Îlham Ehmed: Divê kongreyeke niştimanî bi beşdarbûna hemû aliyan were lidarxistin
Îlham Ehmed ya di komxebata "Veger maf e, nayê jibîrkirin û dev jê nayê berdan" de axivî, got: “Avakirina Sûriya nû tenê bi qebûlkirina nasnameya hemû pêkhateyan çêdibe. Divê kongreyeke niştimanî bi beşdarbûna hemû aliyan were lidarxistin.”

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, li Reqayê di Komxebata "Veger maf e, nayê jibîrkirin û dev jê nayê berdan" de axivî.
Îlham Ehmed, di axaftina xwe de diyarkirin ku pêwîstiya gelê Sûriyeyê bi lihevhatina civakî heye û wiha dewam kir: “Divê xebatên civakî yên rast werin aktîfkirin. Tevliheviya heyî ne ji berjewendiya tu kesî ye. Rêveberiya Xweser ji bo ewlekariyê amade ye, tişta bikeve ser milê wê pêk bîne. Divê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya avakirina Sûriyeya nû de bi cih bîne.”
Îlham Ehmed, girîngiya xebatên siyasî ya bi beşdarbûna hemû aliyan û di bin çavdêriya navdewletî de anî ziman û ev tişt rêz kirin: “Ne wiha be edaleta siyasî pêk nayê û şer bi dawî nabe. Em qebûl nakin vegerin dema sîstema Baas. Nabe ew xwe bi navendîbûn û zordestiyê bigirin. Avakirina Sûriya nû tenê bi qebûlkirina nasnameya hemû pêkhateyan çêdibe. Divê kongreyeke niştimanî bi beşdarbûna hemû aliyan were lidarxistin. Lihevkirineke siyasî di bin banê destûrê de dê pêşeroja hevbeş a hemû gelê Sûriyeyê biparêze.”
Îlham Ehmed, îdayên li ser Rêveberiya Xweser têne kirin ên dibêjin ew dixwaze Sûriyeyê parçe bike red kirin û îşaret pê kir ku nenavendî bi armanca parastina pirengî û beşdariya hemû pêkhateyan pêwiste û wiha lê zêde kir: “Ev di heman demê de beşdariya jinan misoger dike. Em ê tu carî ji van daxwazên xwe gavan paş de venagerin. Tevî serokê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri sozan dide jî, komîte hîn neciviya. Ev sekna pêkanîna xalên lihevkirina 10’ê Adarê nîşan dide. Ev xeta pêvajoya veguhêz asteng dike. Ji lewma li ser pêvajoya veguhêz bi giştî metirsî ye. Ev zêdetir metirsiyan çêdike, welat ber bi şerê navxweyî ve biçe.”