Jin ji bo mafên xwe li qadan e: Jinên Kurd tovên berxwedanê reşandin
Ji EŞÎK’ê Ozgul Kapdan anî ziman ku li kolanan berxwedana jinan hêviyê dide û destnîşan kir ku tovên têkoşîna Tevgera Jinên Kurd îro li Stenbolê şîn dibin.

SERPÎL SAVUMLU
Stenbol – Li Tirkiyê komkujiyên jinan her roj zêde dibin. Li welatê ku hema bibêje her roj sê jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin, dixwazin ku li hember hewldana jinan a avakirina jiyana xwe, bibin asteng. Li malên ku mîna cihên herî bi ewle tên pênasekirin, li kolanan an jî li cihên kar jin dibin hedef. Di heman demê de hewl tê dayîn ku mafên jinan ji destê wan bê girtin. Desthilata siyasî çar dîwaran ji bo jinan rewa dibîne û ji sazkirinên tê kirin heyanî axaftinan jin dibin hedef.
Jin li refên pêşîn cîh digirin
Ji aliyê din ve jî li Tirkiyeyê demeke dirêj e jin li hemberî polîtîkayên zextê û êrîşan rê nîşanî muxalefeta civakî didin. Ji têkoşîna ekolojîk heta protestoyên qeyûman, her tim jin li refên pêş cîhê xwe digirin. Li welat di xwepêşandanên ku di rojên dawî de bipêş dikeve de jî, yên ku pankartên bi pênûsên rengîn dinvîsin, daxwazên xwe diqîrin û bê tirs cîhê xwe yê li qadê digirin jin in. Ji ber vê yekê jî tê destnîşankirin ku di binpêkirinên mafan ên ji qadan tên de, di êrîşên polîsan de herî zêde jin tên hedefgirtin.
Piştî qeyûmên ku ji sala 2015’an şûnde avêtin ser şaredariyan, yên ku di serî de ketin nav liv û tevgerê jin bûn. Nexwe jin dizanîbûn ku bi qeyûman re destpêkê ewê saziyên wan bên girtin. Ya rast îro jinên ku berxwedana jinên Kurd a bê tirs vediguhezînin Stenbolê, bi fêrbûn û komkirinê rêwîtiyên xwe didomînin.
Ji EŞÎK’ê Ozgul Kapdan têkildarî têkoşîna jinan û mijara pêdiviya bi vê têkoşînê, ji ajansa me re axivî.
‘Jin ji vê pêvajoyê re amade bûn’
Ozgul Kapdan anî ziman ku kêm zêde vê pêvajoyê texmîn dikirin û destnîşan kir ku jin jî bi vê zanebûnê tevgeriyane. Ozgul Kapdan axaftina xwe wiha domand: “Her tim em li ser vê yekê diaxivîn; dijminatiya li hemberî jinan, ji ber xwestekên mafan encamên bê baweriya li hemberî hiqûqê, hiqûqa navnetewî û him jî li tevahiya cîhanê ji aliyekî ve lawazbûna van hemûyan, dê bighê vê derê. Me xwe li gor vê amade kiribû. Me kêm zêde xwe amade kiribû, her çiqas ne aşkera be jî em ji vê merheleya têkoşînê re amade bin. Di warê hîs û pêşdîtina polîtîk de em wek pêkhateyên EŞÎK’ê û jinên çalak, ya rast hinek amade bûn.”
‘Encama polîtîkayên nefretê’
Ozgul Kapdan anî ziman ku ji bo Tirkiyeyê heman pêvajo di Berxwedana Geziyê de jî hatiye jiyankirin lê aliyên ku naşibin hevdû jî hene. Ozgul Kapdan wiha got: “Wê demê hê cûdatir bû. Belê dijminatiya li dijî jinan dihat hîskirin. Li kolanan hebûna jinan dihat darizandin lê di asta dijminatiyê de me tundî û zextê nedidît. Di Geziyê de me vana tu carî nedît. Bi rastî tiştên pir cidî tên jiyîn. Tu kes ji me ji van polîtîkayên nefretê re ne xerîb e.”
Ozgul Kapdan, Ekîn Wan a di sala 2015’an de li navçeya Gimgima Mûşê hat qetilkirin û cenazeya wê bi awayekî tazî hat teşhîrkirin bibîr xist û destnîşan kir ku ev hemû, encanêm polîtîkayên nefretê ne. Ozgul Kapdan anî ziman ku ev dijminatiya li hemberî jinan bi salan e didome û tiştên îro diqewimin jî wek encamek vê pêvajoyê dibîne.
‘Jin tu carî paş de neman’
Ozgul Kapdan anî ziman ku di çalakiyên li welêt de bi taybetî li herî pêş cîhgirtina jinan bi wate ye û wiha axivî: “Me jinên ji her temênê dîtin. Bi rastî jî ev rewş hêviyê dide. Ez bawer im ku têkoşîna bê rawestan a tevgera jinan, encama ji kolanan venekişandina jinan û hewldana bi zimanê herî sade vegotina mafên xwe ye. Ez difikirin ku tevkariya EŞÎK’ê di vir de pir zêde ye. Wek encam ez dizanim ku jin pergala bavsalar, newekheviya zayendî ya civakî pir baş nas dikin. Em dikarin ji vê bawer bin.”
Ozgul anî ziman ku li gor wê, teyisandinek vêya heye û wiha berdewam kir: “Bi baweriya min pêşengiya jinê ya di têkoşîna ekolojîk de, hêza berxwedanê ya li wan qadan, berxwedana bi israr û bi sebir, ev hemû parçeyek ji feraseta jinê ya li ser newekheviya zayendî û newekheviya giştî, yanî parçeyek ji jinbûnê ye. Helbet ev rewşeke têkildarî têkoşîna ku Tevgera Jinên Tirkiyê di bi dehan salên dawî de nîşan dayî ye jî. Jin tu car bêzar nebûn, xwe nedan paş. Bi taybetî di serdema dawî de, di 25’ê Mijdaran de, di 8’ê Adaran de, hemû cûreyên tundiya polîsan dît, lê xwe ji qadan dûr negirt.”
‘Her berxwedanek tecrubeyek e’
Ozgul Kapdan, anî ziman ku her berxwedanek tecrubeyek e û wiha pê de çû: “Di diyarkirina qayûman a di sala 2016'an de an jî yên piştî wê de jî bi milyonan kes daneketin qadan. Ev çanda mêtîngeriyê ya demdirêj û polîtîkayên dewleta civakî yên ku ji ber vê yekê hatine afirandin, ez ê çawa bi nav bikim, êdî ez nikarim tenê jê re bibêjim çanda cudakariyê jî, helbet kêmasî ye. Lewma li wan deran bi milyonan mirov tunebûn. Ji her derê welêt berxwedan çênebûbû. Jixwe çêbûya, dibe ku me van rojan nedîta. Lê ez difikirim ku tovê di bin wê axê de mezin bû, wê berxwedanê anî van rojan. Û ev veguherîn hêdî hêdî mezin dibe.”
‘Jinên Kurd tovên berxwedanê reşandin’
Ozgul destnîşan kir ku tovên berxwedanê bi rastî ji aliyê jinên Kurd ve hatiye reşandin û wiha got: “Tevgera Jinên Tirkiyê, Tevgera Jinên Kurd jî perçeyek vêya ne. Di her mijarê de dengê xwe bilind kir, di her mijarê de hewl da li gor hêza xwe liberxwe bide û bi rastî bi taybetî jî di salên dawî de perçebûna muxalefeta civakî, rewşa wê ya di quncikê xwe de, girseyînebûyîna wê, di nav rewşên lihevnekirinê, reqabeta ku hildiweşîne de, Tevgera Jinê çi dibe bila bibe li wir bû. Her dem, di her mijarê de liberxwe da. Li gor min ev tecrubeyek e, yanê bû sedem ku ew tov di axê de bimînin. Bi rastî jî encamek wê ye. Li gor nêrîna min dengê li hember qeyûmên di sala 2015’an de û 2016'an de hatin diyarkirin hatiye bilindkirin jî, heta îro bandorek kiriye.”
‘Hebûna jinan a li qadan hêvî dide’
Ozgul Kapdan diyar kir ku sala malbatê, ji bo desthilatê kamûflajek e û tiştê ku tê xwestin bê kirin, hê hîs nekiriye û têgîna malbatê mîna amûrek bikar tîne. Ozgul Kapdan da zanîn ku bi van polîtîkiyan dixwazin jinan bikin bin zextê. Ozgul destnîşan kir ku herî dawî di bûyerên dîplomayê de destdana jiyana hemû kesan û dijminatiya li dijî bertekan dîtine. Ozgul Kapdan bal kişand ser aqlê feraseta li Iraqê revandina Êzidiyan, li Sûriyeyê qetilkirina Elewiyan û anî ziman ku di van rojan de hebûna jinan di qadan de hêvî dide. Ozgul, anî ziman ku çerxek hê bi leztir dijîn û ji ber wê divê xeta berxwedanê hê zêdetir were hunandin. Ozgul Kapdan bi xebata xwe ya pêşketinê û ‘Marjînal kiye?’ tiştên ku ditiye, anî ziman û got: “Dema em li bersîvên hatine dayîn dinhêrin, em dibînin ku jinan gelek rê derbas kirine. Em di werçerxek bi lez bipêş dikeve de ne û tevgera li gor wê û parastina mafên xwe jî, girîng dibe.”
‘Israrkirina bi hev re erkê me ye’
Ozgul Kapdan herî dawî bal kişand ser têkoşîna bi hev re û wiha got: “Rastî divê bi awayek gelek bi hişyarî bi hev re têkoşîn bê dayîn. Di EŞÎK’ê de tişte ku me dixwest em bikin ew e. Ev pênc sal e ji her cûreyê jin hene. Em her yek ji hev cûda ne. Gelek nêrînên cûda hene. Hema bêje hemû meylên siyasî hene. Lê belê di mijara wekheviyê de û derbarê desteserkirina mafên me de em dikarin heman tiştî bêjin. Mayîna gel a bi hev re girîng e. Di heqîqetê de em gelek in. Di her wateyê de em gelek in. Ev ne tenê hejmar e. Di aliyê hestan de em gelek in. Ji ber ku me aliyê heq û jiyankirinê bijartiye. Me aliyê xweşiktiya jiyanê bijartiye. Bêyî ku em bêjin li ser çavê me birû heye, bê naskirin em li gel hev sekinîn, bi hev re têkoşîn, pêşxistina fikrê aştiyê girîng e. Ev çend sal e di vî welatî de ewqas tovê kînê, ewqas pergala ku li ser cudakariyê bipêş ket, ew welat jî ne ewqas asan e. Aştî jî ne asan e. Hema bêje wekheviya jin û mêr ne asan e. Lê belê israrkirina vê yekê, erkê yên di vê ferqê de ne.”