Konferansa 4’emîn a YRJ’ê bi dawî bû
4’emîn konferansa YRJ’ê ya ku bi dirûşma “Bi mezinkirina YRJ’ê em ê bibin dengê şoreşa jinê” hat lidarxistin piştî hilbijartina 31 endamên meclisa YRJ’ê, bi encamnameyê bi dawî bû.
Qamişlo – 4’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) a bi dirûşma “Bi mezinkirina YRJ’ê em ê bibin dengê şoreşa jinê” hat lidarxistin, bi encamnameyê bi dawî bû. Konferans diyarî giyana rojanameger Cîhan Bîlgîn a di êrişa dewleta Tirk de hatibû qetilkirin, hat kirin.
Di konferansê de 150 delegeyên rojnamegerên ji herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, nivîskarên jin, nûnerên Kongra Star, nûnerên dezgehên jinan ên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), TEV-DEM’ê amade bûn.
Piştî xwendina rapora xebatên 4 salan deriyê şopandina nîqaşên li ser raporê li ber ragihandinê hat girtin. Piştî nîqaşan bernameya YRJ’ê hat xwendin û erêkirin. Her wiha Meclîsa Yekîtiya Ragihandina Jin a ji 31 kesan pêk tê hat hilbijartin.
Konferansa YRJ’ê bi encamnameyê bi dawî bû. Rojnameger Zîlan Ebdo encamnameyê xwend.
Encamnameya YRJ’ê wiha ye:
“Bi şiyara “Bi Mezinkirina YRJ’ê Em ê Bibin Dengê Şoreşa Jinan” me 4’emîn konferansa xwe bi hêz û coşa ku em ji têkoşîna jinan digrin, bi tevlîbûnek berfireh di 08.11.2025’an de li Qamişloyê li dar xist. Em konferansa xwe bexşî giyanê hevala xwe Cîhan Bîlgîn dikin. Di şexsê Cîhan Bîlgîn de em hevalên xwe Nazim Daştan, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Rosîda Mêrdîn, Azîz Koyluoglu, Seyît Evran, Agît Roj, Argeş Serhed, Axîn Qamişlo, Avrîn Efrîn û hemû şehîdên ragihandina azad bi rêzdarî bi bîr tînin.
Qeyrana aborî siyasî ekolojîk û civakî her diçe dijwartir dibe
Di demek ku li cîhanê, herêmê û Kurdistanê pêşketinên girîng rû didin de konferansa me pêk hat. Konferansa me bi rojev û nirxandinên berfireh ên ji bo xeta ragihandina alternatîf û azad bû bingeheke bihêz a biryardariyê.
Îro di asta cîhanî de bi destên pergala modernîteya kapîtalîst qeyrana aborî, siyasî, ekolojîk û civakî her diçe dijwartir dibe. Şerê ku navenda wê Kurdistan, Sûriye û bi giştî Rojhilata Navîn e, bi şerê Ukrayna-Rusya, Îsraîl û Hamasê re her diçe berfireh dibe. Şerê ku di asta kurevî de tê pêşxistin, herî zêde zirarê di de jinan. Modernîteya kapîtalîst bi bilindkirina zayendîperestî, nijadperestî û olperestiyê li erdîngariya me bi destên hêzên cîhadîst, li dijî jinan, gelan, baweriyan, kêmaran û xwezayê komkujiyan pêk tîne. Rojnamevanên ku vê heqîqetê dişopînîn û bi raya giştî re parve dikin bi awayekî hovane tên qetilkirin.
Li şûna çareseriyeke demokratîk polîtîkayên qirkirin, talan û şer her diçe tên gurkirin
Civak bi krîzên piralî tê birêvebirin; bi riya tundî, xizanî, koçberî, komkujî û neçariyê tê bêzarkirin. Di bin siya şer de destdirêjiya li hemberî beden û nirxên jinan tê rawakirin, jiyan li derdora wan tê tengavkirin. Li şûna çareseriyeke demokratîk polîtîkayên qirkirin, talan û şer her diçe tên gurkirin.
Rêber Apo, bi banga Aştî û Civaka Demokratîk sedemên krîz û qeyrana heyî, rastiya “Kujerê Qastîk” şêwazê ku ji bo afirandina pirsgirêkan bi kar tîne bi awayekî şênber danî holê. Ji bo derbaskirina qeyrana heyî, ji bo jiyana azad têkoşîna jinan weke alternatîf diyar kir û hêviyên xwe ji bo pêşengiya jinan a ji bo pêvajoyê anî ziman. Rêber Apo azadiya civakê di têkoşîna bi pêşengiya jinan de pêkan e, dibîne. Konferansa me jî destnîşan kir ku serkeftina projeya azadiya jinan û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encax bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Li ser vî esasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşandina xebatan, pêşengî erka xwe ya sereke dibîne.
Piştî hilweşandina Rejîma Baasê krîz û qeyrana li Sûriyeyê kûrtir bû
Pênaseya ji bo kujerê qastîk herî zêde li ser erdnîgariya Sûriyeyê piştrast dibe. Piştî hilweşandina Rejîma Baasê krîz û qeyrana li Sûriyeyê kûrtir bû. Komkujî, talan, koçberî û tundî li hemberî hemû cudahiyan, hemû qadên jiyanê pêk tê. Bi olperestiya ku bîrdoziya bingehîn a netew-dewletê ye li tevahiya Sûriyeyê jin bi polîtîkayên revandin, qetilkirin, ji qada siyasî û civakî dûrxistinê re rû bi rû ne. Her wiha ji aliyê modernîteya kapîtalîst û hêzên herêmî ve hişmendiya navendîbûn li ser jinan û gelan tê ferzkirin. Ferzkirina navendîbûnê dijberiya şoreşa jinan û neteweya demokratîk e. Li hemberî van polîtîkayan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên Sûriyeyê, bi têkoşîna di riya heqîqetê de, bi pênûsa xwe, bi peyvên xwe yên ji aqil û hişmendiya mêr hatine paqijkirin, dikarin xwedî li nasnameya xwe derkevin.
Konferansa me destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat, hovîtiya DAIŞ’ê têk bir û bi perspektîfa civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan, li ser esasê komîn û meclîsan xwe birêxistin kir bû modela jiyana alternatî. Ji lewre herî zêde jin li derdora şoreşê kom bûn. Bi beşdariya jinên Ereb, Suryan, Ermen, Asurî, Keldanî Şoreşa Rojava bû şoreşa jinan û gelan. Bi hevpeymana jin, meclîs, akademî, hêza parastina cewherî û Rêveberiya Xweser ji bo hemû jin û gelên li Sûriyeyê bingeha pergala demokratîk ava kir. Jinên Durzî, Elewî ji vê rastiyê îlham girtin û li hemberî êrîşên çeteyan xwe birêxistin dikin. Bi van pêşketinên dîrokî Şoreşa Rojava bû malê hemû jinan û di asta cîhanî de ji bo serhildan, têkoşîn û şoreşa jinan bingeheke mezin ava kir.
Bi şoreşê re rojnamegeriya jinan bi pêş ket
Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamegeriya jinan di bin şert û mercên şêrê dijwar û avakirina şoreşa jinan de bi pêş ket. Bi dehan rojnamevan ciwan, li ser şopa Gurbeteliyan ji bo rastî di tarîtiyê de nemîne li pey heqîqetê geriyan û di pêşxistina şoreşê de roleke sereke lîstin.
Wekî hemû qadên jiyanê di qada ragihandinê de jî pewistî bi têkoşînek mezin heye. Wekî rojnamevanên jin li hemberî ferzkirina fêrbûyînên paşverû yên civakî, li dijî ziman û destgirtinên zayendîperest ên di medyayê de û li dijî zihniyeta mêr-dewletê em têkoşiyan û em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Di rêwîtiya heqîqetê de me hêza watedar a gotinê, pênûs û dîtbariyê kir bingeha têkoşîna xwe. Em di wê zanebûnê de ne ku barê me giran e û riya me dirêj e.
YRJ înşakirin û ragihandina neteweya demokratîk, civaka komînal û hevjiyana azad weke erka xwe ya sereke digre dest. Jiyana komînal, avakirina komînan di hemû kar û xebatên ragihandina azad de pêk tîne. Li ser vê esasî wê xwe birêxistin bike, perwerde bike, pisporiyê bi pêş bixe û pêşengiya heqîqetê bike.
‘Erka me ew e em bîranîna Gurbetelî bidin jiyîn raman û têkoşîna wê bigihîjînin nifşên pêşerojê’
Rêber Apo ji bo xeta Gurbetelî Ersoz dibêje: “Biryardarî û tekoşîna wê ya ji bo jiyana azad berpirsiyariyê dide ser milên hemû kesan. Erka me ew e ku em bîranîna Gurbetelî bidin jiyîn, raman û têkoşîna wê bigihîjînin nifşên pêşerojê.” Konferansa me destnîşan kir ku pênaseya Rêber Apo ya ji bo Gurbetelî Ersoz weke nexşeriya ragihandina azad dibîne, di lêgerîna heqîqetê de û ronîkirina rastiyan de wê di bin her şert û mercan de bê westandin bixebite.
YRJ, di dema pêş de li Rojhilata Navîn bi taybetî li Sûriyeyê ji bo bibe çav, guh û gotina jinan wê zêdetir bixebite, têbikoşe, li hemû qadan xwe bi rêxistin bike, li beramberî şerên hîbrît di zimanê ragihandina azad de îsrar bike, ji bo înşakirina civaka demokratik, jin û zilamên azad bi îdiayek mezin rola pêşengiyê bigre ser xwe.”