Şengalî: Em ê bi xwe rêxistinkirinê banga Rêber Apo jiyanî bikin
Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî peyama Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî şandibû daxuyanî da û got: “Em ê bi perspektîfa xwe rêxistinkirin û xwe parastinkirinê, bang û peyama Rêber Apo jiyanî bikin.”

Şengal – Rêveberiya Xweser a Şengalê li navenda Şengalê ji bo nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji civaka Êzidî re şandibû, bi sernavê ‘Dilsoziya Gelê Êzidî Ji Rêber Apo Re’ daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo ve hat dayîn.
Di daxuyaniyê de îşaret bi gotina Abdullah Ocalan a ‘Ev bang Ronesans e û herî zêde jî wê ji bo civaka me yê Êzidî Ronesans be’ hat kirin û hat gotin ku dê ronesansê bi perspektîfa xwe rêxistinkirin û xweparastinkirinê jiyanî bikin.
‘Nameya Rêber Apo hêz û moralek mezin da me’
Di daxuyaniyê de Cîhan Celo diyar kir ku ew ji nameya Ocalan hêz, moral û kelecanekî mezin girtine û wiha got: “Nameya Rêber Apo ji bo civaka me şandibû, gihîşt destê me. Me ji vê nameyê hêz, moral û kelecanekî mezin girt. Em ê bi vê hêz, moral û kelecanê pêvajoya ku di pêşengiya Reber Apo de, bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hatiye destpêkirin, asta têkoşîna xwe hîn xurtir û bilindtir bikin. Reber Apo êşên jenosîdê pir ji kûr ve hîs dike. Ji bo careke din ferman nêye jiyandin perspektîfa, di bihêzkirina baweriya Êzdiyatî û felsefeya azadiyê de dide me. Rêber Apo di nameyê de dibêje; ‘Ev bang Ronesans e û herî zêde jî wê ji bo civaka me yê Êzidî Ronesans be’. Ev Ronesansê em ê bi perspektîfa xwe rêxistinkirin û xwe parastinkirinê jiyanî bikin.”
‘Peyam bû tovek ku di biharê de li axê tê reşandin’
Di berdawama daxuyaniyê de Cîhan Celo destnîşan kir ku nameya Ocalan bûye wek tovek ku di biharê de li axê tê reşandin û ev tişt vegot: “Nameya Rêber Apo bihara 2025’an weke tovê li nav axê bireşînê, bi barîna baranê re şîn bibe, bi tîhna germahiya rojê gul û çîçekan veke û bi bêhna xwe Şengalê xweş bike, bû. Bi vê teyisînê paşeroja me, jinûve bi roniya rojê re vebû. Bi stêrkan şewq da û bi bawerya Êzdiyatî re hat strandin û kemilî. Di vê wateyê de, dem dema azadiya Êzdiyatî ye, ev dem jî bi teyisîna paradîgma Rêber Apo li Şengalê hilat. Êdî civaka Êzidî bi demboriya paşerojê bi hêviyên siberojê kêliyên azadiyê bi îlhama ‘Civaka Demokratîk’ dihûne.”
‘4’ê Nîsanê li dijî koletî û tunehesibandina jinan vejîn e’
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku azadiya Şengalê bi azadiya Abdullah Ocalan re girêdayî ye û daxuyanî bi van hevokan bi dawî bû: “Ji ber yên herî zêde muxtacê azadiyê ne Êzidî ne û yê herî zêde tekoşîna azadiyê dimeşîne Rêber Apo ye. Em dizanin azadiya me Êzidîyan bi azadiya Rêber Apo re pêkan e.
Em bi van hestan bi coş û kelecaneke mezin ber bi roja rojbûna gelan a 4’ê Nîsanê ve diçin. Roja 4’ê Nîsanê, li hemberî koletî, ruhê mirî, hestên ziwa û jina tine hatî hesibandin nûvejîn kir û dîroka azadiyê da destpêkirin. Em bi israr û bi biryardarî ber bi heqîqeta pêşerojek azad û serkeftinê ve dimeşin û bi wateya vê rojê ku roj li ser çîyayê Şengalê hilbê, bi rêz û hezkirinekî bêdawî Rêber Apo silav dikin û bêrîkirinên xwe rê dikin. Em bi perwerde û avakirinê civaka demokratîk pêşbixin û Ronesansa xwe pêk bînin.
Dubare em bi hêviya dîtina Rêber Apo û mîsogerkirina Şengala xweser û azad rojbûna Rêbertiya azad li hemû mirovahiyê pîroz dikin.”