Kombûna Jinan a Zenûbiya: Hikumet û destûra heyî ne rewa ne

Kombûna Jinan a Zenûbiya 'hikumeta' nû ya ji aliyê HTŞ'ê ya cîhadîst ve hat îlankirin red kir, diyar kir ku ew 'hikumet' berdewama siyasetên paşguhkirina jinan di jiyana siyasî de ye û got: "Hikumet û destûra heyî nerewa ne."

Navenda Nûçeyan – Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê 'hikumeta' nû ya ji aliyê HTŞ'ê ya cîhadîst ve hat îlankirin red kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev 'hikumet' berdewama siyasetên paşguhkirinê û înkarkirina îradeya gelê Sûriyeyê ya guhertina demokratîk e û ev tişt anî ziman: “Ev hikumet û destûra heyî nerewa ne. Hikumeta ku armanca wê pêkanîna aramî û pêşketinê li Sûriyeyê be, divê xwe bispêre lihevkirineke niştîmanî ya giştî û bi awayekî rastîn nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê bike."

Di berdewama daxuyaniyê de bi taybetî paşguhkirina rola jinan di aliyê siyasî de hat redkirin û hat gotin ku rola jinan di hikumetê de, ne li gorî rola wan a di civaka Sûriyeyê de ye û tenê bi nav ew tê de beşdar in. Bi berdewamî wiha hat gotin: “Wekheviya her du zayendan û xurtkirina rola jinan di hemû aliyan de merca sereke ya avakirina civakeke demokratîk û edalet e."

'Ji bo pêkanîna armancan xebateke hevbeş bikin û bibin yek'

Di daxuyaniyê de banga pêkanîna diyalogeke niştîmanî ya ku hemû alî tê de beşdar bin û çareseriya siyasî bi pêş bixin hat kirin. Her wiha piştgirî dan biryara Rêveberiya Xweser a redkirina biryarên desthilata Şamê û ew biryar wekî gaveke girîng ji bo parastina maf û berjewendiyên gelê Sûriyeyê hat dîtin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku zextê li desthilata Şamê bike da ku bikeve pêvajoyeke siyasî ya rastîn ji bo çareserkirina Sûriyeyê. Her wiha bang li hemû hêzên niştîmanî û demokratîk hat kirin ku ji bo pêkanîna armancan xebateke hevbeş bikin û bibin yek.