Li Şengalê artêşa Îraqê li dîwarê berxwedanê qelibî
Artêşa Îraqê ya ku bi rêya binçavkirina şervanên YBŞ’ê xwest provakasyonan çêke, rastî berxwedana gelê Şengalê hat û neçar ma ku paşve gav bavêje. Jinan di vê berxwedanê de pêşengî kir û pirsa ‘di dema êrîşa DAÎŞ’ê de hûn li ku bûn?’ kir.

CÎLAN ROJ
Di 18’ê Adarê de Rêber Apo peyamek ji civaka Êzidî re şand û di peyama xwe de diyar kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva ji bo 73 fermanan e, pêvajoya ku destpê kiriye, dê herî zêde hebûn û azadiya civaka Êzidî pêk bîne. Ev peyama Rêber Apo di nav civaka Êzidî de bû sedema kêfxweşî û kelecaneke mezin. Lê piştî peyama Rêber Apo şeva heman rojê artêşa Îraqê bi êrîşeke provakatîf bersiv da peyama Rêber Apo. Şeva 18’ê Adarê artêşa Îraqê kemîn avêt pêşiya wesayîta ku şervanên YBŞ’ê têde bûn û êrîş kir. Di encama êrîşê de 3 jê birîndar 5 şervanên YBŞ’ê ji hêla artêşa Îraqê ve hatin dîlgirtin û bi awayekî korsanwarî ew revandin birin Mûsilê.
Bi pêşengiya jinan bendên artêşa Îraqê hilweşandin
Piştî êrîşa artêşa Îraqê ya provakatîf, civaka Êzidî bi pêşengiya jinan serê sibê zû, xwestin ji milê bakur biçin navenda Şengalê lê girse li ser rêya Amûda ku dikeve aliyê çiyayê Şengalê, ji hêla artêşa Iraqê ve hat rawestandin. Lê girseya ku jinan pêşengtî jê re dikirin, bi biryardarî û cesareteke mezin li hember hewldana provakasyona artêşê rabûn û bendên artêşa Îraqê bi berxwedanê hilweşandin û derbasî navenda Şengalê bûn.
Artêşa Îraqê guh neda daxwazên jinan
Artêşa Iraqê jî ji tirsa xwepêşandana civaka Êzidî û ji bo tirsandin û çewsandina civakê, piştî bûyerê li her kuçe û kolanên navenda Şengalê ligel bi sedan leşker û polîsan tank û çekên giran bicîh kir, heta ji bo berovajîkirina rastiyan bi nûçeyên derew YBŞ’ê wek hêzeke ne rewa nîşan da, terorîze kir û îdia kir ku şervanên YBŞ’ê êrîşî wan kirine. Lê jin û ciwan di serî de girseya civaka Êzidî guh neda propagandayan, astengî, leşker, polîs û çekên giran û berê xwe dan navenda Emîn El-Wetenî. Jinan li ber deriyê navenda Emîn El-Wetenî banga berdana zarokên xwe kirin û hişyarî dan artêşa Iraqê. Lê artêşa Îraqê ku bawerî bi hêza xwe ya çekdarî anî, guh neda banga civaka Êzidî.
‘Di dema êrîşên DAIŞ’ê de hûn li ku bûn?’
Civaka Êzidî jî bi pêşengtiya jinan di 19’ê adarê de li ber avahiya Mûxabarata (îstîxbarat) Iraqê ya Şengalê konên çalakiyê vedan û diyar kirin ku dê çalakiya wan heta berdana zarokên wan bidome. Lê artêşa Îraqê ji çalakiya herî demokratîk a civaka Êzidî tirsiya, hema bêje hemû hêza xwe li cihê ku çalakî pêk hat bicîh kir û xwest ku bi taybetî jinên pêşengtî ji çalakiyê re dikirin bitirsîne. Dema jin û dayîkan hêza artêşa ku li dor konê hatibûn bicîhkirin dîtin yekser wiha gotin: “Ger di dema fermanê de artêşa Îraqê nereviya û ev hêza xwe ku niha li vir bicîh kiribû ji bo parastina civaka Êzidî û Şengalê bikira nav liv û tevgerê, dê tiliya tu kesî xwîn nebûya û şermeke wisa nedihat jiyîn.” Jinan û bi tilîlî, stran û govendê bersiv didan hemû gef û hewldanên provakasyonê.
Bişev û biroj di bin konê çalakiyê de liberxwe dan
Bi rastî jî wek şopdar û şahida berxwedana jinên Êzidî dema min ew hêza ku ji bo tirsandina civakê li her derê hatibû bicîhkirin dît, roja fermanê û reva artêşê hat bîra min. Ez jî wek dayîka ku got ger ew hêza ku li vir ji bo tirsandin û çewitandina civakê hatiye bicîhkirin roja fermanê ji bo parastina civaka Êzidî û Şengalê biketa nav liv û tevgerê, dê niha wisa bûna, fikirîm. Lê hebûna ewqas hêz, tu gav bi jinan û civaka Êzidî neda avêtin, berovajî wê berxwedan hîn zêdetir hat geşkirin. Civaka Êzidî çend rojan bişev û biroj bê westan di bin konê çalakiyê de berxwedana xwe domand û şeva 22’ê adarê li ser daxwaza artêşa Îraqê, di navbera artêşê û berxwedêran de hevdîtin pêk hat. Di encama hevdîtinê de konê çalakiyê hat rakirin. Di hevdîtinê de artêşa Îraqê soz da ku dê ji bo berdana şervanên YBŞ’ê her tiştî bike û hêzên ku li navenda Şengalê hatine bicîhkirin, werin vekişandin. Û jinan jî ji bo pêkanîna van her du tiştên esasî du rojan destûr dan artêşa Iraqê û diyar kirin ku ger piştî du rojan sozên hatine dayîn pêk neyên, dê bi rengên cuda dîsa dest bi çalakiyên xwe bikin.
Yasaya ‘nasnameya jinan nayê kontrolkirin’ binpê dikin
Jin û civaka Êzidî bi çalakiyên demokratîk tenê dixwazin zarokên wan ku parêzvanên ax û civakê ne bêne berdan, lê artêşa Îraqê piştî du rojan hem li ser gotina xwe nesekinî hem jî hêza ku li navenda Şengalê bicîh kiribû, li rêyên esasî yên di navbera xeta bakur û Qibletê de bicîh kir. Artêşa Iraqê tenê hêzên xwe li ser rêyên esasî ku diçin navenda Şengalê bicîh nekir, di heman demê de bendên kontrolê jî ava kir û wesayîtên ku diçin navenda Şengalê yek bi yek kontrol dikin û li nasnameyan dinhêrin. Bi taybetî wesayîtên ku jin tê de ne rastî kontrola nasnameyan tên. Li gorî qanûna Îraqê, di wesayîtan de nasnameyên jinan nayê kontrolkirin. Artêşa Iraqê bi vî awayî hem qanûnên xwe binpê dike, hem dixwaze çavê civaka Êzidî, bi taybetî ya jinên rêxistinkirî bitirsîne, hem dixwaze pêwendiya Êzidiyên xetên bakur û Qiblet ji hev qut bike, hem jî dixwaze hêdî hêdî vê rewşê rewa bike û her tiştî bike bin kontrola xwe. Jin û civaka Êzidî vê rewşê wek domandina fermanê pênase dikin û tînin ziman ku artêşa Iraqê fermana ku negihîştiye armanca xwe, bi vî rengî bighîne serî û dibêjin ku Iraq dixwaze peymana 9’ê Cotmehê bike meriyetê.
Di 27’ê Adarê de meşa girseyî pêk hat
Mînaka herî dawî ya kontrolkirina nasnameyan, beriya çend rojan qewimî. Di 27’ê Adarê de bi daxwaza radestkirina şervanên YBŞ’ê bi pêşengtiya TAJÊ meşeke girseyî pêk hat. Wê rojê civaka Êzidî bi pêşengtiya jinan bi wesayîtan ji xeta bakur berê xwe dan navenda Şengalê, lê di serî de wesayîtên girseya ku ji bo çalakiyeke demokratîk berê xwe dabûn navenda Şengalê, hemû wesayîtên diçûn Şengalê di bendên kontrolê yê artêşa Iraqê de hatin sekinandin, jin, dayîk, zarok û extiyar ji wesayîtan hatin peyakirin û nasnameyên wan ji hêla artêşê ve hatin kontrolkirin.
Civaka berxwedêr serî natewîne
Ev nêzîkatî û helwesta Îraqê dijcivakî û dijqanûnî ye. Dixwaze bi van rêbazan rûmeta civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî bişkêne, dixwaze ev civaka ku tevî 74 fermanan jî serî netewandiye li hemberî wan serî bitewîne û radestî wan bibe. Îraq û artêşa xwe bi nûçeyên derew hewl didin YBŞ’ê ku bi xwîn û keda şehîdan hatiye avakirin, parêzvanê ax û civaka Êzidî ye, reş bikin û wek hêzeke ne rewa nîşan bidin. Lê wekî me got ev civaka ku rastî 74 fermanan hatiye û tu carî serî li ber dijmin netewandiye, bi taybetî jî jinên Êzidî, tu car bi hewldan û nêzîkatiyên bi vî rengî teslîm nabin. Berovajî nêzîkatiyên dijrûmetî, dê berxwedana wan hîn geştir û bilintir bibe. Jixwe berxwedana wan a li hember artêşa Îraqê û paş gavavêtina wan a bi artêşê, nîşana vî tiştî ye. Ger ku Îraq û artêşa xwe di nêzîkatî û provakasyonên xwe de israr bikin, dê her tim li pêşberî xwe jinên berxwedêr bibînin.