Newaya Jin bi berga “Zayîna 3’yemîn ronesansa jinan e” derket
Hejmara rojnameya Newaya Jin a 241’emîn ku sala xwe ya 20’emîn pêşwazî dike, bi berga “Zayîna 3’yemîn ronesansa jinan e” derket.

Navenda Nûçeyan – Hejmara meha Nîsanê ya rojnameya mehane ya Newaya Jin derket. Rojeva sereke ya hejmara vê mehê Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peyamên ku ji qadên 8’ê Adarê û Newrozê hatibûn e.
Banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê hat dayîn û peyama 8’ê Adarê hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî hatin dayîn. Nivîskara rojnameyê Ruşen Samsar bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Divê banga aştî û demokrasiyê ya sedsalê çawa were xwendin?” diyar dike ku bang hemû fikr û dogmayên netewedewlet, neteweperest, olperest, zayendperest û desthilatparêz hilweşîne û got: “Deriyên guherîn û veguherînê heya dawiyê vebûne.”
‘Bi pêşengtiya jinan, wê ronesansa Rojhilata Navîn pêş bikeve’
Zozan Sima di nivîsa xwe de berê xwe dide ‘ronesansa jinan’ a di peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê de û dibêje: “Ronesansa jinan tam jî di serdema ku em di bin êrîşên çanda destdirêjiyê de ne derdikeve pêşiya me. Pêşengiya ji bo Ronesansa Jinan û Ronesansa Rojhilata Navîn erka me ya dîrokî ye.”
‘Felsefeya zayîna sêyemîn Jin, Jiyan, Azadî’
Nivîskar Elîf Mercan di nivîsa xwe de diyar dike ku wê navê “Zayîna Sêyemîn” li paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo kiriye û di gotara xwe ya bi sernavê “Jiyana azad û di zayîna 3’yemîn de dimeyê” de balê dikşîne ser rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de.
‘Roja piştevanî û yekîtiyê: 8’ê Adarê’
Nivîskara rojnameyê Yûrdûsev Ozsokmenler jî panoramaya çalakiyên 8’ê Adarê yên li seranserê cîhanê xêz kir. Her wiha destnîşan kir ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê 8’ê Adarê veguherî xwedîderketina Banga Aştî û Civaka Demokratîk.
‘Bandora Jineolojiyê ku sînoran derbas kir’
Di hejmara vê mehê de du roportajên girîng ên ku ji sînorên Jineolojiyê derbas dikin jî cih digirin. Aylîn Acar di hevpevvînên xwe de cih dide nêrînên du jinên Grek û Makedonyayî yên pîştî tevlî kampa Jineolojiyê dibin û biryara birêxistinbûnê didin.
Têkoşîna kolektîf a jinan a 20 salan: Newaya Jin
Nivîskar Guler Yildiz jî di nivîsa xwe de nêrînên xwe yên têkildarî weşana 20 salan a rojnameyê anîn ziman û got: “Newaya Jin tevahiya 20 salan bû dengek, bahozek û manîfestoya têkoşînekê. Ev 20 sal ked û serketina jinan e.”
‘Bersiva herî mezin ji bo bangê qadên Newrozê bû’
Dengîr Guneş di başa Kurdî de têkildarî bandora “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya li ser 8’ê Adarê û Newrozê û got: “Newroza sala 2025’an bi qasî erêkiririna têkoşîna pêvajoya nû û xwedîderketina bangê, bi awayekî zelal pêngavên ku divê werin avêtin jî diyar kirin.”
Ji nivîskara rojnameyê Şervîn Nûdem, di gotara xwe ya bi sernavê “Zayîna civaka demokratîk û aştiyê” de destnîşan dike ku bang bi pêkhatina zayîna 3’yemîn derbasî qonaxeke nû bûye.
Roza Metîna jî bi Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû re têkildarî naveroka bangê û bandora wê ya li ser qadan axivî. Dersim Zerevan jî bi zimanekî edebî li ser karektera pêşeng a jinan a pêvajoyê nivîsand.
Di beşa portreyê de jî çîrokên jiyana dayika aşitiyê ya têkoşer û wêrek Sakîne Arat û rojnamevana femînîst a Îranî Sadiqeh Dowlatabadî cih digirin.
Beşa rojnameyê ya bi navê Kaktûs jî vê mehê li ser mijara pîvavên têkoşîn, red û qebûlê disekine.
Di beşa bîranînê de jî nivîsa Gulçiya Baran a bi Kurdî ya têkildarî jiyana gerîlayan cih digire.