Ji 18’ê Adarê heta niha li Xezayê 322 zarok hatin qetilkirin
UNICEF diyarkir ku Îsraîl agirbest betal kir û ji 18’ê Adarê heta niha li Xezeyê di êrişên Îsraîlê de herî kêm 322 zarok hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsarîlê di 18’ê Adarê de agirbesta bi Hamasê re betal kir û dîsa dest bi êrişên ser Xezeyê kir. Hejmara kesên ji 18’e Adarê ve di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane hezar kes derbas kir. Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di daxuyaniya dayî de ragihand ku ji roja agirbest hatiye betalkirin heta niha herî kêm 322 zarok hatine qetilkirin û 609 zarok jî birîndar bûne. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev yek jî nîşan dide ku di nava deh rojan de zêdetirî 100 zarokan jiyana xwe ji dest dane an jî seqet bûne. Ev zarok, li cihên hatine terikandin û malên wêran de dijiyan.”
Îsraîlê, peymana bi Hamasê re ya du mehan ku di 19’ê Çileyê de ketibû meriyetê di 18’ê Adarê de betal kir û dest bi bombebaraneke giran û operasyona bejahî kir.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, hejmara welatiyên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 50 hezar û 357 kesan. Li gorî UNICEF’ê ji van welatiyan 15 hezar jê zarok in.