Çalakiya jinen Beluc didome

Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc ku bi daxwaza berdana pêşengehên xwe û eşkerekirina aqûbeta windakiriyan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 20’an de didome.

Navenda Nûçeyan – Jinên Beluc, bi mebesta berdana pêşengên Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) ku di dîrokên cuda de ji aliyê dewleta Pakistanê ve hatine girtin û eşkerakirina aqûbeta aktîvîstên di dîrokên cuda de hatine binçavkirin, çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin.

Çalakiya li Îslamabadê hatiye destpêkirin û di roja 20’an de didome. Jinên Beluc di çalakiya rûniştinê de axivîn û xwestin aqûbeta jinên Beluc ên binçavkirî bê aşkerakirin, aktîvîstên girtî bên berdan û zextên li ser gelê Beluc bên bidawîkirin.

Jinan, diyar kirin ku heta daxwazên wan bê bicihanîn wê çalakiyên xwe bidomînin.