîdar bernameyên teşwîqkirinê yên taybet û piştgiriyê ragihîne, dev ji polîtîkaya îthalkirinê berde û reformên cotkaran diparêzin bixe meriyetê.
‘Bawerim dê TUÎK’ê dest ji firotina xeyalan bernede’
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser daneyên enflasyonê yên TUÎK’ê û got ku tu kes ji van daneyan bawer nake. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, wiha domand: “Armanceke TUÎK’ê heye. Dema van reqeman aşkera dike, di çarçoveya van daneyan de ji bo kesên kêmtirîn mûçeyê digirin zem tê kirin. Lewma divê navê TUÎK’ê biguhere û bibe Saziya Îstatîstîkê ya Îktîdarê. Li dikanan rastî cuda ye. Bawerim dê TUÎK dest ji firotina xeyalan bernede.”
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser komîsyona bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin hemû partiyên siyasî tê de cih bigirin. Ji bo navê komîsyonê formulasyoneke Serokê Meclisê heye. Ji me re jî şandin. Bawerim formulasyoneke wisa dê me jî qaneh bike.”
‘Formulasyona ji sedî sed dê ji çapemeniyê re vekirî be an jî girtî pêkan xuya nake’
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku komîsyon hêj nehatiye avkirin lê ew gotinên AKP’iyan ên têkildarî şêwe û esasên komîsyonê rast nabînin û axaftina xwe wiha qedand: “Di dawiya dawî de komîsyonek heye û hiqûqa wê heye. Û ev komîsyon bi xwe dê biryara vê bide. Bêguman dê nêrîn û pêşniyara her partiyekê hebe. Divê mirov qebûl bike ku formulasyona ji sedî sed dê ji çapemeniyê re vekirî be an jî ji sedî sed girtî be pêkan xuya nake. Dê agahî bên parvekirin. Dê MÎT were û agahiyan bide, belkî Parastina Neteweyî were û agahiyan bide. Lewma dê baştir be ku hinek aliyên wê veşarî bin. Lê ev nayê wê wateyê ku zelal nebe.
‘Divê civak were agahdarkirin’
Li vir ya girîng ew e ku civak were agahdarkirin. Lewma dibe ku di dawiya rojê de biryara girtîmayînê jî were dayin. Lê girîng e ku hemû pêkhateyên komîsyonê an jî Serokê Meclisê civakê agahdar bike. Ev gelek girîng e.”